PWK, HAK-PAR, HEREKETA AZADÎ Êrîşa Dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin

PWK, HAK-PAR, HEREKETA AZADÎ Êrîşa Dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) û Hereketa Azadî, roja 16.01.2024ê, li Cemîyeta Rojnamevanan a Dîyarbekirê civîneke çapemenîyê li dar xistin û êrîşa terorîstî ya Dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan moderatorîta civînê kur.
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay daxuyanîya hevbeş bi kurdî, Metîn Pîranî jî bi tirkî xwend.
Ev jî daxuyanîya hevbeş e:
“Ji Raya Giştî Re
Gêlê Kurdistanê li himber êrîşên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne
Di 15ê Çileya 2024an de saet 23.30an de, Sûpaya Pasdarên Dewleta Îranê bi gelek firokeyên bêmirov û mûşekên balîstîk êrişî gelek cihên sivîlan ên Hewlêrê kirin.
Di van êrîşan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes birîndar bûn, di encama şewatê de xisar li malan bû.
Em van êrîşên hovane, dijmirovî û bêperwa yên li dijî Hewlêra paytexta Dewleta Federe ya Kurdistanê şermezar dikin.
Bi taybetî ji sala 2020an û vir ve bi dehan caran Pasdarên Îran ê Terorîst bi hincetên bêbingeh ên weke “Em baregehên komên dijî Îranê dikin armanc”, bi mûşek û balefirên bê mirov êrîşî Kurdistanê kirine. Her tim kesên sivîl bûne armanc.
Welatên Dagirker ên cîranê Kurdistanê, bi taybetî jî Tirkiye, dem bi dem bi hincetên cuda êrişan li dijî axa Kurdistanê pêk tînin.
Em dizanin ku ev êrîş ji dijminatiya gelê Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurd tên kirin.
Lê li gel hemû pursgurêkên heyî jî, Kurdistan herêmeke bi îstîqrar e, gurava pêkvejîyanê û demokrasîyê ye.
Êrîşa li ser Hewlêrê binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Divê Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember van êrîşên li dijî herêma Kurdistanê bêdeng nemîne.
Pêwîste Netewên Yekbûyî, civaka navneteweyî li dijî rêveberiya hov a Îranê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û can û mal û milkên sivîlên bêguneh, hem li welatê xwe û hem jî li herêma Kurdistanê tehdîd dike, dengê xwe bilind bikin û divê demildest van êrîşên hovane bide rawestandin.
Gêlê Kurdistanê li himber êrîşên terorî yên Îranê dê serê xwe netewîne
HAK-PAR, PWK, HEREKETA AZADΔ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *