Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

PIŞTÎ 45 SALAN SEKERETERÊ GIŞTÎ YÊ PDKTê SEÎD ELÇÎ Û HEVALÊN WÎ HATIN BIBÎRANÎN… 

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Sekreterê Giştı yê Partiya Demokra a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) Seîd Elçî, Mehmedê Begê, Abdullatif Savaş, piştî 45 salan, ji aliyê PDK Bakûr de li Batmanê hatin bibîranîn.

Civîna bibîranînê bi qûran xwendinê vebû. Piştr re ji bona Mele Mistefa Barzanî, îdrîs Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Merşa/Siruda Kurdî Ey Reqîp li ser piyan hat xwendin.

Civîn ji aliyê Gazî Daş ve birêve hat birin.

Di civînê de Serokê Giştî yê PDK Bakûr Sertaç Bûcak, Hevalê Seîd Elçî û damezrênêrê PDKT Dewrêşê Sado (ji pênç damezrênêrê paretiyê yek e), min û Mehmed Konûk axevtin kir. Eliyê Xerzî jî di derbarê şehîd Seîd Elçî de helbestek xwend. 

Ji bona bibîranîna sê kesên hêja di salonê de zêde kes tune bûn. Ji bona vê gelek sedem hene. Lê sedema yekem ew bû ku PDK Bakûr ji bona vê civînê xebatek baş û organîzekirî nekiribû. Sedema din ya girîng tirsa di derbarê civînê de bû. Cara yekem bû ku Seîd Elçî û hevalên wî tên bibîranîn. Li ser bûyera dîrokî tirs û gelek spekulasyon hene. Loma jî, ji bona civîna bibîranînê dîyar e ku dudilî hebûye.

Lê min di axevtina xwe de diyar kir ku “Ez baş dizanim ku ji bona hebûna kêm mirovan di civînê de ne, hûn dil êş in. Ez dilêşiya we baş fahm dikim. Lê divê hûn baş bizanin ku Seîd Elçî dema ku xwest PDKT ava bike jî, rewşenbîrên kurd piştgirî nekirin. Ew mecbûr bû ku bi pênç kesan partiyê ava bike. Heger îro di civînê de yek kesek jî hebûya minê ji wî re û ji dîwarên salonê re qise bikira. Lewra pêşiyên me gotine ku “gûhên erdê hene”. Rojekê rastî bi xwe bi xwe derkedikevin holê. Loma ev cara yekem e ku di derbarê Seîd Elçî û hevalên wî de civîn çê dibe. Ez di wê baweriyê de me ku di pêşeroj de dema ku mirovê mezin serokê civakî û milî Seîd Elçî hat bibîranîn wê demê dê qedirbilindiya wî hîn zêde bê fahm kirin.”

Min di axevtina xwe de ew mijarên din anîn ser zimên:

Di ser kûştin û şehîdbûna Sekreterê Giştî yê PDKTê Seîd Elçî û hevalên wî re 45 sal derbasbûye. Heta nûha partiya wî û kurdperweran ew bibîrneanîn. Ew bes kêmasiyek nîn e, li Seîd Elçî û hevalên wî neheqîyek mezin e. Partiya wî û hevalên wî û kurdperweran ji bona ku di nav kurdan de nekokî kûr nebin ev yeka kirin. Lê ew ne rast bû. Lewra li derve rastiyek din hebû. Ev pirsa girîng ya dîrokî dihat minaqeşe kirin. Li ser vê pirsê nivîs û pirtûk dihatin nivîsandin. Konferans û Fîlm çê dibûn.

Ez, di van rojên dawî de dîsa di derbarê vê pirsê de beşdarî du civîna bûm. Ji derveyî vê van, Min bîranînê kesekî xwend ku pirsa Seîd Elçî çewa baravajî dike.

Loma ew bêdengîya di derbarê Seîd Elçî û hevalên wî de ne rast bû. Diviya bû ku ew pirsa dîrokî bi hemû rastî û aliyên xwe ve zelal bibûya. Di nav cîwanên Kurdistanê de şûûrek nû çêbibûya. Ev bêdengîbûn, perçiqandina maf û hiqûqa Seîd Elçî û Hevalên wî bû. Ew neheqiyek mezin bû. Divê me ev pirsa him minaqeşe bikira, him jî ji bona ku di nav kurdperweran de kûştin nebin, ev bûyera bikira çekeke dîrokî. Em, wek serokê giştî Kek Sertaç Bûcak jî diyar kir, tu car nebûne daxwazkarên kûştina kurdan û şerê nav xwe. Em îro jî bi dengekî bilind divê vê yekê bibêjin.

Ez di wê baweriyê de me ku ji bona ku ev pirsa dîrokî ya kûştina Seîd Elçî û hevalên wî nehat minaqeşe kirin, sedemên wê û kesên ev kara kiribûn nehatin diyar kirin, şûûrek nû di nav kurdperweran û bi taybetî jî di cîwanên Kurdistanê çênebû, PKK bi hezaran kurd kûştin, bi hezaran hevalên xwe înfaz kirin, bi hezaran kurdperwer û pêşmerge kûştin û dan kuştin. Rêxistinên Maoyî û Sovyetî li Bakûrê Kurdistanê ji hevûdu mirov kûştin. Hîn jî ew rewşa xerab û dramatîk jî dom dike.

Diyar e ku bi veşartinê û bi neminaqeşekirinê pêşî li xerabîyan nayê girtin, zihniyeta hiqûqparêzî û mafparêzî çê nabe. 

Ez, ev salên dawî li ser bîyografiya gelek serokên Kurdistanê rawestiyam û min bîyografiyên wan nivîsandin. Ez jî Seîd Elçî jî kêm û zêde nas dikim. Dema ku ez taybetiyên wî û qerektera wî ji çav derbas dikim, ez dibînim ku ew di rêza serok Şêx Abdûlselam Barzanî, Şêx Mehmûd Berzencî, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Seîd, Halid Begê Cibrî, Qadi Mihemed, Îhsan Nûrî de ye.

Ew serokekî îdeolojîk nebû. Ew serokekî civakî û milî bû. Ji bona wî Miletê kurd bi tevayî û bi hemû aktorên xwe yên civakî ve girîng bû. Ew kurdhez, milelhez, gelhez û Kurdistanhez bû. Wî berjewendiya Miletê kurd di ser her tiştekî re digirt. Wî li her ciyê lê bûye, ji bona mafên miletê kurd xebat kiriye.

Ew ji bona ku serokekî civakî û milî bû, di nav xwe xwediyê psîkolojiyek gelek xurt û aşkirî û mirovhez bû. Di heman dem di laşê wî de di çand û exleqa wî de îhtiras û kesperestî û xwehezkirin û şexsiyeta xwe di ser dozê re girin tûne bû. Loma jî dema Parêzer Faîq Bûcak biryar da ku bibe endamê PDKTê, Seîd Elçî gelek bi hêsanî ciyê xwe da wî û Faîq Bûcak bû serokê Giştî yê PDKTê.

Ew kesekî xwediyê cesareta medenî ya xûrt bû. Ew fedakarê miletê kurd bû. Ew kesekî ku unîversîte nexwendibû. Lê di xebatên kurdewarî de gelek bi cesaret bû.. Di Doza 49an de bi lehengî li hemberî dadgehê doza miletê kurd diparêze. Wê demê nexwweşê tuberkulozê ye. Lê ji dijmin re serê xwe natewîne û di şertên gelek zehmet de hepis radize.

Ew piştî Darbeya Talat Aydemîr jî, bi 23 rewlşenbîrên kurd re tê girtin û hepis dibe. Di vê dozê de kurdên sê beşan (Bakûr-Rojhelat-Başûr) hene. Di vê dozê de jî bi hevalên xwe lehengî nîşan dide.

Di doza PDKTê de (1968) jî wek lehengekî li ber xwe dide.

Ew li Bakûrê Kurdistanê karekî dîrokî pêk tîne û di tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê de pencerek nû vedike.

Wek tê zanîn, piştî serîhildanên milî yê Kurdistanê, dewletê got ku “me pirsa miletê kurd û Kurdistanê qedandiye. Me miletê kurd û Kurdistan xistiyê gorê û mezel. Me li ser jî çîmento cemidandiye.”

Rastî jî dewleta kolonyalîst ya Tirk, ji gelek alîyan de serkeftî bibû. Li Bakûrê Kurdistanê heta sala 1965-an livandinê milî çê jî bibin jî Rêxistineke kurdistanî ava nebibû.

Seîd Elçı havalên wî, di sala 1965an de piştî Rêxistina Îstîklalê ya Kurdistanê PDKTê ava kirin. Ew karekî dîrokî bû di tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê de.

Seîd Elçî di şerttên gelek zehmet de partî ava kiribû. Lê hezar mixabin rewşenbîrên kurd yên çep ew pêvajoya fahm nekirin. Bi çepên tirk re pêwendî û xebata xwe di TÎPê de domandin. Ew heta sala 1974an neketin nav PDKTê û ne jî xweser partiya xwe ava kirin.

Seîd Elçî, di sala 1954an de dibe Serokê Şax a Çewlikê ya Partiya Demokrat (DP). Wextekî xwepêşandanek ji bona partiyê amade dibe. Seîd Elçî jî di wê xwepêşandinê de axevtinek dike. Piştî axevtinê Celal Bayar di bin tesîra axevtina wî de dimîne. Wî gazî cem xwe dike û dipirse, dibêje ku “gelo te kîjan zanîngeh qedandiye.?” Ew jî dibêje ku “bi zorê û bi nanê tandûrê min dibistana destpêkê qedandiye.”

Wê demê Celal Bayar şaş dibe.

Di ser vê bûyerê re çend sal derbas dibe. Piştî vegera Serok Mele Mistefa Barzanî li Îraqê Doza 49an qewimî. Di eslê xwe de wê demê dewlet dixwaze ku 1500 kurdî îdam bike. Bi hezaran kurdan jî hepis bikin. Bi vî awayî pêşiya avabûna Kurdistana mezin bigire. Lewra vegere Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan, tirsek mezin xistibû dilê berpirsiyarên dewletên ereb, tirk, faris.

Wê demê dema ku lîsteya girtiyên doza 49an tê pêş Celal Bayar. Celal Bayar di lîsteyê de navê Seîd Elçî jî dibîne. Wê demê dibêje ku “ew xortên kîndar jî di nav van kesan de ye.”

Ew nêrîna Celal Bayar jî, diyar dike ku Seîd Elçî di pirsa milî de çiqas qerardar, hişk, bêtawîz û li her derê jî di pirsa milî de xwediyê helwesta milî ye.

Em nûha dikarin li ser awa û mesûlên şehîdbûna Seîd Elçî û hevalên wî rawestin. Min, ji bona vê mijara pêşî li Ewrûpayê pişt re jî li welêt di gelek rojnameyan de nêrînên xwe anîn ser zimên. Di gelek hevpeyvîn û civînan de jî min reyên xwe diyar kirin.

Dema ku Seîd Elçî û hevalên wî hatin şehîd kirin, li ser şehîdbûna wan gelek spekulasyon çê bibûn. Lewra ji kûştina wan Dr. Şivan, Çeko, Brûsk berpirsiyar hatibûn dîtin û hatibûn darizandin. Di derheqê wan de biryara dardekirinê hat dayîn, spekulasyon zêdetir bûn.

Hevalên Dr. Şivan digotin ku “PDK Iraqê pêşî Seîd Elçî û hevalên wî kûştin. Pişt re jî Dr. Şivan û hevalên wî ji kûştina wan berpirsiyar dîtin û şiklî darizandin û kûştin. Ji herduyan jî bi awayekî xelas bûn. Lewra Dewleta Tirk ji wan ev yeka xwestibû. Bi vê pêşîya çekdarîya ku Dr. Şivan dest pê bike hate girtin.”

Di destpêkê gelek kurdperwerên notr û bêteref jî bi awayekî bi vê nerînê bawerî anîn.  Lê din nav wextê de her ku ev mijara dîrokî hat minaqeşe kirin, di serê piranîya kurdperweran de zelal bû ku Seîd Elçî û hevalên wî ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî de hatine kûştin. Lê li ser sedema kûştina wan, ne zelalî û nêrînên cûda hebûn. Bi giştî jî dihat gotin ku Dr. Şivan û hevalên wî, Seîd Elçî û hevalên wî kûştibin jî, dîsa jî dardekirina wan ne rast bû.

Ez û Necmeddîn Buyukkaya di sala 1980yî de Li Rojavayê Kurdistanê gihîştin belgeyên hevalên Dr Şivan (Omer Çetîn û Soro) ku Seîd Elçî û hevalên wî ji aliyê Dr. Şivan, Çeko û Brûsk de hatine kûştin.

Omer Çetîn (Kurdo), arşîv teslîmî lawê Mele Hesenê Hişyar ku wek sekreterê Şêx Seîd Efendi tê nas kirin, kiribû. Wî çend caran xwest ku vê arşîvê teslîmî me bike, ez li dij derketim. Piştî çend daxwazan arşîv avêt pêş me. Min dîsa dest neda arşîvê. Min lewra ev tiştekî rast û dirûst nedît. Necmeddîn Buyukkaya ev arşîva vekir.

Ew belgeya mektebî siyasi ya Dr. Şivan, Brûsk û Çeko bi niviskî derket holê ku biryar hatiye girtin ku Seîd Elçî bê kûştin.

Brûsk li ser leşkerê (orduya) dewleta tirk analîzek nivîsandîye ku ev bûroşura perwerdeyî ya qadroyan bû.  Di wir de ji ajanbûna Seîd Elçî tê qal kirin.

Li wir mijar ji bona me zelaltir bû. Me bi hev re biryar da ku ew belgeyan di wextekî nêzik de bên çap kirin.

Hezar mixabin piştî demekê Necnmeddîn idîa kir ku ew belgeyen ji aliyê me de (Ala Rizgariy de) hatine dizîn. Ji bona me pirsgirêk tune bû. Diziya me fêde dida me. Lê ne rast bû.

Pişt re jî birayê wî Şervan Buyukkakay ew belgeyan bi navê “İlk anlatımê” çap kir.

Dr. Şivan kesekî bi îxtîras bû. Ew Ocalanê aktîf bû û cesûr bû.. Ev îxtîrasa wî bû sedema bûyerek gelek xerab.

Sipas. Bimînin di xweşiyê de.

Amed, 5ê Hezîran a 2016an.

Nerîna te