Îran, Haşdî Şabî, PKK, YPG û Mazlûm Ebdo!

Şeyhmus Özzengin

Şevê din, berdestê sibê, grûbek mezin ji hêzên YPG, ku çekdarên PKK ne, ji Rojavayê Kurdistanê; bi çekên giran êrîş anîn ser sengerên pêşmerge yên sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojava. Du saetan şer dom kirîye. Di vî şerî de YPG hemû çekên giran bikar anîye. Hêzên YPG bi paşde vegerîyane. Enwantenên berik û topên van çekan di destê hêza pêşmerge de ye. Ev çek jî eşkere dikin ku bê kê êrîş anîye ser sengerên pêşmerge. Ji ber ku hemû enwatenên çekên di destê YPG de, li gel Emerîka û hêzên Hevpeymanan tomarkirî ne.

Heta niha di van êrîşên şerxwaz û kurdkuj yên PKK de 10 pêşmerge û hemwelatîyên Başûrê Kurdistanê bi berikên çekên PKK cangorî bûne.

Erkê hêza pêşmerge, parastina xaka Kurdistanê û ewlehîya miletê Kurd e. Yên ku êrîş dikin û dixwazin asayîşa Kurdistanê têk bibin, di xizmeta dijminên Kurdistanê de ne û pabendî stratejîya dijminên Kurdistanê ne. Bi daxwaza dijminên Kurdistanê tevdigerin.

Li Rojavayê Kurdistanê, avakirina têkilîyên “Kurd bi kurd” re li hesabê îran û Sûrîyê û Tirkîyê nayê. Herêma Başûrê Kurdistanê piştgirê avakirina mala Kurd e li Rojavayê Kurdistanê. Sûrîye û Îran, PKK, li henber Başûrê Kurdistanê bikar tîne. Yek ji armancên Îran, Sûrîyê û PKK ewe, ku dan û stendinên nav hêzên Rojavayê Kurdistanê têk bibe û nehêle ev yekitî bêt avakirin. Tirkîye jî, hêla xwe ya sîxurî ku di medya PKK de xwedî erkin, ji bona geşkirina Kurdkujî û şerxwazî bikar tîne.

Li Şingal, ji bona “ji nûve avakirina Şingal û vegera koçberên Şingal, ser mal û milkên xwe”; di navbera Hikumeta İraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevpeymanek hat îmzekirin. Îran, dijî vê peymanê ye! Ji bona taybetîya stratejîk a çîyayên Şingalê, îran PKK û Haşdî Şabî li ser axa Şingalê bicîh kir. Yên ku ev derfet da Îran û PKK jî DAÎŞ bi xwe bû.

Îran, li Şingalê her mûçe, çek û lojîstîk destek da PKK û Haşdî Şabî. Îran, ji bona peymana navbera İraq û Hikumeta Herêma Kurdistanê jî têk bibe; PKK wek çek li henber Başûrê Kurdistanê bikar tîne. PKK bi mîsyonek kurdkujî-şerxwaz û taşaronî têt ser hêzên pêşmerge û statûya Herêma Kurdistanê.

Çapemenîya PKK, van bûyeran serûbin dike û êrîşên xwe vedişêre. Pênûsên kirêkar yên medya PKK, van êrîş û kurdkujîyan vedişêrin û bi şîveyek ku; “Pêşmerge êrîş dikin”(!) şîrove dikin. Ev saleke, medya PKk bi dijminatîya Başûrê Kurdistanê tevdigere û bingeha van êrîşan amade dike.

Mazlûm Ebdî jî di nava vê hemahengîyê de tevdigere û rastîya êrîşkarî, Kurdkujî-şerxwaz ya PKK vedişêre. Li angora medya PKK tevdigere. Mejîyê Mazlûm Ebdî û mejîyê navenda PKK yek e. Divê Kurd bizanibin ku Mazlûm evdî jî yek ji vê projeya PKK ye û di şerê kurdkujîyê de têt bikaranîn.

Êrîşa YPG ku anîye ser sengerên Pêşmerge, daxwaza kurdkujî û şerxwazî ya PKK ye li henber Başûrê Kurdistanê. Hêzên Rojavayê Kurdistanê jî ji bona vê armanca PKK tên bikaranîn.

Aqilmend, xêrxwaz û dilxwazên doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê, divê bizanibin ku PKK îradeya wan binpê kirîye û wan li henber birayê wan bikar tîne. Zarokên wan bi çekên îran û bi taşaronîya PKK dike qurban.

Hemû axa Rojavayê Kurdistanê radestî dijminan bû. Heger PKK şerxwaz e, çima vê axê naparêze?

Çima PKK bi hawara Efrîn, girê Spî, Serêkanîyê ve naçe?

Çima PKK-YPG bi çekên giran êrîşan tînin ser sengerên pêşmergên Kurdistanê?

Ev êrîşên PKK, yekalî, bi bîryara Îran, Sûrîye û PKK dimeşin. Ti berjewendîyên miletê Kurd di van êrîşan de tineye û hedefa van êrîşan, destkevtin û berjwendîyên miletê Kurd e.

Divê raya Kurd, rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar,  hunermend, pîspor û zanayên kurdan; li henber van êrîşên PKK, ku bi armanca Kurdkujî û şerxwazîyê dimeşin, helwestê deynin.

Divê malbatên ku zarokên wan di nav PKK de ne, xwedî li zarokên xwe derkevin û nehêlin zarokên wan di vê armanca PKK a qirêj de bêt bikaranîn.

16.12.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *