Ji bo şehîdên Enfalê mizginîya herî mezin serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye!

Seddam Huseyin li gel şerê bi Îranê re di sala 1986an hêzeke mezin şand ser Başûrê Kurdistanê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd en ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û amûr mubah bûn; bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên gelêrî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.
Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê Kurd her wiha Asûrî û Turkmenan jî ji van êrîşan para xwe girtin. Di encamê de 182.000 Kurdistanî hatin kuştin, ji 4665 gundên Başûrê Kurdistanê 4000ê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava nema. 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cîh û warên xwe berdan bi çol û çîya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê wan kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.

Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibû, danîbûn ‘Enfal’. Enfal mana xwe ‘xenîmeta şer’ e. Belê rast e, Seddam ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destê wan çek digre kuşt, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên Ereban ve mecbûrî koçberîyê kir, wek ‘xenîmeta şer’ dest danî ser wan, destdirêjî li wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Hîn îro jî li deverên Ereban, gorên komkujîya Kurdan dertên holê.

Îşaretên qirkirina Kurdan hîn di sala 1983an de, dema bi girtin û kuştina hemû mêrên Barzanîyan ku bi dest xistibûn dîyar bûbû. Baasîyan avêtibû ser herêma Barzan, ji 10ê heta 70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên Başûrê Iraqê û hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan li Musul û Hewlêrê mecbûrê îqametê kiribûn.

Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye, komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hov, di bin sîya şerê bi Îranê re kir. Emerîka, Ewropa, dinya , musilman, cîranên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe kerr kirin. Kîngê bi sedhezaran Kurd ji bo hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên Emerîkî û Ewropîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran Kurd di serma û qesemê de ku xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyê dabûn di hafizeyan de teze ne.

Piştî 32 salên jenosîda Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.

Lê belê, ne jenosîdên pêştir, ne ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Belê, Enfal ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû.

Bi hemû wehşet û wêrankarîya xwe Enfalê jî xelkê Kurd teslîm negirt. Gelê kurd ew 4000 gund û bajarên xwe ji nû ve ava kirin, rê û pire ji berê jî çêtir kirin. Zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garana dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nuh ve çêrîyan. Li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir, azadî û demokrasîyeke ku tu car ew ax nebûye şahid, anî.

Dewleta Federa ya Kurdistana Başûr îro ne tenê ji bo Kurdan, herweha ji bo Asûrî, Turkmen, Ereb, ji hemû etnîsîte, Êzîdî, Suryanî, Kildanî, Şebek, Ehlî Heq, Şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitar.

Divê dinya êdî vekirî piştgirîya gelê Kurd bike ku xwe bi xwe îdare bike, mecbûrî jîyana bi dewletên ku ev keraset anîne serê wan, neke.

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14ê Nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bîne bîra xwe û ew ê ji bîr neke.

Mizgînîya herî mezin ye ji bo şehîdên Enfalê, îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.

Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin û yên ku ev jenosîda pêk anîne, bi tûndî rûreş dikin.

14.04.2018

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *