Bêdengiya Bircên Amedê

Baran di bare û ez bi dilekî xemgîn di nav kolanên Amedê de hêdî hêdî di meşim. Kolanan bi sûkan ve girêdidim, di tarîya vê şevê de. Dilopên baranê di biriqin di bin tîrêjên lemban de. Sûk, kolan û birçên belek silav didin min bi dengekî nizm. Li evînên wendayî yên ji alîyê “qesas nediyarin” ve hatine kuştin digerim. Di derengî û kûrîya şevê de bi hesreta bîst salî li ber serma tirsa bajêr de diricifim. Lê dîsa jî, li ber vê bahoza tirsê, ez li heval û hogirên xwe digerim, dibin sîya bêdengîya şeva tarî û reş de.

Li nav sûkê sekinîm û godarîya dengên ku ji kûr de tên, dikim. Li serê kolanekî de min navê Wedat, Hafiz û Hatip (Xebat) bihîst. Li hêlekî din ez rastî pênûsa Leyla hatim. Xume xuma agirê çaran li ser serê warê hovîtîyê deng dida. Qêrîna Ferhat, Mahmut, Eşref û Necmî konên derewan hildiweşand. Agirê wan bi canên xwe, bi xwîna xwe geş kiribûn di banga rojên azad de her ku di çû geşdibû. Çirûskên agirên wan, li ser birc û latan, stêrkên jîyana azad dibiriqî. Gava ku ez ber bi “Seyrantepe” ve çûm min dît ku Kemal û Xeyrî bi rêhevalên xwe re serê dîlanê dikşînin. Dîlan bi rengekî coş geş dibû, Orhan, Cemal, Remzî û Yilmaz li kêleka Necmeddîn rûniştine û bi hîsên germ diaxifin, di kenin û li ser çareserîya rewşa girtîgehê û di derheqê doza welat lec dikin. Xortê Lice, Eşrefê çelenk, pişta xwe da bû çiyayê şextendûrê, ber bi refên azadî ve baz dide. Li ber derê zîndanê, xwînmijê devbixwin wekî gurên boz bi awirekî reş û tûj bi dilekî xemgînî li dîlana berxwedanê dinihêrî. Hêrsa xwe ji kûçikên dora xwe digirt. Car caran xwe gez dîke car caran jî çêlîkên xwe gez dike.

Tîrêjên azadiyê hêdî hêdî dîlên xemgîn û kolanên tarî germ dike. Bircên Amed li ber berxwedana Bûka welat serê xwe xar kirîye û bi awirekî tawanbarî temaşa baxçên Hewselê dike. Dîcle bi dileki xemgînî gazinên xwe dike û bi xwe re di peyive. Bûka welat, ma tu nabîni ev hezar sale, ez digirîm. Ev ava ku bi hêrs di herike hestirên çawên min e. Ma tu ne bijikî, tu çewa nexweşîya min nizanî? Ka de bibêje, tu çareserîya van hestiran tune? Bûka welêt, Zekîye bi dengekî bilind bersiva Dîcle da û agir bi canê xwe geş kir. Ronahiya agir li çar hawîrdorê welêt wekî ala sor bilind bû…

Germîya rojê, dilê Pîremêrê Sitîlilê ji xew şiyar kir û bang kir keç û lawên cîwan: Xortino, ez Mûsa yê kal im, hevalbendê zaroyên agir, rêhevalê çîyayên Kurdîstan im. Ez egîtê rojên giran im. Ka pênûs û rextên min? Piçekî li benda min bisekinin ez dixwazim qalik û telîsên rizî bi dîtin û ramanên xwe yên cîwan bişewtînîm. Mûsa yê kal rabû çira dilê xwe pexist û berê xwe da bajarê xortanîya xwe. Evîn û cîwanîya wî hat bîra wî. Kenekî rengîn li ser ruyê wî belav bû û meşîya. Warê bîyanî, warê penaberî û hevalbendê bêçareseran tû zimanê min dizanî? Bajar mezin, kanîya çand û hunera gelan Stenbol min bêrîya te kirîye. Ew bajarê mezin û kevnar li pîremêrê rûsipî teng bû. Rojek ji rojan Mûsa yê kal rabû kincên xwe yên nûh û rengîn li xwe kir û berê xwe da kolanên Amedê. Heval û hogirên wî lawa û gazin jê kirin. Lê xalê Mûsa tu kesî godar nekir û bi coşeke germî ket rê û bangî Wedat kir: “Min divê, ez îşev li ser şehîdên Kurdîstan û rêberên wan çend qisan bibêjim. Cîgerxwîn ji bo mirina lawê xwe Cemşît waha dibêje: şev çû ma tû êdî hew tey lo/ez ranazim kîngê bê te xew tê lo. Can Wedat ma ez li ser te û hevalên dora te ra çi bibêjim? Ez bivêm werin, hûn ji xwe hatine, we Kurdîstan tijî Wedat kirîye. Ji hevalên dora te, xwezî yek jê ez bûma…” Ronahîya meşa azadî wekî kela kela havînê kolan û sûkên welatê ziman qedex bi lehîyên serhildanan germ dibe. Lehîyên serhildanan deşt û çiya da ber xwe. Mijên tirsê kêm nedibûn ji paytextê Romê…

Ez bi xeyal û ramanên jîndar ve piçekî din meşîyam û min dît ku li herema Elezîzê, çavên Ferhat dibiriqin di kûraya gola Hazarê de.

Di bin giranîya ewrê reş û sipî de lehiyekî diheriqe nav kolanên Amedê de. Lehî, li ber dîwarên birçên dîrokî de pêl bi pêl zêde dibe. Li ser serê bircan kûçikên rûvekirî û rûgirtî bi awirên gurên boz li min dinihêrin. Ew çavên reş neyarî dixwazin, tovên tirsê direşînin dora xwe…

Kolan, sûk û şibakên xanîyan îşev bêdeng in û li min dinihêrin. Bajêr îro bêdenge! Ewrên tirsê tîrêjên rojê, tîrêjên dilê mîrovan daqurtandîye. Li kêlekên bîrcên Amedê mormorî (gêle) stranên yekîtîyê û piştdarîyê diqîrin. Di berbanga sibê de nûçeyên wêneguhezê bala min dikşîne. Çavên min wekê kezebeke bê av maye, bi balkêşiyeke girîng û hîssên coş li wêneguhezê dinihêrim. Bi xeyal û hêvîyên şîrîn, ez û kamerenamê wêneguheza Medê, bi hev re di nav sûk û kolanên Amedê de digerim. “Balıkçılarbaşı”, Derê çîya, Bağlar, Derê Mêrdîn, Derê Ruha, “Seyrantepe” û li Elîparê zarok bi coşîyekî bêsînor gog dileyizin… Piçekî rîya xwe dirêj dikim û ber bi taxa Xançepekê ve dimeşim. Hinek pêxasên Amedê li ser serê kolanan bi axaftina xwe ya taybetî qala “doza” xwe dikirin.

Ev çend sal in, em ji hev dûr ketine? Ez ji te, tu ji min dûr ketî Amed! Ma tu nabînî, kêfa dilê min bi dîtina “Dengê me” wekî lehîyên biharê coş bûne. İşev bi kefxweşîya te ez dîn bûme. Ne tu sedema wê kefxweşîyê bipirse ne jî ez dest bi bersîvên dûr û dirêj bikim! Tu jî dizanî ku hinek dem hene cîh li bersîvan teng dike, niha tiştê hatîye serê min rewşekî wiha ye. Lewra, ji ber ku berîya salên azad îşev bi saya “Dengê Me” ronahîya çavên min bi kela kela Dîcle çirûskên germ difirin li ser baxçê Hewselê! Lewra piştî salên dijwar ez işev li hemberê wêneguheza dengê gel rûniştime û evînekî germî bername û nûçeyên ziman qedexî godar dikim. Ma ez dîn nebim we kî dîn bibe?

Bi rastî, tiştên ku me di xewna xwe de nedît bû, niha em wekî ronahîya rojê dibînin. Roj ji ezman de hatîye xwarê û li hemberê me/min rûniştîye. Ma kî difikire ku emê rojekî li ser cîhê xwe, li ser “ranza” xwe rûnên û bi dilekî xemgîn û bikêfeke bêsînor deşt û çîyayên welat, bajar û gundên xwe bibînin- temaşe bikin. Li vê erdnîgarê “coxrafya” perçekirî em çiqas nêzîkî “Denge Me” bûne? Bi qasî em nêzîkin ewqasî jî dûr in. Ev jî rastîya welatê me ye! Gelo ev ne xewn be! Lê wisa xuya ye ku dûrîtî û xemgînî qedîya ye, jîyan ji nû de dest pê kir. Da rabin hevalno, hogirno dîlan li benda me ye. Rabin em bi hev re serê dîlanê bikşînin! Ev dîlan, dîlana netewîyî ye. Ev dîlan, dîlana mîrovahîyê ye.

Di bêdengîya şevê de, ez û xeyala xwe, Amed û bircên bêziman bi dengekî nizim bi hevre dipeyivin. Ji ber ku bapîran gotine: “Bipirse, netirse” em jî îşev him dipirsin him jî bi hev re dipeyivin. Kolan û sûkên Amedê îşev bêdeng û lal in. Dest û ling bi zora tang û topan xistine qeydê. Lê me biryar daye ger dengê me derneyê emê bi livandina lêvan him ji hev fêm bikin him jî axaftina hezar salan di kûranîya rêza bircan da dirêj bikin. Ji nişkeva hêsirên ji dilê min dibarin û dilop dilop ber bi Dîclê ve diheriqin. Min xwe negirt; bangî Dîcle kir. Ey Dîcle ka bûka welat? Ka sembola agir? Ka dilbombayên te? Ma te Zîlan, Rahşan û Bermal nebihîstîye? Te qet wan nedîti bûn? Ger îşev ew li te bivin mêvan an jî tu bibi mevan silavên min ji bîr neke, çê bû?

Ji alîyekî ve ewrê xemgînîyê li ser serê min, di dilê min digere. Ji alîyê din de şahîyeke weke Newrozê di dilê min de dileyist. Min di wê tarîyê de gotineke gelemperî bi bîr anî. Çi çax û di kîjan pirtûkê de min ev gotin xwendibû nizanim lê, wiha digot: “Hesirên xemgînîyê guherînbûna hêsirên bextewerîyê ye.” ji nişka ve dengekî deng da di kûranîya dilê min de û got: Raweste! Ma ne tu bû, ev hezar salane ku bi vî dilê xwe yê pola, te diberxwede da. Ma tu nizanî ev axa han çend car di bin lingê dagirker û xwînmijan de ma? Ji wan kî ma? Netirse! Ev rojên giran jî wê di nêzîk de derbas bibin. Bila te ne xapînên ew xwînmij, dagirker û zilimkarên rûreş Binihêre li hawirdorên xwe, tu kê dibînî li serê çîyan? Iro kê çîya û deşt ji xwe re kirîye war? Ma tu dengê wan jî nabihîzî? Binihêr, ref ref tê şêrwanên me, karwanê dilbombayên me…

Belê, hevala min, evîn û hêvîdara min an jî Birca rû Dîclê, Megrî, ez dizanim te gelekî nexweşî, gelekî neheqî û kuştin dîtîye. Koçberî, nijadkujî û îşkencên bêsînor, her tim bûye perçekî jîyana te. Lê ez her tim bi te bawerim. Tu yî bibe sembola hebûnê, sembola berxwedan û serxwebûnê.

Hin jî ez xwebixwe, bi tarîyê re, bi Bircên dil pola re û bi Dîcla jîyanjîn re dipeyivim û dimeşim. Ez hîn jı nizanim ev xewne an jî xemgînî û dîlîtîya 20 salan e?  23 Jan 2009

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *