Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!

Åžeyhmus Ozzengin

Medyayek xwedî hestên netewî, niştimanî û azad ji me kurdan re lazim e. Ji ber ku medya, çav, guh û zimanê milet e. Sîyaseta yekalî û totalîter dijminê medya azad e. Ji ber ku civatê li ser esasên yekdengîyê dîzayn dike, pirdengî li hesabê wan nayê. Kirinên xwe yên li ser civatê, zilm û zordarîya xwe bi van metodan dixwazin veşêrin. Her sîstema nemirovî, dîktatorî ev metod bikar anîye û ji xwe re jî her sebeb çêkirine. Lê tu sebeb, qutkirina dengê azad û piralî meşrû nekirîye û nake jî.

Ji yek têlê, yek nûçe, yek deng, yek îdeolojî, sîyasetek yekalî dîktatorî ye. Veşartina karesatên bi qirêj e. Civatên modern vê sîstemê red dikin. Ne bi sîstema qedexekirinê, lê bi edalet û mafnasîya xwe bawer dikin. Dîktator û tirsonek ji medya azad, ji pirdengîyê ditirsin û metoda girtinê, qedexekirinê, kujtinê ji xwe re dikin kar. Ew karê wan jî xizmetê ji milet re nake.

PKK ji serî de, li ser esasên totalîter hatîye damezirandin û li hember hêzên dij xwe û di sîstema navxweyî de prensîbên dîktatorî meşandîye. Ji ber ku pirdengî, belavkirina dezînformasyonan eşkere dike û ev jî li hesabê PKK nehatîye û nayê. Metoda qedexekirinê, kujtinê û zîndankirinê ji xwe re hilbijartîye.

Li Roavayê Kurdistanê, li hember xebatên Rûdawê û xebatkarên Rûdawê, bêrêzîya PKK û Rêveberîya qaşo xweser di astek dîktatorî de ye.

Ez tenê ji nava mehekê çend bûyeran mînak bidim:

„Roja 08/01/2022, dema tîma duyem a Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji Vîviyan Fetah û Îsa Xelef pêk dihat, xwest biçe bajarê Hesekê, rêgirî li wan hat kirin û nehiştin ku herin Hesekê.“

„Çarşemê, (02.02.2022) demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.“

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Rojavayê Kurdistanê Barzan Ferman, ku bi hevkariya du wênegiran (Îsa Xelef û Ara Bîco) rûmala bûyera Girtîgeha Xiwêranê dikir, ragihand, roja 26ê Çileya 2022 hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û tîmên wan ên îstîxbaratî rêgirî li rûmala Rûdawê kirin û weşan bi wan dan rawestandin, herwiha ew ji Hesekê derxistin û ji wan re gotin `careke din venegerin!“

„Li Goristana Şehîdan, 6 jinên endamên Asayişa Qamişlo, rêgirî û bêrêzî bi peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah dikin û piştre dibin navenda Asayişa Qamişlo.

Di vê êrişê de kamera, sîstema veguhestina weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, çend belge û nasnameya peyamnêr Vîviyan Fettah ku di çenteyê di otomobîla Rûdawê de bûn, hatine birin.“

„Her li Goristana Şehîdan, 5 kes ku cilên serbazî li ber bûn, lê endamên asayiş an hêzên polîs nebûn, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel siwarî otomobîleke Rûdawê dikin, dibin cihekî derveyî Qamişlo û piştî îşkence, lêdan û gefan, wan berdidin.“ (Çavkanî, medya Kurdistanê)

Berî van êrîşan jî 6 caran êriş li ser ofîsa Tora Medyayî Rûdawê ya li bajarê Qamişlo hatîye kirin. Beşek ji wan êrişan, ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger a ser bi PKK ve hatin kirin û heta niha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ti kes ji wan encamderên êrîşên bo ser ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo, desteser nekirine.

Di van nûçeyan de jî eşkereye, ku li Roavayê Kurdistanê, PKK li hember kurdan û medya azad sîstemek yekalî û dîktatorî dimeşîne. Rewşek aloz û bi qirêj, bi metodên qedexekirinê tên veşartin. Berî van bûyeran jî çendîn caran êrîş hatibû ser ofîsên Rûdawê û ofîsên partîyên Kurdistanê. Di van êrîşan de zîyanên canî û madî jî çêbibûne.

Rûdawê, li hember van êrîşan serî dananî û prensîbên xwe yên nûçegerîyê û dengê azad û niştimanî bikar anî. Ev êrîşên ser axa Roavayê Kurdistanê û kirinên PKK û Rêveberîya xweser qeyd kir, bi raya giştî re her parvekir û xebatên xwe meşand. Ev helwestek rast û berpirsîyarîyek a xebatên medayayî bû. Divê tu carî medya serî ji dîktatoran re danexe û nebe alîyê yekdengîyê.

Li hember vê helwesta Rûdawê, Rêveberiya Xweser a Roavayê Kurdistanê, mohleta kar ji Rûdawê stend û karê wê li Rojavayê Kurdistanê qedexekir. Rêveberîya Xweser, di sebeba „qedexekirina Rûdawê“ de jî dîyar kir ku:

“baweriya me bi azadiya medyayî heye, lê Rûdaw di nava pêkhateyên civakî de kînê belav dike û ev demek e Rûdaw li derveyê rêziknameyan kar dike û pabendî prensîbên kar nabe.

Li gorî yasaya medyayê û lîsteya îdarî ya yasayê, di demên borî de Tora Medyayî ya Rûdawê du caran (10.2021 û 22.10.2021) hate hişyarkirin, lê tevî vê yekê Rûdawê siyaseta xwe ya karkirinê ne guhertîye, lewma me biryar da ku xebatên Rûdawê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.“

Rêveberîya xweser bi emrê PKK ev biryar stend. Eşkere dibêje „me çendîn caran karmendên Rûdawê hîşyar kirin e“(!) Qezda vê „hişyarî“yê, ew êrîşên ku min li jor yek bi yek rêz kirine. Yanî Rêveberîya Xweser metodên hişyarîyê (tehdît, îşkence, revandin, jikenandina alavên medyayî, destdanîsa ser xebatên wan, şewitandina ofîsên wan) wek hîşyarî dipejirîne. Ev jî yek bi yek metodên nemirovî û dîktatorî ne.

Ez êrîşên ser medya niştimanî, azad û pirdengîyê şermezar dikim.

06.02.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *