Yûra Nabîêv: Biryara avakirina Konfederasyona Diyasporayên Kurdan biryareke dîrokî ye

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 43

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike.
Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 43 yan ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.
Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, îro jî Civak û Sîyaset di carçovaya bernameya derbarê Diyasporaya kurd, derheqa pêkanîna koordînasyoneke hevbeş ya Rawenda Kurdên Dîyasporayê ku li civîna 10an ya sibata îsal ya Rêxistinên sivîl yên Kurdên Diyasporayê li Stockholma Swêdê hate li darxistin, nêt û armanca damezirandina konfederasyona kurdên Ewropayê, herwiha derheqa Konferansa Federasyona Navnetewî ya Civaka Kurd (FNCK) yên Sovyêta berê, ku di destpêka meha tebaxê li Moskvayê dê bê li darxistin, herweha derheqa plan û proje, xebat û çalakîyên wê saziyê ji bo piştgirîya doza Kurdistanê, li gel hemû serokên wan komele û rexistinan ku di Konfederasyonê de cihê xwe girtine, gotubêjan dike.
Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina wan pirsan û mijarên din yên rojane mêvandarîya lêkolîner û pisporê sîyasetê, serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, Cîgirê Serokê Federasyona Navnetewi ya Civaka Kurd (ya welaten Sovyeta bere), berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûrayê Şamil Nabîêv kir.
Birêz Yûra Nabîêv re ji stûdyo radyoya Ria taza bajarê Moskvayê ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.
Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên serokê Komeleya Piştevanî û Hevkariya bi gelê Kurd re, Cîgirê Serokê Federasyona Navnetewi ya Civaka Kurd (ya welatên Sovyêta bere), berpirsyarê sereke yê malpera Ria Taza birêz Yûra Nabîêv.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye
http://krd.riataza.com/2018/07/28/yura-nabiev-biryara-avakirina-konfederasyona-diyasporayen-kurdan-biryareke-diroki-ye/

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *