Kemalîst çima li gotina ROJAVA xwedîderdikevin?

NKurdistan1

Gotinek bavûkalan heye dibêje; “Dînek kevirek davêje bîrê, lê çil biaqil nikarin wê derxin.” Ji ber çi egerî dibe bira bibe, bi zanatî yan jî nezanetî,  jibona perçeyê Kurdistanê yê dibin mêtinkarîya rejîma Sûrî re gotin; “ROJAVA” Vê navlêkirinê di devê hinek ji kurdan de  jî û bi giranî dinav tirkan de zû bi zû belav bû. Ew Tirkên ku qet navê Kurdistan nedihanîn ziman, wek cinên ku ji hesin bireve ji nave Kurdistan direvîyan nave ROJAVA di devên xwe de wek benîşt cûtin.

Tirkên demokrat, dostên kurdan, çep bi giranî Kemalîstan pir bi germayî li vî xwedî derketin bi kêfxweşî  xebitandin. Weşanên ragihandina Tirkan de gava nave Sûrî tê ziman ROJAVA jî  bi haweyek germ tê binavkirin!

Kurdên me tevî gelek sîyasetmedar, rewşenbîr, welatperwer bêyî ku lê mijûlbin, bifikirin ka ev gotin wateya wê çiye, li erdnîgarîya Kurdistanê tê ya na! bi germayî vî navî bikartînin.

Bê guman Kurdistan bêyî îradeya neteweya kurd, bi zordarî, bi hovîtî hatîye perçekirin û dijminên Kurdistanê wê dinav xwe de parvekirine. Vê parvekirinê hîştîye ku di ware aborî sîyasî, civakî ûhwd de hinek cudabûnîyan çêbike.  Ev di ware rêxistinî û têkoşîna neteweyî de jî hinek cudabûn derxistine meydanê.

Bêguman Kurdistan yek welate û wê pêşeroja wê jî yek be! Lê di xebat û têkoşîna rojane de jibona nasandin û zelalkirinê pêwistî binavkirina van peçeyên Kurdistanê heye!  Lê ev binavkirin wê ya ligor alîyên coxrafî, yan ligor perçeyên bindestê mêtinkaran bînîziman.

Ji xwe rêxistinên Kurdistanê yên sîyasî jî bi haweyek  vê rewşê nav lixwe kirine!

Bêyî PYD tevahîya partîyên Kurdistanî yên Kurdistan a bindestê Sûrî  (binxet, Rojavayêbaşûr) li dawîya navên xwe wek Kurdên Sûrî, yan Kurdistana Sûrî lêkirine! Tenê PYD (Partîya Yekîtîya Demokrat) nave Kurd yan Kurdistan li xwe nekirîye!

Ez bibawerim ku yên navê Rojava ̋ eger binezanî jî li vî perçeyê Kurdistanê kiribin jî, hinek sîyasetmedar û bi taybet jî Kemalîst pir bi zanatî û bi kêfxweşî vî navî dixebitînin! Û dixwazin ev nav di mêjîyên kurdan de bê bicîhkirin! Ji ber ku ev binavkirin înkarkirina Kurdistana Bakur e!!!  Parastina Mîsakî Millî ya Tirk e! Pejirandin û parastina lênêrîna Kemalîstan e!

Gava meriv li coxrafya Kurdistanê dinêre vê rastîya hanê gelek zelal derdikeve hole.  Carek binêrin li coxrafya Rojhilata Naverast!  Vî perçeyê Kurdistanê Rojavayê kuderê ye? Gava evder Rojava be, Kurdistana Rojava Mîsakî Mîllî ya Tirkan (!) li derveyî Kurdistanê dimîne!  Yanê pejirandina tunebûnîya Kurdistana Bakur e! Bêguman ew kemalîstên ku wek tabûyek nave Kurdistanê naxwazin bînin ziman  nave Rojava wek xelateke jibona wan.  Gava hinek ji me jî vî navî dixebitînin û di mêjîyê ciwanên Kurdistanîyan de bicîh dikin xizmetek ji nijadperestên Tirkan re jî dikin.

Ez hêvîdarim k utu kurdek, tu Kurdistanîyek jibona vî perçeyê Kurdistanê nave  “ROJAVA”  nexebitîne! Bêyî ku bifikire navan li perçeyên Kurdistanê û erdnîgarîya wê neke.  Gereke ev balkêşî  jibona çêkirina  gotinên  kurdî jî  hebe.17-11-2013

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *