Li ser Qanûna Pirjinî û rewşa jinê

Weke tê zanîn ku demek berê, parlamentoya Kurdistanê qanûna pirjinanînê qebûl kir.

Helbet di vê dema ku civata Kurd li perçeyekî Kurdistanê bûye xwedî desthilatî, divê parlamentoya Kurdistanê û hikumeta herêmê, him di warê raya navneteweyî û him jî li hemberî civata Kurd, bi balkêşî û berpirsîyarî qanûnên xwe sazbike.

Her qanûnek ku ji alî parlamentoya Kurdistanê derkeve, dibê bêt zanîn ku tesîra xwe li hemû civata Kurd dike. Qanûn ne ji bo demekê tên danîn, ji bo pêşerojê jî tên danîn.

Di vê dema ku teknolojîya dîjîtal, dîtinbar û  înternet bi lezek meriv gêj dike pêşve diçe, ku dunya tev ji her mirovî re eşkere kiriye, ku li parlamentoya Kurdistana Federal, qanûnek dijî prensîpên gerdûnî û demokrasîyê bête pejirandin, ji bo desthilatîya Kurdistan kêmanîyek e.

Vê qanûna pirjinî, di warê têkilîyên jin û mêr de, wê bandorek neyênî li rewşa jinê û civata Kurd bike.

Di warê têkilî û jîyana civata Kurd de, heta niha ji xeynî qanûnên dewletên serdest, bi giranî du şêwe qanûn serwer in: qanûnên eşîretî û yên îslamî. Ev her du şêwe qanûn jî li ser şêweyê mulkîyeta serdema navîn û pederşahîyê avabûne. Her çiqas ku li bajaran têkilîyên sermîyandarî hinekî van hiqûqana sist kirbe jî, xesipkirina heq û şîdeta mêr li hemberî jinê bi hemû giranîya xwe berdewame.

Roj tuneye ku li perçeyekî Kurdistanê bûyerek ku di derbarê jinan de pêkneyê. Roj tuneye ku jinek Kurd neyê kujtin yan xwe nekuje. Jixwe li welatê me gelek jin, herroj di bin tade û lêdana mêran de ne.

Sermîyantîya mêr ya li ser malê û mulkîyetê ya mutleq berdewam e, dayik ji zarokên xwe, keç jî ji birayên xwe hindiktir xwedî peyv û heq in.

Mêr, jin û keçan namûsa xwe dibîne, lê ew xwe namûsa keç û jin û dê nabînin.

Bav û law, sertewandina misoger ji jin û keçan dixwazin; ger serî daneynin, lêdan û xeberan ji wan re rewa dibînin.

Mêr mafê ku heqaretê li jinê bike, jê re xeberan bide û lêbide bi xwe re dibîne.

Bi qelendan, bazarkirin û firotina keçan, yan bi berdêlî bi hev guhertin li nava Kurdan berdewam e.

Li gelek deveran jin, hîna li gorî kêfa mêran, di paş perdan de û di bin xêlîyan de tên girtin.

Hîna gelek law kare ji dê an ji xweha xwe re xeberan bide û suxreyan bi wan bike.

Mafê kurikan heye li dûv keçikan bigerin û peyvan bavêjin wan, lê keçik nikarin tiştekî werê bifikirin jî.

Gelek mêr, keçên xwe naşîne dibistanan, yan karekî ku pêrgî mêran bibin û kargehên mêr lê kardikin.

Di vê serdemê de, herêmên ku hîna keç lê tên sunetkirin hey e.

Li gelek herêman bav keçên xwe berdêlî, yan bi qelen, didin mêrên bi jin (ser hewîyê) û ji temenê wan gelekî mestir.

Gava jin bimire, mêr bi hêsanî kare bizewice; lê gava mêr bimire, jin nikare bi yek hêsanîyê bizewice.

Mêr wek karmend, karzan, muxtar, serokşaredar, wekîlê milet û hwd karin rêvebirî û seroktîya civatê bikin, lê jin, di civata Kurd de, nikare karekî ji vana bike, yên hebe jî îstîsna ne.

Mêr kare guhnede namûsa xwe, ya jinê, ya malbatê û kare here bi pera yan bi şêweyekî din bi jinekê re razê, birevîne yan ji xwe re bîne, lê gava jin serî li kiryarek ji vana bide, ricimandin, pozjêkirin û kuştinê heq dike.

Kêfa mêr çi mode cil bixwaze, kari bikire û li xwe bike, lê keç û jin cilê ku mêr nexwaze nikare li xwe bike.

Mêr kare ehlîyetê bistîne, erebe, terextor, piskilêt, motorsîklêt û hwd bajo, lê wê keç û jina ku bav û mêr nexwaze nikaribe tiştekî bajo.

Ew kesên ku koletîya jinê, ya çînekî an ya neteweyekê biparêzin, bi şêweyekî ku ne di ferqa wê de, alîyê wê zincîra koletî ya din jî li hustuyê xwe dixin.

Ew kesên ku bindestî, cahilî û koletîya jinan (ku hejmara wan nîvê civatê ne) biparêze û hela ji bo vêya qanûnan deyne, nezanî, cahilî û seqetbûna wê civatê diparêze û li pêşîya pêşveçûna wê civatê bendekê lêdikin.

Ji bo ku mêtinkaran Kurdîstan wek ciyê aborîya talanê bikaranîye û bi zanîn gelê Kurd bi şûnde daye hîştin, neteweya Kurd di her warî de, ji neteweyên serdest bi şûndetir maye.

Ji bo ku neteweya kurd xwe bigehîne neteweyên dora xwe û hilkişe asta cîhana modern û medenî, pêwîst e ku herêma Kurdistanê, di hinek waran de, şoreşên civatî, aborî, medenî, huqûqî yên demokratîk pêkbîne.

Lê divê neyê jibîrkirin, azadîya jinê, berêberê azadîya civatê û dûvre ya mêr bixwe ye. Cahilî û nezanîya jinê, dibe sebebê nezanî û şûndemana civatê jî. Ew zaroka tîne dunyayê, mezin dike û perwerde dike.

Helbet mêr bixwazin, nexwazin, wek welatên îro demokrasîya sermîyandarî lê geşbûye, wê rojekê têkilîyên aborî civatên rojhilat jî biguherîne û di navbêna jin û mêr de wekhevîyekê misoger bike. Em hêvî dikin ku rêvebirên Başûrê Kurdistan, xwedîyê vê dûrbînî û pêşbînîyê bin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir