Bîranîna 44 salîya koça dawî ya Mistefa Berzanî

Roja 05.03.2023 li bajarê Purmerend yê Hollanda, ji alî Partiya Demokrata Kurdistanê Lijneya Navçeya Hollanda merasima bîranîna 44 salîya koça dawî ya Serokê Kurdistanê yê nemir hat li darxistin.

Girseyek mezin ji partî, rêxistin û komeleyên her çar beşên Kurdistanê yên li Hollanda beşdarî merasima bîranîna serokê nemir bûn.

Balyozê Iraqê, hin nûnerên partîyên Iraqê, nûnerê Kurdên Êzdî yên li Ewropa, Karîna Wezîrê Eşo, nûnerê partîya Komunîst ya Iraqê beşdarî merasima biranîna serokê nemir bûn; her yek di derbarê serok Berzanî de axaftinên xwe pêşkêş kirin. Hinek nûnerên partî û dezgehên Kurdistanî yê PDKÎ û PDKI bi rêya vîdeoyan peyamên xwe pêşkêşkirin.

Bi rêya videoyan axafitên Serok Berzanî, di derbarê armanc û tekoşîna xwe de zindî hatin gohdarîkirin. Ji alî nûnerên Partîya Demokrata Kurdistanê, armanca azadîya gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê vekirî hat bi lêvkirin.

Ji Bakurê Kurdistanê, serokê Hak-Parê axaftinek pêşkêş kir. PSK û TDK-TEVGER mesajê xwe pêşkêşî Komîteya Amadekar kirin.

Mesaja TDK-TVGER

Birêz Lijneya Navçeya Hollanda  ya PDK

Birêzan,

Em 44 salîya koça dawî ya Serokê Neteweyî Mele Mustefa Barzanî, weka herdemî diyardikin ku ew, di dil û mêjîyê her kurdekî welathez de her jîndar e. Em minetdarê Serok Barzanî ne û bi rêzdarî yadkarê wî ne.

Mele Mustefa Barzanî, bi tevayîya jîyana xwe ve hem rêbaz û têkoşerê doza azadî û yekîtîya neteweya kurd û Kurdistanê û her weha rêber û serokê vê dozê bû.

Mele Mustefa Barzanî, bi jîyana xwe me da fêrkirin ku: Kurdistan yeke, êş û xweşîya her deverekî Kurdistanê êş û xweşîya seranserê neteweya kurd e. Wî bi me da fêrkirin ku li cîhanê dostanî û hevalbendî tenê li gora berjewendîyên dewleta ne. Wî bi me da fêrkirin ku serketin, bi yekrêzî û hêza gelê me ve girêdayî ye. Wî bi me da fêrkirin ku bi dijminên mêtênkaran qet bawerî nabe.

Her weha em diyar dikin, heta pêkanîna hêvîyên Serokê netewî û hemî nemirên rêya azadî û yekîtîya kurd û Kurdistanê, têkoşîna me bê rawestan domdar e…

Her weha em diyar dikin ku bîranîna Serokê neteweyî, vatinîya me hemû kurdan e, ji ber pêkhanîna vê vatinîya pîroz, em tevî silav û rêzgirtinîya xwe ve, sipasîyên xwe pêşkêşê we birêzan dikin.

Serketin ji bo Kurd û Kurdistan, rûreşî her ji bona mêtinkar û dijminan!

01-03-2023

Tevgera Demokratîka Kurdistan

TDK – TEVGER

Komîteya Hollanda

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *