Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo cejna Noelê peyameke pîrozbahiyê belav kir

PWK dibêje Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye.

Cejna Noelê, her sal ji aliyê piraniya Xirîstiyanên/Mesîhyên cîhanê ve di 25ê Kanûna Pêşiyê de tê pîroz kirin.

PWKyê jî cejna tevahiya Xiristiyanên Kurdistan û cîhanê bi peyameke pîrozkir.

Peyama PWKyê wiha ye:

“Em weke Partiya Welatparêzên Kurdistanê cejna Noelê ya xiristiyan/mesîhiyên cihanê û bi taybetî jî cejna Noelê ya mesîhiyên Kurdistanê pîroz dikin.

PWK, mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê yên etnîkî û û olî wekî mafekî wan ên xwezayî û esasî dibîne û diparêze.

Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Kurdistan cih û warê pêkvejiyana kultur, ol û bawerîyên cihêreng e.

PWK vê rastîyê weke zengînî û dewlemendîya Kurdistanê dibîne.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *