Peyama Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê:

JI KOMÎTEYA AMADEKAR A FESTÎWALA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YA KOLNÊ RE

Xuşk û Birayên Hêja!

Em bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê, bi şîara “Bakur, Piştgirîya Serxwebûna Başûr Dike” yek bi yek we silav dikin. Serkeftin û serbilindîyê ji bo we dixwazin.

Me gelek dixwest ku îro em li cem we, di nava we de bûna. Me bi hev re ala şeref û namûsê, ala serxwebûnê bilind bikira! Belê dil û fikra me her bi hev re ye.

Xuşkno, Birano!

Welat û miletê me di rojên tarîxî û kirîtîk de derbas dibe. Li Başûr serxwebûn, li Rojava firsenda statuyekê hatîye ber derî. Îro roja hesabên piçûk, roja “ez, tu, ew” ê nîne. Îro roja mezin fikrandinê; roja hevkarî û yekîtiyê ye. Îro roja ‘qedera xwe bi destê xwe nivîsandinê’ ye!

Bi vê wesîleyê em bi hev re diqîrin û dibêjin:

Bijî Serxwebûna Başûrê Kurdistanê!

Bijî hevkarî, piştgirî, tifaq û yekitîya Kurd û Kurdistanîyan!

Bi navê Însiyatîfa Piştgirîya Referendûma Serxwebûnê (26. 08.2017)

Ayetullah AŞITÎ​​ (Berdevkê Hereketa Azadî)
Mustafa ÖZÇELİK ​​(Serokê Giştî yê PAKê)
Sertaç BUCAK​​​(Serokê Giştî yê PDK-Bakur)
Sinan ÇİFTYÜREK​​(Serokê Giştî yê ÖSPyê )
Mesut TEK ​​​(Serokê Giştî yê PSKyê)
Mahmut KILINÇ​​Parlamenterê berê
Sabahattin KORKMAZ​Hiqûqnas
Ekrem BİLEK​​​Doktor, Şaredarê Sêrtê yê berê
M.Celal BAYKARA​​Hiqûqnas
Ferda CEMİLOĞLU​​Karsaz
Yaşar ABDÜLSELAMOĞLU​Akademîsyen

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *