SAÎD ELÇÎ

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ PDK-T Ê

Avakirekî PDK-T û Sekreterê giştî yê Saîd Elçî, di yek demê de serokekî netewî û rewşenbîrê Kurd yê wê heyamê ye.

Saîd Elçî, di 1925`an de li gundê Zeynep yê Bîngolê çêbû. Derfata wî çênebû ku perwerdeyek baş bibîne. Belê di wê heyamê de kesayetekî welatperwer yê rewşenbîr û sîyasetvan yê neqane ku dixwend û lêkolîn dikir, xwedîyê çandek berfireh ku di nava bûyeran de dijîya. Saîd Elçî, merivekî berhemdar, afirandêr û fedakar yekî ku bi keda xwe dijîya. Pîşeyê xwe hesabdarî jî bi hewldana xwe fêr bûbû û debara xwe bi karê hesabdarîya serbest dikir.

Piştî vegera ji leşkerîyê demekê li Îstanbûlê ma û li Pirtûkxana Asar-i Îlmîyye wek karmend kar kir. Piştre dest bi xebata hesabdarîya serbest kir. Di salên ku li Îstanbûlê ma, di jîyana wî ya sîyasî de demek girîng e. Li wira bi derdorê welatperwer û pêşverû yê Tirk û Kurd re pêwendîyên baş danî. Saîd Elçî, rêxistinvanekî baş, rêvebirekî zîrek, mirovekî pêkhêner bû. Ji bo ku xwendekarên Kurd lê bimînin, ji vekirina wargeha Xwendavanên Bîngolê re pêşkêşî kir. Di vê heyamê de, xebatên sîyasî, çandî û demokratîk ku li Îstanbûlê dihat meşandin, em wî di refê pêşî de dibînin. Van salan, heyama Saîd Elçî ya amdebûn û sitewandina sîyasî ye jî.

Em Saîd Elçî wek serokekî sîyasî, bi taybetî gava li hember Senatorê Nîgde Asim Eren ku li “TBMM” pêşnûmaya “Mukabele-î Bilmisli” ket serê çalakîya protestoya mezin ya telgrafan de dibînin.  Asim Eren, di salvegera şoreşa Iraq ya 14 Tîrmeh 1958`an de ku di Tîrmeha 1959`an de li Kerkukê di nava Kurd û Turkmenan de bûyerên rûdabûn kir bahane, dixwest artêşa Tirk bi tevgerek li hember Kurdan bergirîdanê bike. Vê bûyera, li Kurdistanê di nava gel û li metrepolên Enedolê di nava rewşenbîr û xwendekarên Kurd de bûbû egerê çalakîyên şermezarkirinê yê mezin. Wekî din Saîd Elçî li ser navê xwe di têlgrafa ku ji Asim Eren re şand: “Di van rojên ku serwerîya mafê mirovan dibe qanûn, kes nikare Kurdan ji holê rake!… Vêna têxe serê xwe yê ifnikî!…” digot. Vê bûyera, yek ji rûdanên ku Saîd Elçî wek serokekî sîyasî derxist pêş.

Saîd Elçî, di Bûyera 49`an ya 17 Kanûn1959`an ku destpêkir de kesayetek sereke ye. Tevlî ku nexweşîya wî giran bû jî 149 rojan di berxwadanên hucreyên Harbîye yê Îstanbolê de, di bin mercê giran yê tade, îşkence û birçîtîyê de bi mêrxasî cîh girtibû. Di doza 49`an de, yek ji yê parastina sîyasî jî kiribû dîsa ew bû. Di vê dozê de, wek yek ji serokê tevgera netewî ya Kurd dihat darizandin. Di vê dozê de, ji 24 kesên ku ji wan re cezayê îdamê dihat xwestin, yek jê jî ew bû.

Makezagona 1961`ê, li Tirkî ji hêzên şoreşgêr-demokratîk re hinek terfetên nuh pêşkêş dikir. Welatperwerên Kurd jî dixwestin ji vê rewşê sûd wergirin. Di vê demê de gelek organên weşanê hatin çapkirin; di bin navê “Doza Rojhilat” “Doza Kurd” bi virehî dihat munaqeşekirin. Loma salên 1960`an bi awakî, ji bo tevgera welatperwer ya Bakurê Kurdistan, heyamek berhevbûna ramanan bû. Saîd Elçî, Av. Zîya Şerefhanoglu û hevalên xwe di amadehîya weşandina kovarek Kurdî-Tirkî ya nuh ku bi navê Rêya Rast de bûn. Di nava welatperwerên Kurd de, cudahîya lênerînan jî her ku diçû zêdetir dibû, dabirî kûr dibû. Di vê heyamê de Saîd Elçî û dora wî, dest bi xebata amadehîya avakirina partîyek sîyasî ya veşartî kiribûn.

Hîna di demek ku doza 49`an bi dawî nehatibû, vê carê di heyva Pûşperê ya 1963`an de 23 Kurdên welatperwer hatin girtin. Vê doza ku wek “Bûyera 23`an” hat naskrin Saîd Elçî, wek “Serokê Kurdperestan” yê bi Berzanî ve girêdayî û veşartî rêxistin avakirin hat darizandin.

Saîd Elçî û hevalên xwe, bawer dikirin ku di wan mecên wê demê de wê doza Kurd bi rêyên qanûnî û aştîyane çareser bibe. Ji ber van egeran, lez dan xebata amadekarîya partîya sîyasî ku ji berê de bi pêwendîyên rêxistinên sîyasî yên Kurdistana Başûrêrojava û ya Başûr re di nav de bûn. Van amadekarîyana, wê di dawîya sala 1965`an PDK-T derxista holê. Saîd Elçî piştî avabûna PDK-T ji Îstanbola qetîya vegerîya Kurdistanê û tekoşîna xwe di nava girseyan de ajot. PDK-T di demek kin de li Kurdistanê, bûbû hêzek sîyasî ya ga girîng. Di 4 Tîrmeh 1966`an de sekreterê PDK-T Av. Faik BUCAK hat şehît kirin. Ev bûyer, ji bo vê konxa nuh ku PDK-T û tevgera Kurd ya netewî têde bû derbek giran bû. Piştî ku Faik BUCAK şehîd ket, erka Sekreterîya Giştî ya PDK-T Saîd Elçî girt ser milê xwe.

Bi axaftinên xwe yê dijwar ku di “Mitîngên Rojhilat” de, navekî ku nayê ji bûrkirin jî Saîd Elçî bû. Di van mîtîngan de, helbesta Faik BUCAK ya bib navê “SONDA MIRINÊ” ji bo Saîd Elçî wek “Sonda Netewî” ku her carê dihat dubarekirin. Saîd Elçî, bi alîyê xwe yê karîzmatîk û kasayeta xwe ya lihev civandin, rêxistinkar û çalakvan hezkirin û bawerîya dorhêlên welatperwer qezenckiribû. Ji ber axaftinên xwe yên di mitîngên Mitîngên Rojhilat” de Saîd Elçî û hevalên xwe, di vê heyamê de jî çen caran hatin girtin.

Saîd Elçî, di dawî de, di 28 Çile 1968 de di operasyonek berfireh de, tevlî 16 hevalên xwe, bi îdîaya “avakirin û rêvebirina PDK-T” hatin girtin û li Dadgeha Antalya ya Cezayê Giran hatin darizandin. Vê doza ku bi “sebeba parastinê” li Antalya hat meşandin, Saîd Elçî û Hevalên xwe parastina sîyasî kirin. Bi taybetî Saîd Elçî axaftinên dijwar ku li van rûniştinan dikir, li Kurdistanê di devê herkesî de bûn.

Piştî derba leşkerî-faşîst ya 12 Adar 1971`ê, dîsa li Saîd Elçî hat gerandin. Ji bo wî mana li Turkî`yê êdî têra xwe zehmet bû. Di van mercan de, biryar da ku biçe Başûrê Kurdistan. Dr. Saîd Kirmizitoprak (D. Şivan) û hevalên xwe jî çûbû Başûrê Kurdistan ku di doza Antalya de pêwendîyên wan xurt bûbû. Dema Dr. Şivan li Başûr bû, bi navê “Partîya Demoktara Kurdistan li Turkîye” partîya xwe avakiribû, Saîd Elçî û derdora wî wek “netewperest” û “paşverû” rexne dikir. Vê rewşa di nava refên PDK-T de nakokî derxistibûn, di nava kadir û binkeya partîyê de qeyran derxistibû. Yek ji armancên Saîd Elçî ya çûna Başûrê Kurdistan jî bi Dr. Şivan re hevdîtin bike, nakokîyên ku di nava “partîyê” derketine çareser bike, “duserîtî”ya ku di nava “partîyê” de derketîye ji holê rake. Bi vê mebestê di nîvê meha Gulana 1971`ê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû, ji wir jî derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Dr. Şivan, Saîd Elçî û rêberê ku bi xwe re biribû Mihemedê Begê (Mehmet Akay) li mala Osman Qazî ku berpirsê PDK-I yê herêma navçeya Zaxo û serok şaredarê wir bû, pêşwazî kir. Piştre, Dr. Şivan, tevlî ku Melle Evdilkerîm Ceylan (endamê polîtburoya partîya wî bû) li hember derket jî, di 1 Pûşper 1971 de Saîd Elçî û Mihemedê Begê li herêmek (Deşîş) nêzî Zaxo da ber gulehan û kuştin. Bi wan re Abdulletîf Savaş jî hat kuştin. Piştî ku bûyer derket holê, rêvebirîya PDKI, Dr. Saîd Kirmizitoprak (D. Şivan) û hevalên wî yê partîyê ku beşdarî biryara kuştinê bûbûn Çeko (Hîkmet Buluttekîn) û Brûsk (Hasan Yikilmiş) li Gilala daraz kirin û cezayê îdamê da wan. Kuştina Saîd Elçî trjedîk û piştre kuştina Dr. Şivan û ya hevalên wî, di dîroka nêz ya Tevgera Netewî ya Kurdistan de wek bûyerek dramatîk cîh sitend.

Kuştina “du Saîd”an ya bi vî şêweyî, ji bo PDK-T û tevgera Bakurê Kurdistan ya netewî-demokratîk derbek pir giran bû. Veqetandina nava PDK-T kûr bû û di nava refên netewî de rê li dabeşbûnê vekir û di nava şopgêrên “herdu Saîd”an tovên neyartîyek ku bi salan bajo çand. Vê neyartîya, heta [avabûna Hevkarîya Demokratî a Netewî (UDG)] dawîya salên 1970`an ajot.

Mirovekî çalakvan, mirovekî têkoşer ku jîyana xwe ji bo doza azadî û rizgarîya gelê xwe pêşkêş kir, xwedîyê kesayetek dilnizm û karîzmatîk, wek serkêşekî netewî yê heyamê ku bi helwesta demokratîk û fedakarîyê tije SAÎD Elçî, di dîroka Kurdistan ya netewî de cîyekî girîng sitendîye. Gelê Kurd ji bo ku lawekî mîna wî hêja afirandîye, mafdar e ku pê bipesine û serbilind be. Gelê Kurd, şehîdên xwe yên nemir ku mîna Saîd Elçî û yên mîna wî jîyana xwe ji bo doza Kurdistan feda kirine bi bîr tîne û herdem bi bîr bîne.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir