PDKT/KUK û Dîroka Wê (2)

1973 KONGREYA I. ya PDKT

PDKT, bi kuştina Saîd ELÇİ, hin kadirên ku hatibûn girtin û mercên nuh ku heyama
12 Adar bi xwe re anîbû, fîîlen bê rêber mabû. Di nava partîyê de qeyran û
belavbûna rêxistinî destpê kiribû. Ji xelasîya ji vê rewşê û ji nuh de çalakkirina
xebatên partîyê, di sala 1973 an de Kongreya 1. ya partîyê hat li darxistin. Di
Kongreyê de Dewrêşê Sado bû Sekreterê Giştî yê partîyê.
Rewşa vê Kongreyê, di nava partîyê de, bu mijara gengeşîyê, munaqeşe car caran
heta Kongreya 1975 an dewam kirin.
Ev demajo (1973-1975), heyama nakokî, nîqaş û gengeşîyên îdeolojîk yên
neteweperestîya rast û çep ku di nava PDKT de rûdabû. Heyamek ku di nava PDKT
de gengeşîyên di warê çepîtî û sosyalîzmê de qedexe bûn, heta nedihat hîştin ku di
nava partîyê de weşanên çep bê xwendin û kesî newêrîbû xwe li çepîtî û sosyalîstîyê
bikira xwedî. Heyamek PDKT ku di her warî de bi PDK-I ve hatibû girêdan û kiribûn
liqekî wê yê bakurê Kurdistanê.

1975 KONGREYA II. ya PDKT
Kongreya II. ya PDKT ku 1975 an pêkhat, di dîroka guhertina partîyê de cîyekî girîng
digire. 1975 û piştî wê, di warê tevgera netewî-demokratîk bi giştî Kurdistan û bi
taybet Bakurê Kurdistan destpêkek gelek girîng e. Di demajoya 1975 an de ku
destpê kir, li bakurê Kurdistanê, tevgera netewîya Kurd ji warê îdeolojîk û polîtîk ve
ket heyamek veqetandinî û kêsimek sîyasî ya nuh. Heman heyam di nava PDKT de
rolekî kûrtir lîst. Di demek wanî de, piştî pêkhatina Kongreya PDKT ya di 1975 an,
birê çep di partîyê de giranîya xwe rê da.
Kongreya 1975 an, tevlî ku birê çep giranîya xwe danî jî dîsa jî wek Kongreyek li
“hevkirî” bi dawî hat. Vê Kongreyê, di nava partîyê de rêya geşbûna îdeolojîk, polîtîk
û stratejîk û rêya serwerbûna baskê çep giranîyê deyne vekir. Di vê Kongreyê de, ji
bo rêvebirîya partîyê, gelek kesên çep yên radîkal hatin hilbijartin. Tevlî ku bi
Kongreyê regeza “dij-feodalî” nehat erêkirin, lê bi erêkirina regezên “dij-mêtinkarî”,
“dij-emperyalî” û “dij-faşîstî” di warê îdeolojîk û regezperestî de demajoyek girîng hat
destpê kirin. PDKT, piştgirî û hevkarîya tevgera neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê bi
awakî çalak berdewam kir; lê her ku çû ji PDK-I ve serbixwe bû û li Bakurê
Kurdistanê giranî da xebatên xwe. Piştî ku Kongreya 1975 an rê ji van rûdanan re
vekir, gelek kadirên derve yê çep û demokrat beşdarî refê partîyê bûn.
Tevlî vêna PDKT, ji 1975 an heta Kongreya III. di nava xwe de, di warê îdeolojîk de
bû qada tekoşîna du xetan. Xeta rastgîr ya reformîst ku nûnertîya wê tifaqa
dewlemend û feodalan dikir û xeta radîkal ku berjewendîyên karker û gundîyên xizan
bingeh digirt û berbe sosyalîzmê ve diçû ya welatperwer, şoreşgêr û demokrat bû. Ev
demajoya, PDKT di nava xwe de bi munaqeşeyên giran yên îdeolojîk û polîtîk derbas
kir û heta Kongreya 1977 an dewam kir, heta car caran piştî Kongreyê jî berdewam
kir. Di vê demajoya aborî, civakî û sîyasî ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê diqewimî,
munaqeşeyên li ser tevgera neteweyî ya Başûrê Kurdistan ku di 1975 an têkçûbû, di
nava PDKT de ji tevgera muxalefeta pêşverû û sosyalîst re rehet bi keys afirandibû.

1977 KONGREYA III. ya PDKT

Di 1977 an de Kongreya PDKT III. ku hat kirin, di dîroka nêz ya Tevgera Demokratîka
Neteweyî ya Bakurê Kurdistan de, cîyekî girîng û îstîsnaî distîne.
Di Kongreya 1977 an de, baskê pêşverû piranî pêkanî, di partîyê de giranîya xwe
danî. Kongreya 1977 an, ji PDKT tifaqa feodal û dewlemendan hat tasfîyekirin û
demajoya qetandina ji neteweperestîya dewlemend destpêdike. Lê dîsa jî em nikarin
bêjin ev qutbûnek misoger e. Ev demajo, ne tenê ji alî PDKT/KUK, bi giştî ji bo
Tevgera Netewîya Demokratîka Bakurê Kurdistan jî qonxek girîng e. Kongreya PDKT
ya III. ji alîkî de, Kongreya ji hev safîbûna bi neteweperestîya feodal û dewlemendan
re bû. Di gehîştina qonaxa Kongreyê de, bi serikên bingehîn van regezna hatin munaqeşekirin û hin ji wan di Kongreyê de bûn biryar, yê din jî piştî Kongreyê, bi
kûrahî bûn lênerînên rêxistinê yên fermî.
PDKT, partîyek di pratîkê de bi awayekî bi PDK-I ve (bi taybet di heyama 1972-1975
de) girêdayê û wek “baskek”î wê yê Tirkîye kar dikir. Bi Kongreya 1977 an û pê ve bi
giranî dawî li vêna anî û di şûna “rêxistinîya navendî” de li Bakurê Kurdistanê
“rêxistinîya serbixwe” hat pejirand.
PDKT, ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê ne xwedîyê stratejîyek vekirî bû, ji bo vî beşî
“mafên netewîya demokratîk” ku beramberî “otonomîyê” diket dixwest. Li dewsa
vêya, di Kongreya 1977 an de, armanca “KURDISTANEK SERBIXWE,
DEMOKRATÎK Û YEKBÛYΔ hat qebûlkirin.
PDKT, navenda tevgera netewîya Kurd PDK-I û tevgera neteweyî ya Başûrê
Kurdistan didît û pêşî rizgarîya vî beşî dikir armanç, giranîya çalakîyên wê, ji bo
Şoreşa Başûrê Kurdistan bi destxeistina alîkarî û piştgirîyê bû. Bakurê Kurdistan, ji
bo vê tevgerê, wek şûndeya bereyê qebûl dikir.
Di encama qonaxa ku bi Kongreya 1975 an destpêkir, di Kongreya 1977 an de, li
dewsa vêya Bakurê Kurdistan asas hat girtin û li vî beşî giranîya rêxistinbûna sîyasî
hat danîn.
Bernameya PDKT, bernameyek reformîst bû, şêweyê tekoşînê ne zelal bû. Li şûna
vêya, bername û destûrek nuh ya şoreşgêr hat qebûlkirin. Hat tesbîtkirin ku Şoreşa
Demokratîka Netewîya Kurdistan, bi tekoşîna çekdarî, stratejîyek şerê gel yê
demdirêj wê pêkwere.
Berpirsên tifaqa dewlemend-axa di nava PDKT de (1975-1977) Kurdistan, mîna “Fas-
Tûnis” ku hîna çîn lê çênebûbûn didîtin û wek li van welatan “Rêxistinîya Platforma
Neteweyî” diparastin. Li hember vê lênerînê, tesbîta li Kurdistanê pêkhatina çînan
destpêkirîye û Kurdistan welatekî nîv-feodalî ye hat kirin û li gorî hemtayê vê rewşê
regeza rêxistinîyek çînî hat qebûlkirin.
Piştî Kongreya 1977an PDKT û piştre KUK, bi pêşkêşîya kesên şoreşgêr-demokrat û
sosyalîst, xwe wek “Partîyek Bereyî” ku berê xwe da sosyalîzmê xwe bi nav kir.
Berpê de çûna bingehîn, bi rêberîya Marksîzm-Lenînîzmê afirandina partîyek karker
ku ji mîllîyetên cudareng yên Kurdistanê pêktê asas hat girtin.Şoreşa Kurdistan, di pêşevanîya karkir ya îdeolojîk û polîtîk, li hemberî mêtinkarî,
emperyalîzm û feodalîzmê bi siparteka tifaqa karkir û gundî û di nava wê de
welatperwerên hemû tebeqe û çînan ku cîh bistînin, wek Şoreşa Gel ya Netewî ya
Demokratîk (ŞGND) hat bi navkirin. Li Kurdistanê, ji hemû çîn û tebeqeyên
welatparêz ku li hember mêtikarîyê, emperyalîzmê, feodalîzmê di refê Tevgera
Rizgarîya Neteweyî de beşdar bibin sîyasetek “Bereyê Demokratîk yê Netewî” hat
parastin. Tevgera şoreşgêr ya cîhanê, ji bo Rojhilata-Nêz, perçeyên Kurdistanê yên
din û Tirkîye tesbîtên nuh parast…
Piştî Kongrê, di broşura bi serikê “Rexneya Xeta Xebat” de, rexneya îdeolojîk û teorîk
ya XEBAT`ê hat kirin. Berî Kongra 1977an, kovara XEBAT ku wek organa weşanê ya
PDKT ya navendî derdiket, piştî Kongrê bi navê “XEBAT-Ji bo Rizgarîya Kurdistan”
dest bi weşanê kir.
PDKT/KUK ku di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî de ket guhrtinê û demajoya
geşbûnê û di derbarê hin mijarên din de lênerînên xwe di “XEBAT-Ji bo Rizgarîya
Kurdistan” de û di vê konaxê de di broşur û belavokên hatin weşandin de nivîsand.
Nakokîya îdeolojîk û sîyasî ya di nava baskên çep û rast yên PDKT de, piştî Kongra
1977an, hinek bûyerên neyênî ku li hember hev wek cîh cîh bikaranîna şîdetê, heta
bûyerên birîndarkirin û kujtinê afirandibû. KUK, di Konferansa 1. ya ku 1981ê de
pêkanî, wê dema li bêjingê xist û tesbît kir ku wan bûyerên ku di wan mercan de
pêkhatin şaş bûn.
Bêşik, bûyerên bi vî şêweyî, ji mercên sîyasî yê wê demê cuda nîrxandin ne mumkun
e. Cudatî û nîqaş, gehîştina xala li hevnekirinê, hişkî û êrîşkarîyê, rasteqînîyek ku
hêzên welatparêz bi giştî jîyan. Wek perçakî vê demajoyê, tevgera me jî ji ket bin
bandora vê rewşê. Bi giştî tevgera şoreşgêr ya Bakurê Kurdistanê û bi taybet tevgera
me, demajoyek ku ketina fesal û sitewandinek ji nuh de dijîya. Van bûyerna, ji alîkî de
yên qonaxek werê bi êş bû ku ew geşedanên neyênî afirand.
Bi belavokek ku di 1 Gulan 1978 an de hat belavkirin ve dest bi karanîna navê “KUK”
hat kirin. Ji 1978 an heta Konferansa KUK a 1. Îmza “PDKT/KUK” bi hevre dihat
karanîn.Di vê heyamê de (1977-1980-81) li Bakurê Kurdistanê tevgera netewî bi lez geş dibû
û girseyan himbêz dikir. Di seranserê vê vê heyamê de KUK, li Bakurê Kurdistanê, bi
ajotina xebatên di nava beşên karker, gundî, esnaf, ciwan û rewşenbîran de bû
tevgerek girseyî. KUK, di qada xebata demokratîk jî hinek gavên girîng avêt: li gelek
cîyan di xebatên sendîkal û demokratîk de serfîrazîyên girîng bi dest xist. Li Bakurê
Kurdistanê, bi hêzên netewî yên demokratîk re pêwendîyên nêztir û dostanî danî, ji
bo nêzîkbûna hêzên welatperwer girîngîyek taybet rê da. Di encama van hewldanan
de, di dawîya 1979 an de, bi DDKD û Rêya Azadî re “Yekhêzîya Demokratîk a
Netewî” (YDN) ava bû. Lê YDN ji ber hin pirsgirêkan serfiraz nebû. Li Turkîye, bi
gelek rêxistinên çep yên pêşverû re pêwendîyên nêz hat pêşxistin.
Piştî Kongreya 1977 PDKT/KUK, giranî da pêwendîyên dervî welat jî. Li perçê
Kurdistanê yên din û Rojhilatanavîn bi gelek rêxistinên pêşverû û partîyan re têkilîyên
germ danî, bi wan hêzan re alîkarî û hevkarîyên beranber pêşde xist. Giranî da ser
xebata nava karker, xwendekar û penaberên li Ewropa û li wir di demek kin de gavên
girîng avêt. Li hinek welatên Ewropa komel û komete hatin avakirin, ji bo girseya
karker û xwendekaran weşanên demokratîk û çandî hatin derxistin. Heta îro, lijna
KUK ya Ewropa, bi Kurdî-Tirkî weşanên çandî û demokratîk ku derxistîye bi rêzê
kovarên bi navê PALE, KULÎLK, QÊRÎN û NIŞTÎMAN e. Wek lijneyek xweser, di vê
demajoyê de rêxistina me, xebatên xwe yên li Eropa, di nava mercên xweser, bi navê
Nûnerîya Ewropa ya KUK dida meşandin.
Nûnerîya Ewropa ya KUK, heta sala 1989 an misêwa civînên giştî yên salane li
darxistine; piştî vê demê jî van civînan her sal wek Konferansa Ewropa ya KUK
hatîye meşandin. Rêxistina Ewropa ya KUK, wek destpêk ji 1990 î û heta niha, 4
Konferansên Ewropa yên KUK li darxistîye.

KONFERANSA I. a KUK
Piştî derba leşkerî-faşîst ya 12 Îlon 1980 yî, ji bo tevgera şoreşgêr ya Turkîye û
Kurdistana Bakur heyamek nuh û zAhmed dest pêkir. Mîna hemû rêxistinên din,
rêxistina KUK jî ji ber mercên giran yên wê heyamê, bi arîşeyên nuh re rû bi rû ma.
KUK, bi ketina vê heyama nuh re, ji bo çareserkirina arîşeyên xwe yên giran dibûn û
li gorî mercên heyamê ji bo destnîşankirina şêweyê xebatek nuh, ket amadehîya
civandina Kongre/Konferansek berfireh.
Di Mijdara 1981 de, di asta kongrê de Konferansa I. a KUK pêkhat. Di nava rêxistinên
netewî-demokratîk yên Bakurê Kurdistanê de, piştî derba 12 Îlonê ku di mercên
dîktatorîya faşîst ya mêtinkar de, yek ji rêxistinên ku pêşî Kongre/Konferansa xwe
civand KUK bû. Konferansa I. a KUK`ê, di hêjahîya kongrê de bû û bi beşdarîyek
berfireh ev Konferans pêkhat.
Di Konferansa I. a KUK`ê de, lênerînên nuh yên di derbarê Kurdistan, cîhan û
herêma Rojhilatanavîn ku hat pêşxistin, bi navê “Konferansa I. a KUK Rapora Polîtîk”
û “Biryarên Konferansa I. a KUK” hat weşandin. Di vê Konferansê de hat tesbîtkirin
ku KUK rêxistinek di demajoya ku bi rêbertîya sosyalîzma zanîyarî, ji karkirên li
Kurdistanê ku ji gelên cuda pêktên partîya çîna karker ava bike. Di Konferansa I. a
KUK`ê de, navê “PDKT” heta wê demê dihat bi karanîn, hat rakirin û ji wê demê û
pêve rêxistina me navê “KUK/RNK” bi karanî. Belê bi biryarek ku li Konferansa I. a
KUK hat sitendin ku ev partî (PDKT) ji avabûna xwe de, rêxistina KUK xwedîyê hemû
afirandin, hebûn û mîrata wê yê asasî ye. Asas wê yê meşrû û huqûqî, xwe dispêre
Kongreya III. a PDKT. Di vê Kongrê de, tevlî delege û piranîya MN yên ku hat
hilbijartin, piştî kongrê binkeya girseya partîyê ya bi giranîyek piranî li cem beşê
pêşverû ku wek KUK bi rêxistin bû cîh girt.
KUK, hinek tezên PKYS (Partîya Komîst a Yekîtîya Sovyetê), wek tezên revîzyonîst
didît û xetek ku sîyaseta Yekîtîya Sovyetê ya hundir û der rexne dikir dajot. Komek ku
xeta PKYS û sîyaseta Yekîtîya Sovyetê rast didît, wek eger “qetandina îdeolojîk”
rêdan, piştî 12 Îlonê mercên perçebûna KUK`ê yê pêşî afirand. Ev komika ku di
Kanûn`a 1982 an ji rêxistinê qetîya, piştre navê KUK-Meyla Sosyalîst wergirt.
Bêşik, egera bûyera dabeşbûnê/veqatindinê ne ev tenê bû. Pirsgirêkên girîng yên
rêxistinê ku ji wesfê wê çêdibûn hebû. Di heyama nuh ku bi 12`ê Îlonê destpêkir, tevlî
arîşeyên binyadî hin arîşeyên rojane jî lê zêde bûn. Tevlî vêna, rewşa bawermendîya
nava rêxistinê û faktorên mîna nakokîyên kesan jî di vê bûyera veqatandinê de rolekî
girîng sitendibû.

KONFERANSA II. a KUK

Di vê heyamê de rêxistina KUK perçebûnek din ya dudoyê derbas kir. Di heyama
1986 ku KUK amadehîya Konferansa xwe ya dudoya dikir, çend kes li hember
biryarên ku rêxistinê bi hevparî derxistibû derket û bêyî ku tu egerên sîyasî-îdeolojîk
rêbidin, bi sazkirina “BÛYEREK KELEŞÎ” ji rêxistinê qetîyan. Ev unsûrên keleş, îdîa
kirin ku wan Konferansa II. a KUK saz kirine, demek dirêj navê “KUK” bi karanîn.
KUK, Mijdar 1986 Konferansa xwe ya II. civand. KUK di Konferansa ya II. de,
demajoya nuh ya cîhan, Rojhilatanavîn, Turkîye û Kurdistan dijîya nîrxand, tevlî tesbît
û biryarên nuh, ji dervê îstîsnayek û dudoya biryarên ku Konferansa I. a KUK
wergirtibû, erê kir ku hîna derbas dibe.

KONGREYA IV. a KUK

Heyama 1986-1990 rêxistina KUK dixebitî ku arîşeyên nava xwe çareser bike û
heyamek dixebitî ku xwe ji nuh de bi rêxistin bike. Xebatên ku ji bo berhevkirin û ji
nuh de bi rêxistinbûnê dihatin meşandin û gavên di vî warî de dihatin avêtin, bi
Kongreya IV. a KUK ku di heyva Cotmehê de li darket gehîşt encamê. Tevlî ku
Kongra KUK a VI. di mercên zor û îstîsna de civîya jî Kongrek, bi beşdarîyek berfireh
û di warê rêxistinî de demajo vedikir. Tevgera me, bi qasî ku mercan rê da, arîşeyên
xwe yên sîyasî û rêxistinî çareser kir û xetimandina di vî warî de vekir. Ji ber vê egerê
Kongra KUK a IV. di jîyana rêxistina me de ciyekî wê yê girîng hey e. Lênerînên
îdeolojîk û sîyasî ku di vê Kongrê de hat tesbîtkirin, di bin navê “BELGEYÊN
KONGREYA KUK IV.” hat weşandin.

SIRÛDA ŞEHÎD
Ey şehîd dilxweş û şad be tim dijî tu namirî
Di rêya azadîya Kurd canê xwe da agirî
Kalîna zîndan û çîya em ji bîr nakin tu carî
Kurd bi rêber û serok we di dilê xwe de hildigrî
Ji bo sitêrka welatê me li cîhanê geş bibî
Gelek xortên wek rojê ronîya wan venirî
Emê darbestên we çêkin ji sêpîyên Qadî û Saîd
Tabûtê çêkin ji mêj û bişon bi ava girî
Salih Beg miftîyê dîn e gel melayên bûn şehîd
Wê we pêşkêşî xweda kin bi rêka pêxemberî
Qerqere û kefen bin bo we şemla Serokê nemir
Kêlên we xencer û birno bin li şûna kevir
Seyid Rizo Xalit Begê Cibrî bi rêzanê we bin
Gel Elîşêr û Heqî Beg yên di vê rê da dan serî
Şehîdên ZÎlan û Dêrsim, Agirî û Xarpêt hemî
Gel Ahmed Begê Bêçarî ji Licê rabî werî
Bir bi bir şehîdên Kurdan rawestin bi naşê were
We di dîroka cîhanê de cî girtî bi cengawerî
Bejn û bala we bi cî nabe li Cîhan û Merîx
Ji bilî bihuşta şehîdan hûn ji cîhan mestirin
We bi Ala rengîn bipêçin şêr û gernasên welat
Di dilê dê û bavan çêkin qubek ji lal û durî
Kurd bi we zehf serfiraz in bi we dilxweş e welat
Derîyê azadîya Kurdan we ji me re vekirî
Dengên xort û keçên Kurdan tên li zîndan û çîya
Dibên bijî Kurd û Kurdistan bi bawerî
Sond ûpeyman li ser me di rêka we tim herin
Şev û roj bi jin û mêr ta ku dengê me derê
Dilbirîn bo we pesindar û evîndar e ji dil
Aferîn şehîdên Kurd û Kurdistan sed aferî
Diyarbekir 1983
Dilbirîn
Jêder: http://arsivakurd.org/index.php/legerin/88-belge/4508-nasnameya-sehidan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *