Anadolu û Kurdistan

Îro em di nav gotinên xwe de an di xeberan de dibêjin û dibhîzin: “Anadolu, Anadolu, Anadolu…” an GAP/Projeyê Başûrê Rojahilat, DAP/ Projeya Rojhilata Anadoluyê, Guneydoğu/ Başûrê Rojhilat, Doğu Anadolu/Rojhilata Anadolu, İçanadolu/Navîna Anatoliyê…” bi zanebûn an bi nezanî em tev dibêjin.

Gelo Anadolu çî ye?

Anadolu li ku ye?

Sînorê Anadoluyê di kûr de derbas dibe?

Enedol1

Ev nexşe pênasiya anadoluya dîrokî ye. Çavkanî: tr.wikipedia.org

Etîmolojiya Anadoluyê, ji peyva Yewnanî Ανατολή tê wateya anatoli/anadolu rojhilat e. Di dema Bîzansiyan de ji ber ku Anatoliya eyaleteke Bizansiyan bû li rojhilatê wê bû jê re digotin “Anatoliya”. Di serdema Bîzansiyan de; Bajarên Afyonê, îsparta, Konya, Kayserî û Mersîn seranser tev di bin hukumraniya Bizansîyan de bû.(tr.wikipedia.org)

Di çavkaniyeke din de; Anatoliya/Anadolu “Bi Yewnanî ya navîncî ji bêjeya Anatolía ανατολία de welatê rojhilat, Navbera Qerexa Egeyê û çemê Firatê hatîye vegotin. Bi Yewnanîya kevn peyva anatolē ανατολη “1. Rabûn, welidîn, bi taybetî jî hilatina rojê, 2. Rojhilat, 3. Rojhilata Egeyê” ve zêdebûye. (etimolojiturkce.com)

Di serdema Osmaniyan de wexta Amasya navenda Osmanî bû; Sêwas, Kastamonu tevahî girêdayî Osmanî bû. (tr.wikipedia.org) û ji tevahiya van bajaran re digotin Anadolu.

Peyva Trakya jî bi Yewnanî Θράκη Traki, ji qewmê Trak tê. Herêma Trakyayê ya ku di nav Tirkiyê de ye, guhertine kırıne “Herêma Marmara”

Piştê avakirina komara Tirkiyê(1923), dewlet warên Kurdan tev bi Îranê, iraq û Suriyê re hate parvekirin bi peymana “Mîsaqa Mîllî” erdnîgeriya niha teqez kir. Paşê dewlet navê heremên Kurdan tev guherand. Cihên ku Laz lê dijiyan navê herêma Lazistanê jî guherandin. Niha bi fermî ji Tîrkiyê re“Anadolu” tê gotin.

Enedol

Çavkanî: tr.wikipedia.org

Peyva “Anadolu” di nav Kurdan de mirovên bi sal de tê gotin; kesê ku diçe rojavayê Tirkiyê (Enqere, Amasya, Afyon, Konya…) dibêjin “Çûye Anadoliyê, Ez çûm anadoliyê, niha li Anadolê me.” Lê carna ku yek here bajarên Erzurûmê, Meletiyê, an Maraşê jê re nabêjin “Çûye Anadoliyê.” 

Warên Kurdan yanê Kurdistan her çi qas di bin deste Osmanîyan de mabe jî, lê ji navê warên Kurda re “Kurdistan” gotine. Em di Seyehetnameya Ewlîya Çelebi de, di salname, belge û rojnameya Takvîm- î Vakayî Osmanîyan de wekî eyaleta Kurdistan hatîye gotin û ne siyasî be jî wekî cografî hatiye pejirandin.

Osmani

Erê “Anadolu” jixwe Anadolu ye lê çawa  warên Kurdan bû “Anadolu”?

Piştê Komara Tirkiyê navên bajaran, navê gundan, navên  çiyayên Kurdistanê tev guherandin, navên biyanî lê kirin. Zimanê Kurda hate qedexekirin û paşnavê Kurdan tev jî guherandin… qîma sazûmanê nehat; ji bo yekdewletbûnê, tekzimaniyê navê heremên Kurdan jî tev guherand, kirin “Anadolu”,  lê rastiya wê Kurdên bi sal an yên ku zanin tev ji warên Tirkan re Anadolî dibêjin. Ji warên Kurdan re jî em pirranî  Kurdistan nebêjin ji welatê Kurdan re bi navê heremê bikartînin weka “Herêma Botan, Serhedê, Soran, Behdînan…” tê gotin.

Ku mirov ji warê xwe re bi navê rasteqîn bikarneyîne çanda wî mîlletî wenda dibe, nifşê nû jî ji welatê xwe re xerîb dimîne.

Nifşên nû nizane, her çiqas Anadolu zanîbe jî haya wê ji etîmolojiya Anadolu û ji dîrokê tüne ye, navên herêman bi fermî dibêje û bikartîne. Kurdistan jî jê re xerîb tê wekî sîyasî dibîne. Nizane ku navê Kurdistanê kevnar e û warê kurda ye.

Paşa Amedî

ÇANDNAME

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir