Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!

Parlemto ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergan, bi piştgirîya Hêzên Hevpeymanan re, hewl dide xwe ku li Kurdistanê Hemû hêzên Pêşmergan di bin baskê Artêşa Niştimanî a Kurdistanê de bibin yek hêz. Ev xebat demek dirêje dimeşe.

Di destpêka Hezîran a 2021 an de Partî Demokratî Kurdistanê biryar girt, ku hêzên Yekîneya 80ê derbasî nav hêzên bi ser Wezareta Pêşmargan bibe.

Yekîneya 80 ya Pêşmergan bi ser PDKê ve ye û Yekîneya 70 jî bi ser Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ve ye.

Hejmara wan çekdaran, di ser 100 hezar Pêşmergeyî re ye. Niha hewla wê yekê tê kirin ku ew her du yekîne di bin fermandarîya Wezareta Pêşmergan de; wek Artêşa Niştimanî a Herêma Kurdistanê bi rêk û pêk bibin.

Ev demeke di nav serokatîya YNK de hewlek û nerazîbûnek derketîye holê. Cî bi cî, ev nerazî bûn, digihêje asta ku baskên serkirdeyên YNKê devê tivingê pêş hev bikin!

Problema nav YNK kûr e û bi xîyaneta 16 10.2017 an ve girêdayî ye. YNK tenha di vê kûrayê de, ji jorde bi destê hinek serkirdeyên YNK (Bafil Talebanî û derdorên wî) hewl dide xwe, ku hinek guhertinan çêbike.

Di nav YNK de, di vê asta bilind e guhertin çêdibin! Girseya YNK, serkirdeyên leşkerî, serokên herêmên bi ser YNK ve girêdayî û sazîyên YNK yên girseyî-cewahirî bêdeng in. Ev jî dide nîşan ku, ev guhertin, ne li gor daxwaz û berjewendîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û divêtîyên cewahirî; li gor daxwaz û berjewendîyên şexsî û piştgirên van serkirdeyan dimeşe. Dibe ku di pêş de ev zerarên hîn mezin derxe pêşberî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê.

Heta ku YNK û serkirdeyên YNK hesabê xîyaneta 16ê Cotmeh a 2017an nede, YNK di dîroka Kurdistanê de, di mejûyê niştimanî de nikare cîhê xwe bigire. Diva bû YNK ev birîna niştimanî, di Kongreya xwe a çaremîn de, bi hestên Kurd û kurdistanê hesap ji berpirsên xîyanetê bipirsîya û çareser bikira. Ev nekir û bi ser de jî ev berpirsên xîyanetê anîn û kir serkirdeyên YNK. Mixabin YNK, di kongreya xwe a çaremîn de, wek ku ev xîyanet ji terefê hinek serkirdeyên YNK ve nebûye, tevgerîyan. Di nav YNK de ev birîn, boran û alozî wê her berdewam bin.

Dema ku YNK bixwaze di nav avakirina Kurdistanê de rolekî Kurd û kurdistanî bilîze, divê YNK pêşî di nav xwe de neşterê li birîna xwe a kûr bixe.

Di „Kongre a Çarem, 21-12-2019“ ya YNK de, di sîstema birêvebirina partiyê de guhertin hatibû kirin û li cihê posta Sekreterê Giştî, sîstema hevserokatîyê hatibû danîn. Di kongreyê de biryar hatibû dan, ku Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hevserokên YNKê bin, ku ev sîstem; heta roja Pêncşemê (8ê Tîrmeha 2021 an) û beriya teqîna nakokiyên navbera wan dihat cîbicîkirin.

Ji nişka ve Bafil Talabanî, ku yek ji serkirdeyê serokatîya YNK ye, mudaxaleyî sîstema serokatîya YNK kir û hinek guhertin pêkanî. Guhertin a yekem di sîstema serokatîyê hat kirin. Carek din sîstema „yek serokî“ anî rojevê û guhertin pêkanî. Ev guhertin li ser hesabên fermî yên Bafil Talebanî yên li Twitter û Facebookê jî, di beşa danasînê de peyva “Hevserokê YNKê” hat jêbirin û li şûna wê peyva “Serokê YNKê” hatiye bikaranîn.

Guhertina gava duyem jî di du dezgehên YNK yên girîng de pêk anîye. Mudaxaleyî serokên hêza îstîhbaratê „Dezgeha Zanyarî“ û „Hêzên Dijî Terorê“ yên Silêmanîyê hat kirin. Wek ku em dizanin, serokê Hêza Dijî Terorê birayê Lahur Şêx Cengi, Polad Şêx Cengî bû.  Bavil Talabanî, herdû serokên van sazîyan yên berê, ji kar girt û li dewsa du serokên nû danî. Guhertin li ser tabelaya xwe a serokatîyê jî kir û li dewsa peyva “Hevserok”, peyva „Serok“ bikar anî.

Demeke di medya YNK de, li ser sîstema serokatîya YNK a biryara Kongre ya Çaremîn nûçe û daxûyanî derdiketin ku; sîstema hevserokî bo YNKê guncav nîne û divê bêt hilweşandin.“

Ev guhertinên ku bi destê baskê Bavil Talabanî di nav serokatîya YNK de hatin kirin, di nav YNK de bû sebebê qeyranek sîyasî. Di 08.07.2021an de hêzên leşkerî yên bi ser herdû baskan ve, daketin nav bajarê Silêmanîyê. Ji ber ku Lahur Şêx Cengî Talabanî îtîrazî guhertinan kiribû.

Kosret Resûl û Şêx Cafer jî mudaxaleyî rewşê kirin, ku  guhertin bicîh werin û hêzên xwe yên çekdarî şandin ser ofîsa Dezgeha Zanyarî“ (!) Ji bona pirsgirêkên mezin pêk neyên, Serokkomarê İraq Berhem Salîh bi belafirek taybet hatibû Silêmanîyê. Bi terefan re dan û stendin pêkanîbû.

Wek ku em dizanin; piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (25.09.2017), Tirkîye, Îran, İraq û hinek hêzên navdewletî; mudaxaleyek li herêma Kurdistanê kirin. Tirkîyê, İraqê û Îranê derîyên xwe yên bi ser Herêma Kurdistanê ve girtin. Xetên xwe yên azmanî ji çûn û hatina balafirên Kurdistanê re qedexe kirin û dorpêçek dijminane danîn ser herêma Kurdistanê.

Di vê xîyanetê de Bafel Talabanî û Lahur Şêx Cengî Talabanî bi hêzên ser xwe ve cîh girtin û li gor daxwaza Îran, Îraq û Tirkîyê; Kerkûk jî di nav de; hemû herêmên ku di şerê li henber DAÎŞ de bi xwîna dehhezaran pêşmergan hatibû rizgar kirin, radestî Îraq û hêzên bi ser Îranê ve kirin. Xîyanetek dîrokî di dîroka Kurdistanê de cîh girt. Xencerek jahrîn ji paşde li pişta miletê Kurd û pêşeroja Kurdistanê ket.

Îro ev herêmên Kurdistanê, di bin guhertinek demografik, êrîşên tundrev û dijminane de; malên kurdan tên şewitandin, Kurd tên kujtin û axa Kurdistan li henber kurdan wek çek têt bikaranîn. Ev xîyanet bû sebeb ku PKK û Haşdî Şabî bi stratejî û daxwaza Îran û İraq Şingal dagir bikin û nehêlin ku ev heyşt sal e birînên kurdên Êzdî bên çareserkirin.

Ji xîyanetkaran, ji bona kiryarên baş, hêvî nayê kirin. Emê van guhertinan li gor berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê bi hev re bişopînin.

12.07.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir