Du Maddeyên Neteweyên Yekbûyî (NY)

Siddik BOZARSLAN           

Di vê çarçoveyê da ez dixwazim bi çend hevokên kurt be jî li vir behsa Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bikim (kurtîya İngilizîya wê UNIC e) ku di nav xelkê da jê ra dibêjin Koma Miletan (KM).  NY, bi gotina xelkê, Koma Miletan (KM- Ez dê di nivîsaran (textan) da wê bikar bînim), di 24ê oktobra 1945an da li Amerikayê hatîye damezrandin. Ev dezgah, xwedêgiravî jibo parastina aştîya cîhanê û parastina wê ye ku hevkarîya aborî, civatî û çandî ya navneteweyî di raya giştî da kirîye amanca xwe ya sereke.

Lê bildirgeya ewil, di 12yê hezîrana 1941an da li Londrayê derçûye ku ”hem di şer da û hem di aştîyê da digel gelên dî xebateke muşterek were kirin.” ew bû gafa ewil jibo KM. Prensipên ku ji alîyê Serokê Amerikayê Franklin Rossevelt û Serokwezîrê İngilistanê Wilson Churchill ve di 14yê tebaxa 1941an da hat pêşkêşkirin ku ew di raya giştî da bi navê ”Şertê Atlantikê” tê naskirin. Di 01.01.1942an da 26 welat ku li hemberî ”welatên Mihver”ê di şer da bûn, wî şerta qebûl kirin. Di 30.10.1943an da li Moskova bildirgeyek ji alîyê Sovyetê, Britanyayê, Amerika û Çînê ve hat îmzakirin ku pêdivîya peymanek û hûnandina wê di çarçoveya navnetewî da were sazkirin. Ev hedef bû sebeb ku di 01.12.1943an da li Tahranê Amerika, Sovyet û Britanya peymanek îmza bikin.

Civîna giştî ya pêşî a KM,  di 10.01.1946an da li Londrayê bi beşdarîya 51 welatan pêkhat û di dema nuha da endamên wê li gora hesabên 2011an 193 welat in. Di 24.10.1949an da li New York a Amerikayê, hîmê Avayîya Navendî jibo KM hat avêtin ku îro jî ew xanî tê bikaranîn. Ji ber ku balkêş e, ez dixwazim du maddeyên KM li vir pêşkêşî we hêjayan bikim.

Li gora maddeya 1ê ya ´Lihevhatina (sözleşme) Navneteweyî jibo Mafên Siyasi û Medenî û Mafên Çandî (kultûr) û Civatî û Aborî´ ya KM; mafê gelan heye ku şikil bidin dahatuya xwe (qedera xwe). Madde 1: 1) Mafê hemî gelan heye ku dahatuya xwe bi destê xwe tayîn bikin. Li gora wê, mafê hemî gelan e ku bi awayekî azad biryar li ser statuya xwe ya siyasi bidin û geşbûn û pêşveçûnên aborî, civatî û çandî bi azadî pêkbînin.

Madde 6) Li gora vê madeyê jî mafê hemî dewletên endam heye ku her yek ji wan sînorên dewleta xwe biparêzin.

Wek em di van du maddeyan da dibînin, dijberîyeke berbiçav di naverokên wan da heye. Li gora maddeya 1ê mafê gelê kurd heye ku dahatuya xwe bi destê xwe bi awayeke azad tayin bike; lê li gora maddeya 6an jî mafên dewletên dagirkerên welatê me wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye jî hene ku sînorên xwe yên heyî biparêzin û nehêlin ku neteweyê kurd qedera xwe ya dahatuyê bi îradeya xwe ya azad taîn bike.

Lê wek em di destûra Îraqê ya 1958an da dibînin; neteweyê kurd digel Ereban û zimanê Kurdî digel zimanê Erebî wek du nasnameyên cuda hatine qebûlkirin û nivîsîn. Li gora vê belgeyê neteweyê kurd û zimanê wî kurdî wek nasnameyek bûye belgeyê hem Îraqê û hem jî yê KM ku di huqûqa navdewletî da hatîye qebûlkirin. Lê digel wê rastîya nivîskî ku ketîye destûra Îraqê, heta demên 1991ê jî bi awayeke adîl û aştîyane mafên gelê kurd ên demokratik û neteweyî neketin nav jîyana kurdan; berevacîyê wê timî tahde û zulum û şerê qirkirinê li dijî kurdan hat bi karanîn û loma ew ji alîyê kurdan ve nehat qebûlkirin.

Nuha jî li gora sistema federalîyê, destûrek li Baxdayê heye û Hewlêra Paytext jî xwedîyê nasnameya federalîyê ye. Ji dervayî wê, li gora şertên îroyîn cîyê nasnameya kurdan li Surîyê, li Tirkîyê û li Îranê tune ye. Her çi qas li Îranê ”Eyaleta Kurdistanê” hebe jî, di pratika huqûqa hundurîn da kes behsa nasnameya Kurdî nake. Loma di vê analizê/nirxandinê da her çiqas ez behsa Bakurê Kurdistanê bikim jî, divê xwendoxên hêja vê çarçoveyê di nava çarçoveyên Başurêrojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê da bibînin. Bi tabîreka dî, ev analiz; tenê Başurê Kurdistanê li dervayî wê çarçoveyê dihêle û hemî parçeyên Kurdistanê dixe nav wê çarçoveyê.

Piranîya sîyasetvanên bakurî, naxwazin fam bikin û bibînin ku Sistema Ankarayê, dagirkerê welatê me ye û organa herî mezin ya vê sistemê TBMM bixwe ye. Sîyasîyên ku vê helqeya sistemê naxwazin bibînin, wan ferq nekirine ku welatevînî û kurdevînîya xwe radestî (teslîmê) Ankarayê kirine. Bi tabîreka dî: kurdevînî û niştîmanevînîya aktorên sîyasî ku TBMM meşrû dibînin; bi awayek ew dikevin nav helqeya parastina sistema Ankarayê û dibin natorvanên wê sistemê. Bi vî awayî ew di destê sistema Ankarayê da bûne karikatorên sîyasî yên xulamîyê û qerwaşîyê. Ji ber ku ev mijareka gelek giring e û rasterast bi jîyana neteweyê kurd ya man û nemanê ra girêdayî ye; min pêwist dît ku di nivîsareka dî da vê mijarê bi hûrgilî raxînim pêşîya we hêjayan.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir