BANG Û HEWAREK JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ!

Di 21ê sibata 1952an de, li Pakîstanê xwendekarên bengalîyan yên zanîngeha Dakkayê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê xwepêşandanek mezin li dar xistin. Di nava polîsên pakistanî û xwendekarên bengalî de, şer û pevçûnek giran dest pêkir û di encama vê pêvçûnê de 11 xwendekarên bengalî ji alîyê polîsên pakistanî ve hatin kuştin. Lê ev berxwedan ji bo mafên zimanê dayikê bû sembolek girîng û UNESCOyê di 17.11.1999an de biryar da ku vê rojê weke ”Roja zimanê dayikê” îlan bike. Ji sala 2000an vir de, 21ê Sibatê li seranserî cîhanê weke ”Roja navneteweyî ya zimanê dayikê” tê pîrozkirin.

Bêguman, maneya vê rojê, ji bo me kurdan gelekî girîng û bi rûmet e. Lewra, îro bi miljonan zarokên kurdan ji mafên xwe yên herî xwezayî û rewa, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.

Zarokên kurdan, li dibistanên dewletên dagirkeran neçar hatine hiştin ku bi zimanê ”resmî” yên kolonyalîstan perwerde bibin. Ev ji bo zarokên kurdan neheqî û zilmek gelekî mezin e. Herweha ev ji bo pêşeroja zimanê kurdî jî metirsiya herî mezin e. Ji ber vê siyaseta asîmîlasyonê û zordarîya dewleta dagirker û kolonyalîst, zimanê kurdî, li hemberî jenosîdeke zimanî rû bi rû maye.

Zimanê kurdî, roj bi roj dihele; piranîyek mezin ya zarokên me ku pêşeroja zimanê kurdî ne, êdî li Bakurê Kurdistanê, metropol û dervî welêt bi kurdî napeyivin. Ji ber vê yekê jî zimanê kurdî li hemberî man û nemanê rû bi rû ye!

Li gorî lêkolîn û agahdariyên UNESCOyê, li cihanê ji 6 000an zêtir ziman hene. Lê ji vana 2500 ziman bi metirsîya tunebûnê re rû bi rû ne. Ger xebat, hewldan û tedbîrên pêwîst neyên girtin, ji % 90ê van zimanan, hetanî dawiya vê sedsalê wê ji holê rabin. Zimanê kurdî jî yek ji van zimanên ku di bin vê xeterî û metirsîyê de ye.

Loma jî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, mudaxeleyî vê pêvajoyê bike û ji bo xebat û têkoşînek berfireh xwe amade bike. Xebat û kampanyayên girseyî û mayinde li darxîne; raya giştî û dezgehên navneteweyî di vî warî de agahdar bike.

Herweha, divê em weke netewe jî bi hemû îmkanên xwe hewl bidin ku pêşî li ber vê zilm, zoradarî û jenosîda li ser zimanê kurdî bigrin. Bi kampanya, agahdarî û xebatên cihêreng hewl bidin ku malbatên kurdan bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin. Divê em bi xebat û têkoşînên cihêreng hewl bidin ku, zimanên malbatên kurdan bibe zimanê kurdî! Her malek kurd bibe dibastenek kurdî! Her malek kurd, bibe kozik û çeperek berxwedana ji bo parastina zimanê kurdî!

Di vê mijarî de, barekî giran û wezîfeyek pîroz dikeve ser milê dayikên kurdan. Di parastîna zimanê dayikê û kultura kurdî de, roleke sereke ya dayikên kurd heye. Li hemberî asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, kozik û çepera herî girîng ya miletê Kurd, ev rola dayikên kurd e. Ne bi saya serê dayikên kurd ku li malên xwe bi zarokên xwe re bi kurdî dipeyivin bûna; wê asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, gelekî dijwartir û berfirehtir bûya. Lê mixabin, ew rewş ji ber wêrankirina gund û bajarokên Kurdistanê û koçberîya ber bi bajar û metrepolan, her ku dihere hejartir dibe. Êdî dayikên kurd, weke berê bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin û ev ji bo pêşeroja zimanê kurdî metirsî û xeterek gelekî mezin e.

Loma jî divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, li hemberî vê asîmîlasyon û jenosîdê sîyasetek objektîf û taybetî amade bike û bi programên demdirêj û rojane mudaxeleyî pêvajoyê bike. Bi vê aramancê, divê platformên xebat û têkoşînê yên pêwîst bêne avakirin; piştgirîya platform, xebat û lêkolinên di warên zima kurdî de bêne kirin û ev xebat bêne teşwîq kirin.

Ji bona zimanê kurdî di serî de di nava malbatê de û herweha di hemû qadên civatê û jîyanê de bibe zimanê axaftin û pêwendîyê, divê xebatên pêwîst û tedbîrên acîl bêne girtin!

Bi munasebeta 21ê Sibatê, ”Roja navneteweyî ya zimanê dayikê” em carek din weke TDK-Tevger diyar dikin ku divê dewleta Tirk dev ji vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî berde; zimanê kurdî weke zimanê fermî qebûl bike û li Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî  û mafê ferbûn û xwendina ji bo zimanê dayikê yên pêkhateyên Kurdistanê bipejirîne. Herweha, divê li dibistanên navçeyên Tirkîyeyê jî mafên fêrbûn û xwendina bi zimanê dayikê ji bo kurdan û pêkhateyên li wan deran cihwar bûne, bihê nas kirin!

Zimanê me hebûna me ye!

Divê em bi her awayî li zimanê xwe xwedî derkevin!

Weke hemû zarokên miletên din, mafê zarokên kurdan jî heye ku bi zimanê dayikê perwerde bibin!

Li dijderketina perwerdeya bi zimanê dayikê û asîmîlasyona li ser zimanê dayikê, rûreşîya siyaseta dagirkerî, kolonyalîstî û sûcekî dijî mirovahîyê ye!

Destpêka aştî û civateke demokratîk, di naskirin û pêkanîna perwerdeya bi zimanê dayikê re derbas dibe!

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be!

2022-02-21

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
TDK- TEVGER

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *