Di van rojên dawî de, li Tirkîyeyê gelek helwestên balkêş bala mirov dikşîne. Bi taybetî doza ERGENEKON û piştgirîya HAMAS ê pir tiştan eşkera dike. Pirî caran ew kesên ku ji hev dûrtir xuya dikin mirov dibîne li ser berjewendîyên Tirkîyeyê şirîkê hev derdikevin.
Em hemû dizanin ku, hinek mijar, hinek helwest hene her tim bal kişandîye ser xwe. Lê belê di vê nivîsê de helwesta min ne ev mijara ye. Ez dixwazim bal bikşînim ser hevalbendîya li dijî gelê Kurd. Rast e, her mijar li gor naverok û dema xwe girîng e. Lê mirov gava li gor pîvanên mirovahîye li van mijaran binêre, dikare bigihîje gelek encaman. İro em dibîn ku piranîya gelê tirk û hinek Kurd, ji bo ku gelê Kurd nebe xwedîyê mafê xwe yên Netewî, ji bo ku ew nebin dewlet û nebin deshilatdar îtîfaqek kirine. Ya girîng jî di hinek babetan de an jî di hinek xalan da, di nav civata Kurdan û a Tirkan de hevalbendîyekî pir kûr heye.
Bi rastî, gava mirov ji salên 1970 an vir da li bûyer û gengeşîyên nav civatê dinêre, mirov ecêbmayî dimîne! Destê kê di bêrîka kê de ye?
Kî bi kî re hevalbende? Ew kesên ji hev cuda xuyanin çiqas nezîkî hev in û bi hev re nin!
Ka em paş ve bizîvirin û li rêzefîlmê binêrin:
1960 cunta leşkerî (Bi hezaran girtin, binçavkirin, koçberî, zîndankirin, kuştin û 3 îdam)
1970 cunta leşkerî û sivîl ( Bi hezaran girtin, binçavkirin, êrîşên komandoyan, zîndankirin, kuştin û 3 îdam)
1980 cunta leşkerî (Bi hezaran girtin, binçavkirin, koçberî, penaberî, zîndankirin, kuştin û 52 îdam)
Di hemû deman de aktor û derhênerên wan bûyeran yek in!
Gava em li ser van bûyeran lêkolîneke bingehîn bikin, emê heta dema “TeÅŸkilat-ı Mahsusa” û “Ä°ttihat ve Teraki” jî herin. Ev çete û kujerên dest bixwîn di hemû deman de, serdest bûn û îro jî serdest in!
Yek armanca wan heye ku di hemû deman da bi saya darê zorê û bi çavsorî serdest bimînin! Ji bo serfirazîya xwe tu car li neteweya xwe û li xulamên xwe nanihêrin. Ji bo wan ya girîng, sedaqat û jêhatîbûna xulaman e!
Ziya Gökalp, Abdullah Cevdet, Süleyman Nazif, Şükrü Sekban an jî yên wezîfedarên îroyin! Di navbera wan de zêde ferq tuneye. Em dikarin bêjin ku, yek ferq heye ew jî…: Dem diguhere, nav diguhere lê xulamtî û neyartî tu car naguhere!
Di dema serhildana Şêx Seîd de, li dijî Kurdan oldar, komunîst, kemalîst û nijadperestên Tirk yek deng bûn, xwedî yek helwest bûn û xwedî yek dijmîn bûn! Lê ne tenê bûn, hevalbendên wan yê kurd jî hebûn! Kemalist bûn, xulam bûn û kurmê darê bûn!
Di serhildanên KOÇGÄ°RÃŽ, AGÄ°RÃŽ Û DERSÄ°MÊ de jî, neyarên Kurdan yek enî bûn. Hevalbendê hevbûn û ji bo Kurd bi ser nekevin lîstok û lîstokvanên xwe bi kar danîn. Riza Nûr, Åžefik Hüsnü û Mahmut Åževket Esendal dest dida destên hev û ji alîgerên xwe re digotin “ew kurd neyarên me ne û ew dixwazin komara me ya ciwan hilweşînin.”
Wê demê Kurdên kemalist jî, ji bo xwe bi kujerên xwe re şêrîn bidin xuyakirin destmal digirtin destê xwe û dawîya dîlanê de direqisîyan!
Îro em dibînin ku dîsa gelê Tirk, ji bilî hinek demokrat û lîberalan, yên din tevayî, çep, rast, oldar, kemalîst, nijadperest li dijî gelê Kurd yek alîne, yek enî ne! Gava dor tê ser pirsa Kurd û Kurdîstanê hemû radibin û bi ser navê Atatürk sond dixwin. Bi tundî helwestek netewîperest li dijî gelê Kurd nîşan didin.
Ji bo wan, Kurdê herî baÅŸ “Kurdê mirîye!” Bi xulam û alîkarên xwe ne bawer in. Tirs û xofa di dilê wan de her ku diçe zêde dibe. Ji bo ku kurd nebin xwedî maf, xwedî dewlet helwestên pir alî û polîtîkayên gemarî bi kar tînin.
Li dijî van helwestan, Kurd çi dikin? Hinek jê, bi can û mal alîkarîya birayê xwe yê “misilman” dikin; hinek jê jî dibêjin “bijî biratîya gelan!” Hinek jê “enternasyonalîst”in; hinek jê jî “ümmetçî ” ne!
Lê ji hev re, ne birane û ne jî hemwelatî ne! Hebe tune be, li dijî hev fesadîyê dikin! Li hemberê hev çavsorin û “mêrxasin!”
Welat perçe bûye, ziman tevlîhev bûye û mejî bi sînorê dagirkeran ve hatîye girêdan. Parastina mafên dewletên dagirker li ser piÅŸta xwe wek bar dibînin. Ji bo peymana Lozanê, ji bo “misak-î millî”, ji bo ‘’ yek al, yek ziman û yek netewe’’ çalakvanin û hiÅŸyarin(!)
Lê gava dor tê ser berjewendîyên gelê Kurd, hemû alî dikevin xewneke giran! Ji bo Kurd nebin xwedî dewlet, ew bi îtîfaqin(!) Ji bilî ew kesên ku bi can, bi mal û bi bawerîyek bê sînor xwedî doza Kurd û Kurdîstanê derdikevin !
Ev çend roje, gelê Tirk û hinek Kurd li dijî êrîşên Îsraîlê, ketine kolanan û piştgirîyê didin hêzên HAMASê! Bi girseyî di kolanan de her roj xwepêşandan heye. Hinek rêxistinên nasnama wan ne dîyare alîkarîyan kom dikin.
Gelo, ew Saddamê dev bixwîn, gava HALEPÇEyê bi bombayên kîmyasal bombe kir, tu deng ji kesî derket? NA! NA! NA!
Gava ENFAL dest pê kir, 182 hezar Kurd hat katilkirin deng kesî derket? NA! NA! NA!
Li bakûrê Kurdîstanê di wan salên dawî de 4000 hezar gund hatin şewitandin, hatin walakirin, 3 milyon Kurd ji warê bav û kalên xwe, ji gundên koçkirin, tu kesî got çi dibe? NA!
40 hezar xort û keçên Kurd hat kuştin, bi hezaran mirovên welatparêz di golên Asît de hatin helandin! Bi hezaran xort û keçên me li ser çîyan hatin kuştin, gelek ji wan bê nav, bê gore, kesî got em lêkolînekî bikin? NA!
Ma leşkerên Îsraîl serê xort û kêçên Kurdan jêkirin? Guh û pozên şervanan qêt jêkir?
Gelo ew leşkerên Îsraîl bûn ku guh û pozên cîwanên me wek dîyarî birin ji bo malbatên xwe?
Gelo, gelê Kurd ne misilmanbûn? Ma gelê Tirk ne misilman e?
Ew tiştên hat û hê jî tê serê Kurdan ma qey ji alîyê Îsraîl ve tê kirin?
Ev 20 sal zêdetire dewleta Tirk, bi êrîş û polîtîkayên pişaftinê; bi kuştin û şewitandinê, terorê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Tiştên dewleta Tirk dike tu dewletek nake! Lê belê, me rojek ne dît ku, braderên Tirk rabûn dewleta xwe, artêşa xwe rexne bikin!
Gelê Tirk helwestên li dijî Îsraîl nîşandidin xwezîya li dijî serdestên xwe ji nîşanbidana! Lê em hemû baş dizanin ku, dewleta dagirker hebûn û tunebûna xwe li ser qirkirana gelê kurd sazkirîye.
Rast e, her tim divê mirov li dijî zordarîyê be! Lê belê, berîya her tiştî divê mirov li hemberê celadê xwe, li hemberê kujerê xwe stûxar nebe!
Ew kesên ku dijî îsraîl bi girseyî di kolanan de diqîrîyan, xwezîya ji bo gelê Kurd jî bi meşîyana!
Xwezîya ew Kurdên me yên “enternasyonalîst û ummetger” li dijî bombardûmanên Tirkîyeyê jî derketina kolanan!
Xwezîya şûna rojeva “hokus pokus”ê de, rojeva xwe bi daxwazên Kurd û Kurdîstanîyê bixemilandina…
13 Jan 2009