Pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn, rewşa giştî ya cîhanê, Osmanî û Kurdan

 

A.Rewşa giştî ya cîhanê

Li Ewrupayê bizavên Renesans û Reformê, Şoreşa Fransayê, li Britanyayê Şoreşa Sanayîyê û belavbûna wê, keşfên erdnîgarîyê û pêşveçûnên wd.. li Ewrupayê bûbû sedemê despêkirina Çaxa Ronayîbûnê. Digel van pêşveçûnan, teknoloji jî bi awayek bilez pêşta diçû, xurt dibû. Pêwistîya madde û pazarê jibo dewletên mezin yên Ewrupayê wek Biritanya Mezin, Fransa, Italya û Almanya xwe nîşan didan û ev jî jibo wan dewletan dibûn sedemên rekabeta destxistina koloniyan. Jixwe Britanya Mezin û Fransa, gelek koloni bi dest xistibûn, rîyên deryayê û çavkanîyên madenan xistibûn bin bandora (kontrola) xwe. Li gora wan, Almanya û Italya paşketî mabûn. Rekabeta menfeetên di navbera wan dewletên mezin da û bi taybetî xurtbûyîna Împaratorîya Almanyayê, dewletên mezin xistibûn nav metirsîyek.

Li hemberî vê resma Ewrupayê ya jorîn ku di despêka sedsala 19.an da li meydanê bû; Dewletên Yekbûyîyên Amerikayê (DYA), di sîyaseta cîhanê da hê nebûbû xwedîyê tesîreke mezin. Wê demê serkêşîya Bloka Emperyalê (emperyalist) Britanya Mezin dikêşand ku jê ra digotin “Împaratoriya ku roj li ser naçe ava”. Wê demê nufûza Britanya Mezin (Qralîyeta Mezi) heta Hindistanê û Afrikayê fireh bûbû. Rekabeta ku di nav van çar dewletan da hebû, Rusya jî wek dewleteka pêncemîn û xurt û mezin ket nav wê rekabeta pêşberikê. Di hedefa van dewletên kolonyalist da 2 kitayên mezin hebûn: Asya û Afrika. Dema dîrokê despêka sedsala 20.an nîşan dida; êdî rekabeta navbera wan pênc dewletan gîhabû tîtalekê û zengila şer dihat lêxistin.

Lê di encamê da di nav hêzên mezin yên Ewrupayê da du blok çêbûbû. Di alîyek da .Împaratorîya Almanya û Împaratorîya Avusturya – Macaristan û Îtalya ku ji wan ra Tifaqa Sisêyê dihat gotin. Di alîyê dî da jî Britanya Mezin, Fransa û Rusya hebûn û ji wan ra jî Îtîlafa Sisêyê dihat binavkirin. Bi tabîreka rasteqîn sebebê esasî ku bi xwe ra du blok dabû çêkirin; bûyerên aborî, sîyasî û civakî yên wan hêzan, bûbûn hedefa rekabeta emperyalî. Velîahtê (arşiduku) textê Împaratoriya Avusturya – Macaristanê Franz Ferdinand (1875- 1914), di 28ê hezîrana 1914an da ji alîyê nasyonalistekî sirbî ve hat kuştin û ev bûyer bû sedemê agirê ewil ku bi xwe ra dagirkirina Sirbistanê ji alîyê Împaratoriya Avusturya- Macaristanê ve anî ku bû tarîxa îlankirina Şerê Cîhanî yê Yekemîn ku rastê 28ê temûza 1914yê tê.

Di demeke kurt piştî îlankirina şer da Almanya, Fransa û Belçika û Luksemburgê dagir kir. Rusya , êrîş bir ser Almanyayê û Britanya Mezin jî li dijî Almanyayê şer îlan kir. Bi vî awayî şer, ewil li tevayîya Ewrupayê belav bû û paşê jî dirêjîya agirê şerî xwe berda nava erdên osmanîyan. Îtalya, bê ku têkeve şer di 1915an da bloka xwe guhart. Di nav pêvajoya şer da Sirbistan, Belçika, Yunanistan, Romanya, Portekiz, Japonya û Amerika di nav bloka Îtîlafê da cî girtin û Bulgaristan jî bloka Îttîfakê bijart.

B.Rewşa Osmanîyan

Li Stanbolê (Konstantinopolês) di 1876an da Meşrutîyeta I.emîn hat îlankirin, ewil car destûrek hat çêkirin û hukmê Abdulhamîdê II.yemîn hat sînorkirin. Bê guman li dijê saltanata Abdulhamîdê II.yem, her ku diçû muxalefet xurttir dibû. Di 1908an da Meşrutiyeta II.yemîn hat îlankirin û di 1909yan da Abdulhamîdê II.yemîn ji ser hukum hat dûrxistin û Sultan Reşat bû padîşahê nû. Lê  Cemîyeta Îttîhat- Terakkîyê (CÎT) bû xwedîyê îktîdarê yê esasî. Di pêvajoya 1912- 1913an da Trablusgarp ji dest çûbû û piştî du Şerên Balkanan, Împaratorîya Osmanî ketibû nav merhaleya belavbûnê.

Di 1911an da herêma Trablusgarpê ji alîyê Îtalyayê ve hat dagirkirin ku ew der li Bakurê Afrikayê bû û girêdayê osmanîyan bû. Bi Peymana Uşîyê ku di 1912an da çêbû, Trablusgarp û 12 Giravên Egeyê bi Îtalyayê ve hatin girêdan. Di oktobira 1912an da Dewletên Balkanê Yunanistan, Bulgaristan, Sirbistan û Karabaxê li dijê osmanîyan dest bi şerê serxwebûnê kirin ku ji wê ra Şerê Balkanê yê yekemîn tê gotin û ev şer di 30yê gulana 1913an da bi dawî bû û her weha herêma Balkanê ji osmanîyan qetîya. Lê di pêvajoya havîna 1913an da careka dî şer derket. Di encamê da Dewleta Osmanî, Rojavayê Trakyayê bi tevayî wenda kir, Edirneyê jî ji Bulgaristanê paş ve sitand û di encama her du Şerên Balkanê da osmanî, hebûna xwe ya li Balkanan bi tevayî wenda kir.

Balkêş e ku rêvebirên CÎTyê, ji 1913yan wê da êdî îdeolojiya ”osmanîtî û îslamîtî”yê berdan û dest bi parastina tirkîtîyê kirin. Di wê pêvajoyê da Îttîhatçiyan, di politika derve da ketin nav lêgerîn û hewildanan ku tifaqdaran û alîkarîya wan bistînin; lê li hundur jî dest bi teda û zulmê kirin. Bê guman têkçûnên osmanîyan li Balkanê, di nav dewletê da bû sedemên endîşeyên mezin. Sadrazam Mahmud Şevket Paşa, di 22yê  gulana 1913an da ji Almanyayê generalek xwest da ku orduya wan ji nûve organize bike. Di hezîrana 1913an da di encama suiqastek da, Sadrazam M. Şewket paşa hat kuştin. Di 4.12.1913an da Peymana Alman- Osmanî hat çêkirin û General Liman Von Sanders hat wezîfedarkirin ku orduya osmanî modernize bike. Di dawîya 1913an da Sanders hat Stanbolê û dest bi karê xwe kir û ewil bû berpirsê Orduya Yekemîn û paşê ew kirin Mufetişê Giştî yê Orduya Osmanî.

Rêvebirên osmanîyan, berîya ku şer despêke bûbûn du alî. Alîyek dixwestin hevkarên Britanyayê bin, lê alîyê dî jî dixwestin digel Almanyayê (Enver Paşa û hevalên wî) têkevin şer. Osmanî, hem di warê abûrîyê da û hem di warê eskerîyê da ketibûn bin bandora Almanyayê. Piştî hevdîtinên vekirî û veşartî (dizî) Almanya û Osmanî di 2yê tebaxa 1914an da peymaneke dizî çêkirin û osmanîyan xwe di nav şer da dîtin. Bi vî awayî xeyala politika Îttîhatîyan ya Turanizmê û politika Almanyayê ya ku heta Hindistanê dirêj bibe ku çav berdabûn koloniyên îngilizan, maceraya her du alîyan gîhan hev. Îttîhatçiyan bawerîya xwe pir bi almanan anîn û ketin nav şer.

C.Despêka sedsala XX. û rewşa zana û siyasetvanên kurd!

”Di despêka sedsala XX. da serbajarê dewleta Osmanî Stanbol bû û ew ji alîyê çandeyî û sîyasetê ve navendeka (merkezeka) giring bû. Her wekî ku gelek zana û rewşenbîrên gelên bindest ên Osmanîyan gelek zana û xwendekar û sîyasetvanên kurd jî li Stanbolê civîyabûn. Ew zana û xwendekarên kurd dixebitîn ku tovê bîr-bawerîya welatevînîyê û fikra kurdîtîyê di nava gelê kurd da biçînin û paşê jî rîya tevgereka neteweyî vekin; bi awayeka dî tevgereka neteweyî  saz bikin. Her weha wan dixwest ku pêşewayîya wê tevgera neteweyî bikin û bi rîya wê tevgerê Kurdistanê ji binê nîrê dewleta Osmanî rizgar bikin. Jibo gîhana  wê amancê  jî dixebitîn ku ji hemî keys û fersendan mefadar bibin.

Lê li vir divê em ewil navê Rojnameya Kurdistanê bi bîr bînin ku ji alîyê Mîqdad Mîthet Bedirxan ve li Misrê di 1898an da derketîye ku ew rojnameya kurdan ya ewil e û M. Mîthet Bedirxan jî rojnamevanê kurd yê pêşîn e. Di sala 1900î da Komela Kurdan a Pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. ”… Navê wê komelê, ”Komela Vîna Zexm a Kurdistanê (Kurdistan Azm-i Kawî Cemîyetî) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Ehmed Remzîyê Licî dizanin. (Zinnar Silopî, Doza Kurdistan, Çapxana Stewr, Bêrût 1969, rûpel 25-26) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye.

Careka dî keys û fersend , piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya ”Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî”  (Osmanlı İttihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908´an da hatîye sazkirin.   Di despêka rejimê da, azadîyeka hema hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî.  Jixwe prensib û sloganên rejima nû ”azadî, biratî, wekhevî” (hürriyet, uhuvvet, musavat) bûn.  Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî.

Hingê welatevîn û neteweevînên Kurd jî xebitîne ku ji wê rewş û keysa nû mefadar bibin û xebateka neteweyî vêkxin. Berê wê xebata wan, berê sazkirina ”Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd” (Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti), derxistina kovara ”Kurdistan), sazkirina dibistaneka Kurdî, paşê jî sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê” (Kürd Tamîm-î Maarif Cemîyetî) û ”Komela Xwendekarên Kurd Hêvî” (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî), derxistina kovara ”Rojî Kurd” û kovara ”Hetawî Kurd ” bûye.  (Zinnar Silopî, Eynê eser, r. 23, 24, 35, 37 û Jîn, jimare 21, r. 924)

”Lê belê, piştê derketina Şerê Cîhanî yê Pêşîn, kargêrên komela ”Hêvî” û gelek ji endamên wê bi destê hukumeta ”Yekîtî û Pêşketinê” (Îttihad ve Terakkî) hatine girtin û hatine şandin bo cepheyê şer. Bi wî awayî, ew mêledeya ku ”Hêvî”yê teviştandibû vemirîye û heta sala 1918an wisa vemirî maye. ” (M. E. Bozarslan, Jîn, c. 1, r. 7-8) 

Berîya îlankirina Meşrutîyeta II.yemîn, hin eşîrên kurd li dijî osmanîyan di nav hewildanan da bûne; lê hin eşîr jî nêzîkê Abdulhamîdê II.yem bûne ku jibo wan problem tunebûye. Wek numûne; di bin rêberîya Şêx Abdulselam Barzanî da di 1907an da daxwaznameyên kurdên herêmê (daxwazên ototnomîyê) ji Bab-î Alî ra tê rêkirin û bi bahaneya ”kurd dixwazin ji osmanîyan veqetin” êrîşên osmanî li herêma Barzan diqewimin. Di çarçoveyeka weha da li Silêmanîyê jî di bin pêşevatîya Şêx Saîd Berzencî (bavê Şêx Mahmud Berzencî ye) da di 1908an da serhildaneka dî diqewime. Li herêmên bakur jî em rastê hewildanên Mela Selîmê Zaza li Bedlîsê û li herêma Amedê jî bûyera Serokê Eşîra Milî, Îbrahîm Paşayê Milî tên. Lê mixabin wek piraze li meydanê ye, hemî hewildanên kurdan têk diçin.

Di pêvajoya Meşrutîyeta II.yemîn da jî rewşa kurdan bi giştî baştir nebûye. Hin zanayên kurd jî bi CÎT ra tevdigerîyan. Lê piştî bûyera êrîşa li ser Bab-î Alî ku di 23.01.1913an da qewimî; êdî têkilîyên CÎTyê û zanayên kurd, bi temamî tên birîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *