Tirkiyeyê 14 saziyên xizmetguzariyê yên sivîl kirin armanc

R
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê zerereke mezin gihandine xizmetguzariyê.

Tirkiye ev çend car in binesazî û saziyên xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê dikin hedef.

Firokeyên şer ên Tirkiyeyê li nav bajarê Qamişlo û derdorê zêdeyî 10 saziyên xizmetgzariyê kirin armanc û di encamê de ji kar ketin.

Bi gotina berpirsên Rêveberiya Xweser, ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyeyî bi sed hezaran xelkê navçeyê ji xizmetguzariyan bêpar mane û bi milyonan dolar jî zerer dîtine.

Niştecihê Qamişloyê Ehmed Mihemed got

“Firokeyên Tirkiyeya dagîrker cihên sivîl û saziyên xizmetguzariyê bombebaran dikin.

Çapxaneyeke sivîl, navendeke êmê ajelan, aşekî xwecihî û santraleke elektrîkê ku hemû jî sivîl di wan de kar dikin, kirine armanc.

Hemû ev sazî ne serbazî ne, tenê xizmetê pêşkêşî sivîlan dikin.”

Li gorî Rêveberiya Xweser di heman demê de firokeyên şer ên Tirkiye 8 saziyên xizmetguzariyê li navçeyên Kobanî, Amûdê û Tirbe Sipiyê yên Rojavayê Kurdistanê kirin armanc û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest da û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *