MIHEMEDÊ BEGÊ (MEHMET AKAY)

EY WELAT

Ey welat ez canfîdayê deşt û zozanê te me

Can fîdayê av û dehl û bax û bîstanê te me

Sûnd û peyman bî li ser min, dê te parêz kim welat

Xwîna narincî birêjim, merdê pêwanê te me

Dest li ser darê tiving im, çog ji erdê nabirim

Pa sîpan û leşkerê armanc û nîşanê te me

Can bisojim, dê bi pêt û agirê cenga welat

Agirê zerdeşte bî, ez bi xwe perwanê te me

Bostekê ez ji te nadim, bi welatê Hind û Çîn

Tu bihişta millet e, ez sûr û gerdanî te me

Dê bibirim ez bi şûr û xenceran, destê çepel

Hîmê bintar û esasê birc û eywanê te me

Dê bi hêz û hinera xwe, ez te parêz kim welat

Ala rengîn jor ve hildim, ez li ser banê te me

Rengê tîrêj û birûskan, dê xwe berdim ser neyar

Serbilind im bê guman, pêşmergê Berzanî te me

TÎRÊJ

MIHEMEDÊ BEGÊ

(MEHMET AKAY)

Mihemedê BEGÊ (Mehmet AKAY), ji alî Dr. Şivan ve li Başûrê Kurdistanê bi Saîd ELÇÎ re dan ber gulleyan hat kuştin.

Mihemedê BEGÊ, di sala 1935`an de li herêma Omerîyan gundê TALATÊ (Doganli) yê Mêrdîn çê bû. Malbata wî, li Talatê ji malên bê erd û herî xizan bû. Kurê malê yê bi tenê bû. Di temenê zaroktîyê de bavê xwe wenda kir, sêwî û xizan mezin bû. Bavê wî, li nêzî Nisêbînê li sînor ji alî leşkerên Tirk hatibû kuştin. Bi dayika xwe û du xwehên xwe di mercên zehf dijwar de jîya, zarotîya wî di nava tunebûn û feqîrîyê de derbas bû. Di wan salan (1938-1940) de, ji ber xela li herêmê, tevlî hin merivên xwe malbata wî jî derbasî Kurdistana Başûrêrojava bû. Mihemedê BEGÊ, li wir li ba Cegerxwîn feqetî kir. Piştî çen salan, tevlî merivên xwe dîsa vegerîya Bkurê Kurdistanê û li Nisêbînê bi cîh bû. Heta temenekî, bi alîkarîya merivên xwe debara xwe dikir. Piştî ket temenê xebatê, wek kedkarekî di karên cûre de xebitî. Dem deman diçû Serêkanîyê, li wira wek karkerê demsalî dixebitî. Debara dêya wî û her du xwehên wî êdî di hustîyê wî de bû. Di wan salan de, mîna hinek bajar û qezayên Kurdistanê yên li rex sînorê Sûrî, li Nisêbînê jî yek ji rêya debara gel ya herî girîng bazirganîya sînor û karê mişextvanîyê bû. Mihemedê BEGÊ, ji bo debara mala xwe bike, dem deman di van karan de jî dixebitî.

Ji bo ku gundîyekî bêzevî û xizan bû, di zarotîya xwe de çend salên ku li Başûrêrojavayê Kurdistanê mabû, geşedanên li Başûrê Kurdistanê, tadeyên giran yê mêtinkarîya dewleta Tirk li herêmê, giranîya xebatên welatperwerî yên li Nisêbîn û derdora wê û egerên din, bandor lê kir ku di temenekî ciwan de tevlî tevgera netewîya ya Kurd bibe. Hertim çûn û hatina wî ya binxetê jî di vêya de rolekî girîng dilîst.

Di 1956`an de PDK-S (Partîya Demokrat a Kurdên Sûrîye) avabûbû û di wan salan de (di salên 1950 û 1960) li vî perçî xebatên welatperwerî di astek pêşde bû; bi taybetî di mijarên ziman, çand û edebîyatê de xebatên girîng dihatin kirin. Di navbêna derdorên welatperwerên Kurd yên li van her du beşan pêwendîyên xurt hebû. Ji bo pêkanîna têkilîyên navbêna welatperwerên Kurd yê her du beşan, ragihandina belgeyên nivîskî yên di derbarê zimanê Kurdî, dîrokî, edebî û di warê sîyasî de û hin tiştên din, alîkarîyên girîng yê welatperwerên mîna Mihemedê Begê dibû.

Mihemedê Begê ku di van mercan de Tevgera Netewî ya Kurd nas kir, gava PDK-T hat damezrandin (1966-1967), di nava vê partîyê de cîyê xwe sitend. Mihemedê Begê, heta roja ku jîyana xwe ji dest da, di nava PDK-T de çalak xebitî. Berî ku PDK-T ava bibe, li vê herêmê (li ser xetên sînor yên Sûrîye û Iraqê) potansîyelek berfereh ya welatperwerî hebû. Gava PDK-T hat damezrandin, dest bi xabata bi rêxistinkirina vê potansîyela welatperwer ya fireh kir. Loma jî li Bakurê Kurdistanê, ciyê ku PDK-T di nava girseya gel de herî bi rêxistinî û alîgirîya zêde deverên başûr bû.

Mihemedê Begê, merivekî herêm û ciyên derbasbûna sînor baş nas dikir. Di nava PDK-T de, dem deman vatiniyên qasidî û rêbertîyê jî pêk tanî. Berê jî 5-6 cara çûbû Kurdistana Başûr û hatbû. Dema Darbeya 12 Adar 1971 pêkhat, ew li Mûsilê bû. Wek tê zanîn wê gavê “Peymana Otonomîyê” ya 11 Adar 1970 çêbûbû, li Iraq`ê serdemek aştî ya demî dajot. Di çûna Saîd Elçî ya Sûrî ku derbasî Başûrê Kurdistanê bû wî rêbertî kiribû.

Mihemedê Begê, mînakek tîpîk yê gundîtîya Kurdistanê bê zevî û xizan bû. Yên ku tade û zordarîya KT ya mêtinkarîya leşkerî, çewisandin û eciqandina çînên serdest yên Tirk û axatîya herêmê (axa, şêx û serokeşîr) herî zêde li ser xwe his dike ev beş e. Loma yên li hember Tevgera Netewî ya Kurd herî zêde heskirinê rêdide, yên tevlî daxwazên netewî ku daxwazên wan ê çînî hene (di serî de daxwaza axê) dîsa ev beş e. Yên herî beşdarî “Mitîngên Rojhilat” dibûn, ji beşên civakê yên sereke ku bi doza axê re daxwazên çînî didan pêş, gundîyên bê zevî, kêm zevî û yên xizan bûn. Li heremên Başûr, ji beşên civakî ku PDK-T xwe disipartê ev beş bû.

Mihemedê Begê, merivekî ku li heremê daxwazên neteweyî û civakî yê gundîyên Kurd ku ew di nav de bû zanîbû, ji zimanê wan fahm dikir û di pêwendîyên gundîyan de zerfiraz bû. Di taybetîya pirsgirêkên xwe de, rasteqînên li Kurdistan diqewimî, ji mirovên derdora xwe re digot. Baş di girîngîya xwendinê û ronakbirîyê gehîştibû. Xwendin û nivîsandina tirkî xwe bi xwe hîn bûbû. Daxwaza wî ya hînbûnê zehf bû; li hember tiştên ku wî nizanîbû, meraqa wî zêdebû.

Hogirê me rAhmedî Mehmet Altan, di derbarê wî de bîranînê xwe dibêje: (Hogirê me Mehmet Altan, di 1958 `an li gundê Talatê girêdayî Nisêbînê navçeya Mêrdî ji dayik bû. Di 26.03.1991 gava li Swêd penber bû ji nexweşîya şêrpençe jîyana xwe ji dest da.) “Mihemedê Begê, di salên 1970-71 de çend cara li Amedê hat mala me. Ez wê gavê diçûm dibistana navîn. Carekê, li Amedê, li mala nasekî wî gelek meriv civandibû. Şandibû pey min jî ku biçim wê derê. Piranîya wan merivan, mirovên nas ku ji herêma Omerîyan hatibûn li Amedê bi cîh bûbûn. Hemû jî gundîyên xizan bûn, ji bo ku li gundan nikarîbûn debara bikin, barkiribûn Amedê. Tu kes ji wan ne xwendin û nivîsandin zanîbûn û ne jî bi tirkî. Mihemedê Begê, bi xwe re hinek belavok û pirtûka M. Nûrî Dersimî ku hatibû teksîrkirin ya bi navê “DI DÎROKA KURDISTAN DE DÊRSIM” anîbû. Ji min xwest ku ez pirtûk û belavokan ji wan re bixwînim. Min wan belavokan û hin beşên pirtûkê ji wan re xwend û wergeran Kurdî. Ji xinamî û derdora xwe hertim vêya dixwest: buhayê wê çi dibe bila bibe, lê divê misoger hûn zarokên xwe bidin xwendin. Gava saloxa kuştina Mihemedê Begê hat, mirovên wê heremê gelek li berketin, ne dixwestin bawer bikin.  Mihemedê Begê, bi welatperwerîya xwe dihat naskirin û hezkirin.”

Gava  Mihemedê Begê hat kuştin, xwedî jin û bavê du zaroka bû.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir