Parlamentoya Iraq zimanê Kurdî

Xwanêye, dereng be jî qanûnên Federalî li Iraq`ê hêdî hêdî tê pejirandin û dikeve qada jîyanê. Îro Parlamentoya Iraq`ê di cîvîna xwe ya giştî de, Kurdî wek zimanê dudoya yê fermî bi giranîya dengan pejirand ku li her sazî û dezgehên Iraq`ê û di her qada jîyanê de jî wê bê bi karanîn.

Kurdî, di Makezagona Iraqê de wek zimanê fermî yê dudoya hatûbû pesendkirin. Lê heta niha di qada fermî ya Iraqê de nedihat bi karanîn.

Li gorî berpirsê Komîta Parlamentoya Iraq ya Ragihandin û Ronakbîrîyê û berdevkê Hevpeymanîya Kurdistanê Mueyed Teyîb ku ji BasNewsê re got; “Evana destkefteke gelekî mezin e bo Kurdan. Herçiqas berê di nav Destûra Bingehîn a İraqê de zimanê Kurdî wek zimanê fermî hatibû nasandin jî, lê tu madeyeke destûrî ji bo cîbicîhkirinê nebû, ji niha û şûnde divê hikûmeta İraqê hemû belge û nivîsarên fermî wergerêne ser zimanê Kurdî. Herwiha Kurd li çi cihekî İraqê bin û bixwazin bi zimanê xwe biaxifin divê hikûmeta İraqê wergêran bo wan peyda bike.”

Mueyed Teyîb, ji bo ku ji beşên Kurdistanê yên din jî re bibe mînak weha dibê: “Pesendkirina vê proje-yasayê dibe palderek bo parçeyên din ên Kurdistanê jî da ku ew jî daxwazê li hikûmetên wan welatan bikin zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê nasandin.”

Bi hêvîya ku li wê parlamentoyê, li kêleka ala Iraq ya Kurdistan jî bê çikandin!
07.01.2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *