Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Saturday, November 17, 2018

Dİ PÊVAJOYA 25 ÎLONÊ Û 16 COTMEHÊ DE ŞERÊ DÊRÛNÎ! (2) 

Di dîroka gelê Kurdîstanê de cara yekem bû li başûrê Kurdîstanê bi pêşnîyara partî û rêxistinên sîyasî, bi biryara parlementoya Kurdîstanê, di 25 îlonê 2017 an de, referandûmek pêk hat. Gelê Kurdîstanê bi coşek mezin beşdar bû û encamên referandumê, bi beşdarîyek mezin, ji alîyê gelê Kurdîstanê ve, %93 an hat pesandin. Encama dengê BELÊ % 93 bû. Dengê Naxêr ji %7 bû. Lê belê xuyaye, li gor pîvanên “demokrasî û hûqûqa” dewletên dagîrker û welatên xwedî hêz û serdest %7 ji %93 ê mezintir tê zanîn(!)

Dewletên dagîrker di bin serpêştîya îranê de, bi piştgirîya Birîtanya û Emerîka, bi hevkarîya Goran û Komel, bi xançera grûba îxanetkar û xwefiroşan 16 cotmehê 2017 an de, rê li ber şikestinek demkî vekir û gelê Kurd darbeyek mezin xwar! Ev îxanet di dilê Kurdîstanê de birînek kûr vekir. Ew heremên bi xwîna şêhîdan hatibûn azadkirin, di şevekî de bi milyon dolaran hat firotin. Bavel, Ala, Cengo û Lahor xwefiroşên pêş perdê ne, lê yên pişt perdê hêjî pişta wan xayinan miz didin.

Gotinek bapîran heye dibêjin: “Kurmê şîrî heta pîrî!” Di dîroka gelê me de, weke gelek caran qewimîye, niha jî meydan ji gur, çekel, keftar û Beko Ewanan re vebûye. Xuyaye, hinek kes bi salan e li benda vê şikestinê bûne; kîn, nefret û dijmînatîya xwe direşînin. Hinek jê bi kodên salên borî birînên kevin dixurînin. Hinek jê, tu carî di nav şer û wargehên têkoşînê de cî negirtine, ne xwedî ked û xebatek berbiçavin. Her tim xwe û malbata xwe parastine, di demên tengsîyê de xwedî pênûsên bi jahr in, him dozger in, him hakim in. Tawanbar dikin, ceza didin û pişt re înfaz dikin! Ev mirovên hanê kar û barên wan xulamtîya dagîrkeran e!

Mafê her mirovî heye ku partî û rêxistina xwe biparêze, piştgirî bide û li gor sîyaseta xwe tevbigere. Lê mafê tu kesî, tu hêzî tuneye berjewendîyên xwe li ser berjewendîyên niştîmanî bigire! Mafê tu alîyekî tune bi gelê xwe re îxanet bike û dervayî pîvanên heq û huqûqê tevbigere. Ger hûn çavên xwe ji îxanetê re bigirin, wê demê hûn şirîkê hev in!

Çê dibê mirov endam, alîger an piştgirê alîyekî be, çêdibe mirov bi cîhekî ve girêdayî be, lê çênabe mirov bê ûjdan û bê pîvan be. Mafê rexnegerî û şîrovekirin mafekî rewa ye. Divê mirov bêdeng nebe û her tim bipirse, li pey bersîvan bigere, bi şik û şuphe goh bide gotinên tûj û dijayetî. Ji gotinan zêditir, divê mirov li kiryar û encamên pratîkî binihêre, li ser lêkolîn bike û li gor pîvanên giştî bi rêyek zanyarî tevbigere, rexnên xwe pêşkêş bike. Em hemû baş dizanin rexnên çêkir rê li ber çareserîya pirsgirêkan vedike. Rêxnên çêkir, her dem ji bo êşa birînên me re dibe derman. Lê belê rêxnên li ser hestên dijmînatî pêk tên rê li ber êş û birînê nû vedike û dibe sedemên pirsgirêkên nû!

Berîya em dest bi rexnan bikin, divê em baş bizanibin DO çi bû? Em ji ku hatine kîderê? Hêz û qeweta me çi bû? Çi ye? Wê çi be? Li gor şert û mercên demê, dive mirov bifikire û biryar bide. Di şert û mercên çewa de em gihîştin rewşa ÎROyin? Em bi kîjan metod û derfetan dikarin xwe bigihîjin SİBÊ? Pêvajoya em dijîn çi zirar da me, rê li ber çi vekir? Emê bi çi şêweyî vê pêvajoyê biguherînin û rê li ber derfetên nû vekin? Divê armanc û bingeha rexnên me li gor bersîva van pirsan bin! Rexnên bê armanc û bê naverok yek ji pergalên propagandeya reş e. Armanca propagandaya reş jî dijminatîya nav hêzên Kurdî ye! Di van rojan de, li ser medyaya tora civakî têra xwe xulam û sixûrên dagîrkeran li dijî xeta niştimanî tevdigerin…

Hewce nake, em di nav rûpelên dîrokê de hevdû bigevizînin. Ji Salên 1990 an vir de, kê çi gotîye û çi kirîye weke kronolojîyeki em li pey hev rêz bikin, ez bawerim wê rûyê gelek alîyan derkeve holê. Ew derûdorên îro li dijî dewletbûn û mafê gelê Kurd derdikevin do jî derdiketin. Piştî li başûrê Kurdistanê, herema bi navê parelela 36 an, hat dîyarkirin hemû alîyên civatên Sûrî, Tirkîye, Iraq û Îranê û beşek Kurdên nevîyên suleyman Nazif û Zîya gökalp sond xwarin da ku wê rê nedin dewleta Kurd. Hinek jê hewldana dewleta Kurd, weke Îsraîla duyem bi nav kirin. Dijîtî, reşkirina rastîyan, propagandayên derewîn û hestên neyartîyê, rê li ber pêvajoya şerê navxwo vekir. Pişt re li ser daxwaz û fermana dagirkeran êrîşên li ser başûrê Kurdîstanê destpê kirin. Şerê navxwo, hewldanên îxanetê, helwest û îtîfaqa tasfîyekirina xeta netewî demek dirêje didome. Wêneyên em îro dibînin û pê re rûbirû dibin encamên pêvajoya îtîfaqên gemarîne. Aktor û lîstîkvanên wê pêvajoyê 16 Cotmehê 2017 an de, dilê Kurdistanê dan ber xençeran.

Îttîfaqa hevalbendên koma îxaneta 16 cotmehê, ji bo rolên xwe yên gemarî veşêrin û xwe paqij bikin, bi alîkarîya sazî û dezgehên dagirkeran, bi medyaya dengê fesadîyê dixwazin kirasê îxanetê bi gelê Kurdistanê bidin qebûl kirin. Li gor dîtin û ramanê wan kesên daxwaza serxwebûn û azadîya gelê Kurd bike, derûdorên doza dewletbûna Kurdî dike berpirsên têkçûnê ne. Rayedarê wan yên Tirk li Baxdayê daxuyanî dide û dibêje: “Em bi tu awayî rê nadin dewleta kurd çê bibe. Eger serxwebûn bê îlankirin, emê heremê bikin gola xwînê!”

Êrîş û dagîrkerîya artêşa Iraqê, çeteyên Heşda şabî, xwînmijên Pasdarên Îranê û hêzên Hizbullaha Lubnanê, bi çekên Amerîkî yên herî modern û di bin serpêştîya dewletên dagîrker de, bi hevkarîya xayînên xwefiroş, roj bi roj didome. Ji bo dêrûnîya gelê Kurd xirab bibe û bê moral bimîne, şev û roj li dijî xeta niştimanî propagandayên reş dikin. Dawîya derew û komployên wan tune ye. Weke êrîşek berfireh li Kurdistanê pêknehatîye xalîçên sor radixin bin lingê leşkerên dagîrker û “hevalên Haşdî şabî.” Di medyaya xwe de, pesnê Pavel Talabanî, Lahor Talabanî, Ala Talabanî û Şêx Cengî didin û wan beşdarî bernameyên xwe dikin. Lahor Talabanî fermandarê hêzên zanyarî (îstîxbaratê) yên ynk bû, Pavel Talabanî jî fermandarê hêzên dijî terorê yê ynk bû. Wan xayinan li dijî gelê Kurdistanê li dijî peşmerge û li dijî hukumeta Kurdistanê û li dijî serokatîya Kosret Resûl û ynk ê îxanet kirine. Îxaneta wan ji alî Mele Bextîyar û Kosret Resûl ve çendî car hatîye dîyarkirin. Lê belê piştevanên wan xayinan, naxwazin rastî derkeve holê. Li gor wan sedemên îxanetê, helwest û biryara referandûma serxwebûnê bûye(!?) Cano Amedî 21/11/2017 Amed

Wê bidome…

Nerîna te