Ozçelîk: Serok Barzanî di çav û dilê bi milyonan Kurd de ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk derbarê tevlîbûna Serok Barzanî bi Hêzên Pêşmerge, ragihand ku Serok Barzanî ev 62 sal in Pêşmerge ye û îspat kiriye ku ne tenê şervanek e, lêbelê di siyaset, rêveberiya hizib û welat û karê dîplomatîk, bi hevahengî û dûrbînî û zanist û sebir û xweragirî û bi dilsozî û fedakarî, di çav û dilê bi milyonan Kurd de ye.

Mistefa Ozçelîk ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: “Serok Mesûd Barzanî ev 62 sal in Pêşmerge ye, lê bîr û bawerî û kesayetiya wî ji dibistana nemir Mela Mistefa Barzanî hatiye, ji felsefe û kiltûr û zanîna Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî hatiye, ku bi hest û hişmendiya netewî bûye. Serok Mesûd Barzanî di hemû jiyana xwe de îspat kiriye ku hem Pêşmerge ye, hem jî fermandar e û hem jî pêşeng e.”

Ozçelîk da zanîn ku Serok Barzanî ne tenê di xebata çekdarî de bûye, di hemû warên jiyan û xebatê de jî Pêşmerge ye, fermandar û rêber e. Cenabê Serok Mesûd Barzanî ev 62 sal in ku îspat kiriye ku netenê şervan bûye, herwiha di siyaset û rêvebirina hizib û welat de, di karê dîplomatîk de, bi hevrêzî, dûrbînî, zanîn, sebir, berxwedan, dilsozî, fedakarîya xwe îspat kir ku hem Pêşmerge û hem fermandar û rêber e. Serok Mesûd Barzanî di 62 salên xwe yên Pêşmerge de çendîn caran rastî hewlên kuştinê hatiye. Tevî ku fermandarê şer bû jî, lê ti cudahî nedixist navbera xwe û Pêşmerge. Mîna Pêşmergeyekî rast li ser keviran raza, cihê xwe di şer de girt. Serok Mesûd Barzanî wek her pêşmergeyekî li ser kevran xew dikir, di şer de cihê xwe digirt.”

Ozçelîk wiha got: “Herweha Serok Barzanî lêvegera netewî, mirovî û civakî yê herçar parçeyên Kurdistanê ye û ya hemû Kurdên cîhanê ye.”

Herwaha got, “Serok Barzanî pêwîstiyeke hevbeş e bo bi hevgirêdana hemû pêkhateyên netewî, olî, mezhebî, çandî û civakî yên civaka Kurdistanê. Li Iraqê jî hevsengiya navbera Kurd, Ereb, Asûrî-Keldanî, Tirkmenan diparêzê; û di navbera hemû ol û mezheban de hevsengiyê çêdike.”

Mistefa Ozçelîk wiha domand: “Beriya her tiştî divê hemû siyasetmedarên kurd û hemû gelê kurd van rol û taybetmendiyên Serok Mesûd Barzanî bi zelalî bibînin da ku giringî, rol û nirxê wî baştir nas bikin.”

Ozçelîk wiha jî got: “Îro barê malbata Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê li ser milê Serok Barzanî ye, herwiha barê herçar parçeyên Kurdistanê û Kurdên cîhanê jî li ser milê wî ye, ev rastiyek e.”

Ozçelîk bi bîr anî ku dema pêşmergeyên Kurdistanê ji bo alîkariya xuşk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê çûn Kobanî. Ji Hewlêr û Zaxo bi riya Silopî û Mêrdînê gihîştin Kobanî, bi sed hezaran Kurdên Bakurê Kurdistanê bi dil û can pêşwazî li pêşmergeyên Kurdistanê kirin û ew himêz kirin û ji wan hez dikirin, di eslê xwe de rêz li xwediyê vê meşê girtin, yanî ji bo Serok Mesûd Barzanî. Gumana her kurdekî dilsoz jê nîne. Kes nikare vê rastiyê veşêre, ev rastî di rûpelên dîrokê de hatiye tomarkirin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *