Pirtûka Xurşît Mîrzengî: Sala Şewatê

Pitûkek din ya hêja û bi qîmet li pitûkxana Kurdî zêde bû!

Ev pirtûk ji çend alîyan ve hêjayî xwendinê ye.

Helbet wek roman hatîye nivîsîn û çêja romanek xweş dide. Lê ne romanek ji rêzê ye. Ev roman, ne romanek evînê ye jî, lê evîndarî tê de hatîye hûnandin. Ev belge romana serhildana Şêx Seîd e û piştî têkçûna serhildanê, berxwedana Şêx Fexrî û hevalên wî ye. Bûyerên ku bûne mijara vê romanê, çi bigire, hema tev qewimîne. Yanî serpêhatîya beşek ji dîroka gelê Kurd e.

Wek her romana birêz Xurşît Mîrzengî, di warê zaravê Kurmancî de, hêza ravekirin û vegotinê, ji hêla hûnandin û raçandina mijaran û dewlemendîya gotinên Kurdî ve, ev romana wî jî hêjayî xwendinek ku meriv dewlemendîya Kurdî jî tê de bibîne.

Roman, êş û azarên civata Kurd ku di serdemek giranîya gelên di bin nîrê Osamanî de netewe dewletên xwe ava kirine, lê welatê Kurd çawa seranser tê şewitandin û hilweşandin û xwîna gelê Kurd di gelî û newalên Kurdistanê de çawa diherike radixe ber çavan.

Wek roman, teknîka hûnandin û vegotina mijaran, ji tu romanek cîhanê ne kêmtir û şûndetir e. Birêz Mîrzengî, di mijar û armanca xwe de serketî ye.

Em dizanin, mêtinkarên bêûjdan, navên hemî gund, bajar, çîya, gir û newalên Kurdistanê, heta bi nav û piştnavên merivan guhertîye. Lê nivîskarê me, di vê pirtûkê de, kîjan bûyer li ku derê qewimîye, nav û dirbên herêma yê eşîr, malbat û erdnîgarîya Kurdistan yek bi yek nivîsandîye.

Pirtûk, behsa serhildan û berxwedana tevgera Şêx Seîd dike. Di destpêk, qewimandin û têkçûna tevgera Şêx Seîd de, helwest û tekoşîna alîgirên berxwedanê û bi taybet ya Şêxên Bukarik û begên Pêçarê li ber çavan radixe. Bi taybetî beşdarîya Şêx Şemsedîn`ê apê Şêx Fexrî, malbat, meriv û murîdên wan di tevgera Şêx Seîd de bi hûrgilî bi lêvdike.

Ji ber xebat û amadekarîyên serhildanek neteweyî ku ji alî rêxistina Azadî û Komîta Serxwebûna Kurdistanê bi rêve diçû; dewleta tirk ji bo pêşî li vê tevgerê bigire, bi provokasyonên leşkerî, berî dema wê were, şer da destpêkirin û ji ber şêwir, tedbîr û tevdîrên pêwîst nehatibû kirin û li ba gelek eşîr û şêxan hîn bîrbirinek neteweyî tunebû û bîra pêşerojê nedibirin, kêmanîya rêxistinî û hevkarîya eşîret, terîqet, cemaet û hêzên Kurd, îxaneta nav xwe û gelek sebebên din berxwedana Şêx Seîd jî têk çû; lê tevger hema bi carekê ne temirî jî. Hîna li gekek deveran şervan û rêberên civatê tekoşîna xwe heta dawîya tevgera Agirî berdewam kirin. Loma bi rêya vê pirtûka hêja birêz Mîrzengî, gelek haydarîyan dide me.

Piştî têkçûna berxwedana Şêx Seîd, li herêma Amedê û bi taybetî çîyayên dorberê Amedê , di pêşevanî û seroktîya Şêx Fexrî, Feqî Elî, Emê Faro û hevalên wan de berxwedan û tekoşîn berdewam dike. Lê rêvebirên dewleta tirk, bi piştgirîya hêzên emperyal, biryar daye ku tevgera Kurd bi qir û qelandin ji holê rake.

M. Kemal, Îbrahîm Têlî dike Mufetişê Giştî yê 16 bajarên Kurdistanê. Piştî derxistina qanûna ‘‘Takrîrî Sukûn‘‘, êdî li herêma Kurdistan kanûna Îbrhîm Têlî derbas dibe. Li gorî sîxurên xwe yên li herêmê, yên bi awakî peywendîya wan bi doza Kurd heba yan dijî walî helwestek rêbida, ya bi îşkencê, yabi sûîqastê dida kuştin, ya davêt zîndanê, ya dardadikir yan jî nefî û koçberî cîyekî nenas û dûr dikir. Yên xwedî mal û milk, maldar û serokeşîr ba û tu têkilîya wî ne bi dewletê re û ne bi tevgera Kurd re hebaya jî Têlî û bînbaşîyên xwe Elî Barût û Elî Heyder ji wan bertîl û xwîkîtî dixwest/dixwar. Carna ew daxwaz, ji hêza hin merivan zêdetir ba û nikarîba bidaya; wê gavê bangî wan dikir, bi îşkence û zordarîyên hovane wan ceza dikir; wek îbret ji mêranî dixist. Bi vê şêweyê, tenekên tije zêr yên dev lehîmkirî, dişandin Enkerê.

Ji bo di derbarê girîngî û naveroka pirtûkê de fikir bidim xwendevanan, van du paragrafan ji pirtûkê werdigirim:

‘‘Li Enqerê Kemal Şîyana Elî Fuat qels dîtibû, serhildana Șêx Seîd bi barbarî, lîstikan, berrahevdanê, çek û sîleh fetisandibû. Dûre Elî Heyder û Elî Barût șandibûn Amedê, wan jî bi șewata gundan destpêkiribûn û Kurd tirsandibûn. Di binê tehdîda wan eşqîyayan de, xewa şevan li civatê herimandibûn. Hîna hevalbendên Șêx li derve, serê çiyayan mabûn. Digotin: ‘Em li ser axa xwe, xwîna xwe dirêjînin, lê teslîmî Roma teres, mahcirên bêesil nabin.’

Mîriya Îsmetê Kerr, ji meclisa Romîyan qanûna ”Mecbûrî Îskan, Tenkîl û Tedîl” deranîbûn. Kurdên li ber dewleta Tirkan dest nedifirkand, dișandin penaberîyê, yên serîtewandî jî di binê potînên wan de dîl, fena mişkê nava pencên pisîngê, amûrê lîstikê. Yên dijber, di rê û dirban de qir dibûn. Pêkanîna qanûnên dehbeyî jî dabûn destê Mifetișê Gelemperî Îbrahîm Têlî. Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê li diyarê zinarê Fîsqeyasî danîbûn. Yên ew qanûn bi cîh tanîn, di binê fermana Îbrahîm Têlî de, Bînbașî Elî Heyder û dîsa Binbaşî Elî Barût bûn. Elî Heyder berpirsiyarê rojavayê çemê Dîcle û Elî Barût yê rojhilatê Çem bû. Yanî navçeya Bismilê, Licê, Farqîn, Pasûr û Qabilcewaz di nava herêma Elî Barût de, Hênê nehya Licê, Hezro nehyeya Farqînê bû.‘‘

Bi plan û fermana Misto û Îsmet, Elî Heyder û Elî Barût, pêşî herêma Pêçarê û piştre hemû gund û malên serhildêr û berxwedanîyê ku li hember dewleta tirk asê bûbûn, yek bi yek tev pez û dewarên wan, tev nivîn û qûtên wan, tev pirtûk û cilên wan şewitandin! Mêran; hinek li ber çavên zarok û malîyên wan, ya li wê dera bi daran hestîyên laşên wan yek bi yek dişikandin û îşkenceyên hovane dikuştin; yan jî bi komî, didan ber qezetore û gulehan. Jin û zarokan ji ber kêrê difilitîn jî nefî dikirin bajarên tirkan û ji wezîfedarên dewletê re dikirin bende û navmalî. Ji bo ku gelê Kurd tune bike û yên mayî jî çavtirsandî bikin, çi rêbazek hovane hebû, bi kartanîn.

Birêz Xurşît Mîrzengî, bi naveroka vê pirtûkê, me dibe wan salên ji nuh de tesîskirina kolonyalîzma Komara Tirk ku çawa seranser Kurdistanê dişewitînin, gelê Kurd dikin bende û hêsîr! Çi yekî li mafê xwe digere û berxwe dide, bi çi rêbazên dirinde ji meydanê radike, li ber çavên me dîsa zindî dike!

Ez birêz X. Mîrzengî, ji bo vê xebat û berhema hêja pîroz dikim. Hêvîdarim ku neslê nuh vê pirtûkê bixwînin û dersên girîng jê derxin. 24.09.2021

Xidir ÛSO

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir