Parêzgarê Hewlêrê: Milîsên şîe dixwazin balefirgeha Hewlêrê bê daxistin

 Parêzgarê Hewlêrê aşkera kir armanca serekî ya milîsên şîe ya wan êrîşên ser Hewlêrê, daxistina balefirgeha Hewlêrê ye û daxistina esmanî ya Herêma Kurdistanê ji cîhana derve re ye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Dengê Amerîkayê re ragehand: ‘’Armanca milîsên şîe ya êrîşa ser bajarê Hewlêrê, ne ji bo hevpeymanan e, hêzên hevpeyman dikin bahane, lê armanca serekî daxistina balefirgeha Hewlêrê ye û daxistina esmanê Herêma Kurdistanê ji cîhana derve re ye.’’

Hêjayî gotinê ye vê heftiyê de du roj li ser yek dronên bombebarkirî ji aliyê milîsên ji yasayê derketî ve berê wan dan ser binkeyê leşkerî yê hêzên hevpeymana dijî DAIŞê yên li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, lê ew dron hatin têkşikandin û xistin xwarê.

Basnews

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *