Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê: Komîteya Rêzdar a Festîwala Referandûma Serxwebûnê,

Xuşk û birayên delal,
Berîya her tiştî, ji ber vê xebat û ked û dilsozîya we, ji can û dil we û hemû kedkar û beşdarên vê Festîwalê pîroz dikim, rêz û silavên xwe yên welatperwerane pêşkêş dikim.
Kurdistanîyên hêja,
Îro bi navê ‘’Iraq’’ê dewletek li holê nemaye.
Li Rojhilata Navîn dê nexşe ji nû ve bê guhertin, bê çêkirin.
Bexdayê, Qanûna Bingehîn a Federalîya Iraqê binpê kirîye, tune hesibandîye.Bexdayê ji bilî serxwebûnê tu rê ji gelê me yê başûrê Kurdistanê re nehiştî ye.
Herweha serxwebûn û dewletbûn mafekî herî rewa yê gelê Kurdistanê ye.
Ji ber wê jî em weke PAK, bêyî qeyd û şerd piştgirîya referandûmê û piştgirîya ‘’Erê’’ya serxwebûnê dikin.
Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji azadîya hemû perçeyên Kurdistanê re jî dê rêyê xweştir bike.
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji nuha ve yekgirtina hemû Kurdên cîhanê pêk anîye û ev Festîwala we jî nîşna vê yekê ye.
Nabe ku tu kes, referandûmê bikin qurbana pirsgirêkên navxweyî. Nabe ku di vê pêvajoya dîrokî de tu kes, bi sîyaset û kiryar û hewlên xwe pirsgirêkan , nexweşî û serêşîyan ji xuşk û birayên me yên başûr re derbixin.
Piştgirîya referandûmê û ya ‘’ERÊ’’ya serxwebûna erk û berpirsîyarîyeke netewî û dîrokî ye.
Bi hêvîya ku ev yekgirtina giranbûha û qedirbilind bibe destpêka tifaq û yekgirtineke hîn berfirehtir û berdewam ya netewî û Kurdistanî.
Bijî referandûma serxwebûnê
Bijî serxwebûna başûrê Kurdistanê
Bijî Azadîya Kurdistanê
26.08.2017
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *