Serok Barzanî û Serxwebûna Kurdistanê

Ji destpêka Heziranê virve li İraqê û li Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû destpêkir. Ewil Musil (10 Heziran 2014) û paşê jî Şengal (03 Tebax 2014) ji alîyê çekdarên Dewleta Îslamî (DÎ-kurtîya wê bi Erebî DAÎŞ e) ve hatin dagirtin. Li Musilê bêyî ku şer çêbe, bajar teslim bû, ordîya Îraqê revîya Baxdayê û çekên wan jî (66 hezar) digel banka û hemî heyîyên Musilê ketin destê DÎ. Wer xuya bû ku desthilatdarîya Kurdistana Federe li bendê nebû ku DÎ wê êrîşê herêmên wan jî bike. Loma hêzên pêşmerge jibo parastineke bi rêkûpêk neamade bûn û kêmasîyeke berbiçav ya mezin derket holê ku ev bi serê xwe babeta nivîseke dî ye.

Di demeke kurt da pêşmerge ji tesîra şokbûnê rizgar bûn û bi rêkûpêk di çarçoveyeke pilankirî da li hemberî DÎ dest bi şer kirin û ev şer hê berdewam dike. Li gorî agahdarîyên çapemenîya fermandarên pêşmerge, sedî notuheftê (%97) axa herêmê hatîye rizgarkirin ku tevaya vê axê derdora 17 hezar km. çarkoşe ye. Lê li vir divê binê xalek were çixêzkirin ku ew jî rola Serok Mesud Barzanî ye ku jibo pêşmerge bû moraleke baş û ev rola wî ya erênî û giring di çarçoveya navdewletî da jî xwe nîşan daye. Jiber ku Barzanî beşdarîya gelek enîyên şer kirîye û gelek wextên xwe bi pêşmergeyan ra buhurandîye.

Li ser bûyera DÎ ku dagirkirina Şingal û derdorên wê û Kobanê di rojevê da ye; heta niha gelek tişt hatine gotin û nivîsîn. Lê qasî ku min şopandîye hin xaLên tarî hene ku hê nehatine zelalkirin û hewcedarîya wan heye ku bi awayeke zanistî divê werin nirxandin. Lê hin belge û nûçeyên ku di çapemenîya cîhanê da heta niha çapbûne, heger meriv wan parçe parçe bîne ba hev; ji van parçeyan wêneyeke giştî derdikeve holê ku divê em wek alîyê Kurdperweran ji wê sud werbigrin. Li gorî vê wêneyê hedefa sereke ya DÎ ew bû ku Desthilatdarîya Kurdistanê û Hukûmata Kurdistanê li Hewlêrê bihata hilweşandin û rêvebirên Hewlêrê xwe bistrandana bextê Ankarayê. Haya istixbaratên Amerika û Yekîtîya Ewrupayê (YE) ji van hewildanan hebûn û balkêş e ku hêzên hewayî yên Amerikî heta deqîqeyên dawîyê jî tu tiştek nekirin û li ser daxwaza Serok Barzanî hêzên Amerikî konvoya leşkerî ya DÎ da ber bombebaranê û pêşî li wan girt û bi vî awayî xetera ketina Hewlêrê ji holê rabû. Di vî derbarî da gotinên B. Obama jî balkêş û manîdar bûn. Obama, “… Em destûrê nadin ku terorîst xisarê bidin hemwelatîyên me yên li Hewlêrê dijîn…” gotibû. Bi ya min di vî hevoka Obama da du mesajên balkêşîyê hebûn; yek jibo Hewlêrê û ya dî jî jibo Ankarayê bû.

Bêguman rêxistina DÎ, hunandineke navdewletî ye û ji 80 welatan bi awayek piştgirî an beşdarîya wê hatîye kirin. Lê di avakirin û piştgirîkirina wê da bi hin awayan tilîyên dewletên dagirkerên Kurdistanê jî têda hene. Navendên Baxda, Tahran, Ankara û Şam êdî rasterast li hemberî rayagiştî ya navdewletî newêrin an nikarin li dijî serxwebûna Kurdistanê (ku li Başûrê Kurdistanê pirsa serxwebûnê di rojevê da bû û hê jjî ew tê nîqaşkirin) şer bikin; lê bi awayên cuda dixwazin pêşî li ber vê daxwaza Kurdan bigrin. Bi gelek wesîqe zelal bûye ku dewleta Tirk di gelek waran da piştgirîya DÎ û hêzên dî ên terorîst kirîye. Raqqa ketibû destê DÎ û 6 meh zêdetir tu êrîşeke Şamê li ser DÎ çênebûbû, çima?

Li vir gelek pirs hene ku divê bersivên wan werin dayîn. Berîya ku DÎ têkeve Musilê, digel ku imkan û wext jî hebûn, lê Tirkîye nexwest Balyozxaneya xwe ji wir texlîye bike, çima? Amerika çima midaxaleyê DÎ di wextê pêwist da nekir, ma ew nikaribû pêşîyê li dagirtina Musilê bigirtaya? Hefteyek berîya êrîşên DÎ bo Şengalê, Serok Barzani digel hin Serokeşirên Ereb (yên derdora Şengalê) peymanek çêkiribû; lê wan eşîran piştî hefteyek peymana xwe xistin bin pîyan û ketin pêşiya Dİ û êrîşên Şengalê kirin. Ew hêza (dewlet) ku kete navbeynê û eşirên Ereban ber bi aliyê DÎ ve bir kê bû?

Di serî da pilan û hesabên Ankarayê û paytextên dî yên dagirkerên welatê me serubinû bûn û tiştên ku ew ne li bendê bûn, gav bi gav ketin jîyanê. Li gorî lihevhatina Serok Barzanî û Baxda, ewil Kerkûk ket bin kontrola pêşmerge û paşê jî bi şerkirinê herêmên derdora Musil û Şengal ku mijarên madeya 140 ya destûrê ne; hatin rizgarkirin û ketin bin kontrola pêşmerge.

Bêguman hewildanên DÎ ji gelê Kurd ra qoçaneke mezin birî. Qoçana herî mezin jî bû beşa Kurdên Êzîdî. Bi hezaran şehîd û dîlketî û keç û jinên me yên ku hatine firotin û tecawizkirin û dîlketî ne jî divê neyê jibîrkirin. Bi sedhezaran insanên me (200 hezar ji Kobanê û ji wê jimarê zêdetir ji Sengalê) ji axa bavûkalê xwe dûrketin, bûn koçber û hê jî di bin sermaya zivistanê da jîyaneke dijwar dijîn. Bi hezaran çekdarên YPG digel hêzên Artêşa Azad û hêzên pêşmerge şerê li dijî DÎ didomînin, hê jî hin gundên Kobanî nehatine rizgarkirin û heta niha 426 gerilla şehîd ketine. Li Başûrê Kurdistanê jî 160 hezar pêşmerge di nav şer da ne û heta niha 999 pêşmerge şehîd ketine ku di nav wan da gelek fermandar jî hene û 4596 kes jî birîndar bûne (di navbeyna 10.06.2014-03.02.2015) . Ez li vir rihê hemî sehîdên kurdistanê bi dilgiranî bi bîr tînim, ji birîndaran ra şîfayê dixwazim; bila serê malbatên sehîdan û serê gelê Kurdistanê sax be.

Ev qoçana giran vegotina filozofê Yunanî tîne bîra meriv.Filozofê Yunanî yê navdar Herakleitos (540-475 Berîya Bûyîna Îsa) 2500 sal berê, “Şer, bavê her tiştî ye” gotibû. Bê guman ev vegotina dîrokî ji tecrubeya pratika sedsalan an hezarsalan kevnare ya bi xwîn û qirkirina civatan derketîye holê ku ev teqabilê kultura hovîtîyê dike. Di şeran da civatên ku serketî bûn, bûn xwedîyê dewlet û welat û hin civat jî helîyan û winda bûn. Di gelek şeran da carna dostên kevn bûn dijminên hev û hin dijmin jî bûn dostên hev. Bi gotineke dî tifaqên kevn hatin xirakirin û yên nû hatin çêkirin. Sed mixabin vegotina jorîn îro jî di jîyanê da rastîyeke tal e.

Di vî şerê hovîtîyê da xisareke mezin giha gelê me û careke dî derket holê ku avakirina Dewleta Kurdistanê, çareserîya esasî ye. Heta ku gelê Kurd nebe xwedîyê dewleta xwe, dê gelek trajediyên dî ên wek Roboskî, Helepce, enfal, Şengal û Kobanî wê dubare bibin. Ev şerê hovîtîyê careke dî nasnameya Kurdbûnê, Kurdistanibûnê û hevkarî û tifaqa Kurdayetîyê anî ber çavên me. Bûyera Helepçeyê çawa ku bû bingeha Dewleta Federal a Kurdistanê; bûyera Şengalê jî dibe bingeha serxwebûna Başûrê Kurdistanê û her weha Kobanê jî dê bibe bingeha Dewleta Federal a Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Di vî derbarî da çend mesajên bîyanîyan ez li jêr nîşan didim ku van nuxteyên ku ez behs dikim, sererast dikin.

Nûnerî Serok Obama yê taybet John Allen digel heyeteke Amrikî roja 12.01.2015`an SeroKê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî zîyaret kir. J. Allen ji çapemenîyê ra “Hemî cîhan ji rola Serok Barzanî , azameta miletê Kurd û qehremanîya pêşmergeyan ra hurmetê dike” got.

Wezira Parastinê ya Almanyayê Ursula Van der Leyen, di 12.01.2015`an da çû Bexdayê û ji wir jî çû Hewlêrê. Li Bexdayê Van der Leyen got: “ Hêzên pêşmerge li ser navê hemî cîhanê şer dike û Almanya dê jibo perwerdekirin û pêkanîna lazimîyên pêşmerge alîkarîya xwe bidomîne…” Ew dema zivirî Almanyayê jî li parlamentoya xwe got ku “Ez dema li Hewlêr bûm, herkes li Parisê teroristan şermezar kirin û gotin ku ew Charlie ne. Lazim e em jî bêjin; em Kurd û Êzîdî ne…”

Pêwist e hemî aktorên sîyasî yên Kurdistanî mesajên David L Phillips bi awayeke balkêşî bixwînin û ji tespîtên wî fêdeyê werbigrin. D.L Phillips dibêje, “Başûrê Kurdistanê pêwist e di hemî karên xwe da wek dewleteke serbixwe tevbigere. Amerika pêwist e di politika xwe da guhertin çêke û li ser esasê”ewil Erbil, paşê Baxda” bixebite ku niha “ewil Baxda, paşê Erbil e.” û di derbarê Kobanê da jî xeteke neteweyî û hevgirtî bo Kurdistanîyan pêsneyar dike, û wd..” D L Phillips Direktorê Karên Mafên Însanî û Aştîyê yê Zaningeha Columbiayê û pisporê Wezareta Derve ya Amerikayê yê demên Clinton, Bush û Obama kar kirîye û xwedanê pirtûka “Bahara Kurdî” –Nexşeya Nû ya Rojhilatanavîn- ye.

Canton (Kanton), parçekirin û tunekirina Kurdistanê ye!

Bi mehan berîya êrîşên DÎ, PKK gotibû ku ew dê Şengalê bikin Qandila duyem, Desthilatdarîya Kurdistanê çima mesaja PKK ya dizî û bi xeter rast nexwend û li gorî wê tevdîlan negirt? Li gor çapemenîya PKK, Serokê MÎT´ê Hakan Fidan çareya kantonan bi Ocalan da qebûlkirin;Ocalan jî vê daxwaza MÎT´ê wek ferman ji S. Muslim ra rêkir. Salek berê êlankirina Kantonan (bi Latinî Canton e û tê wateya xweidarekirina herêmek) li sê herêman ket jîyanê; desthilatdarîya Kurdistanê û hukûmat û parlamento bêdeng man, çima? Dezgahên neteweyî yên Başûrî pê dizanin ku avakirina Kantonan; ewil parçekirin û paşê jî ji ortê rakirina Kurdistanê ye û ev “çareserî!” ji navenda Ankarayê ve hatîye amadekirin. Ji ber ku Kanton li gorî sîstemeke dewletê dikare bimeşe (nimûneya herî baş û balkêş di vî derbarî da Dewleta Swisre ye, meriv dikare wê wek bihişta Ewrûpayê binav bike; lê li wir jî xala giring ew e ku dewleta Swisreyê vî karî li ser esasê civatên Fransiz, Alman û İtalî dide meşandin.) ku daxwaz û hedefa pratika PKK; parastina Dewletên Tirk, Îran, Îraq û Suriye ye, Dewleta Kurdistanê tune ye. Bi kurtayî bingeha problemê ji xwe li vir e. Li gorî hesabên PKK (Bi tabîreke dî ya rastirîn Ankara, Tahran, Baxda û Şam) Başûrê Kurdistanê dikare bibe Kantonên Şengal, Qendîl, Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Dihok. Halepçe jî dikare lêzêde bibe. Bi awayeke dî tenê Başûrê Kurdistanê dikare bibe 5-7 kanton. Jibo çar parçeyên Kurdistanê ev jimare dikare bibe 25-30. Pir balkêş e ku dema PKK behsa Kantonên Şengal, Kerkûk, Silêmanî û Qendîlê kir; bersiv û rexne yên bi heq ji alîyê hemî partî û dezgahên Başûrê Kurdistanê ve xwe nîşan dan. Ev reaksiyon divê li hemberî Kantonên Qamişlo, Kobanê û Efrînê xwe nîşan bidaya, lê sed mixabin welê nebû. Çima? Civîna ku lı Şengalê çebû (14.01.2015) û meclis an komisyoneke Êzîdîyan hat damezrandin; kifş bû ku sponsorîya wê ji alîyê Baxdayê ve hatîye kirin (ev tê wê wateyê ku li pist Baxda jî Tahran heye). Ev civïna ku ji alîyê PKK ve hat hunandin; mixabin berpirseke YNK ji Musilê jî beşdar bûbû. Nirxandina vê gelşê giring e û mijara nivîseke dî ye.

Kê Rûdaw TV kontrol dike?

Di nav kanalên Televizyonên Başsûrê Kurdistanê da kanala Rûdawê, kanaleke herî peşketî û profesyonel e û xwedîyê cîyeke taybet e. Lê çend kêmasî an şaşîyên ku min dîtîye; ez dixwazim wek rojnamevanekî Kurd li vir bi kurtayî destnîşan bikim. Ez hêvîdar im ku rêvebirên televizyonê wan kêmasîyan sererast bikin û vê qenala hêja bigihînin merhaleyeke herî baş û têkuz. Jibo başbûnê û pêşketinê pêwistîya rexneyên dostan heye û divê rexne û pêşniyar tenê jibo çêkirinê bin. Rexneyên min jî divê di vê çarçoveyê da were dîtin.

-Wêneya Çapemenîya Serok Barzanî li Çîyayê Şengalê, wêneyeke skandalêk bû. Kesên ku wê temaşe kirine, tê bîra wan; dema Serok Barzanî diaxive, nobedarekî wî cixare dikêşîne, yekî dî bi telefonê diaxive û wd… Di warê disiplin û cidîbûna civatek ku berbidewletbûnê ve diçe, ev skandalek e. Nobedarên Serokdewletêk nikarin cixare bikêşin, di telefonê da biaxivin û wd. û di kanala zindî da derbiçin. Li vir du xal giring in. Xalek ya wênekêş e ku li vir profesyonelî û cidîbûna disiplinek tune ye û amatorîyeke mezin xwe nîşan dide. Ez naxwazim bêjim li vir qesit jî dikare hebe. Lê hin wêneyên dî ku di nûçeyên cuda da dertên, ihtîmala qestî jî tîne ber çavan ku ez dê di xalek dî da destnîşan bikim. Xala dî ya herî giring ew e ku ev Jî pirsa ewlekarîya Serok Barzanî bixwe ye ku bi vî wêneyê xuya dibe ku dezgeha eleqeder divê di vî derbarî da nirxandinek piralî û cidî bike û li gorî kêmasîyê tevdîr bigre.

-Temaşevan dizanin, di destpêka bûyera Şengalê da wêneyeke çekdarên PKK derçûbû ku ew wêne gelek kevn bû û wek montaj di kanala Rûdawê da wek wêneyeke zindî hatibû pêşkêşkirin ku ev bi tena serê xwe skandaleke mezin e. Lê mixabin skandalên weha hema hema her roj di vî kanalî da dubare dibin. Wek mîsal; di derbarî civînên yekîtîyên alîyên Komela Zehmetkêşan ango PDK-Îran jibo Rojhilatî Kurdistan da nûçeyek dema destpêdike, ewil sureta Ocalan tê ser akranê û paşê dest bi nûçeyê tê kirin ku tu eleqeya nûçe û wêne bi hev ra tune ye. Bi vî awayî dema di derbarê nûçeyeke rêxistinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê da jî dertê; ewil sûreta salona avahîya PYD tê ser akranê ku risma Ocalan li dîwêr e û paşê nûçe tê xwendin ku tu eleqeyên wêne û nûçe bi hev ra tuneye. Di çend nûçeyan da wêneyên ku ji Kobanê hatin nîşandan, qet kareke profesyonelî ya rojnamevanîyê nebûn. Meriv nizane ew pêşmerge ne ango hin belengazên ku cilên xwe ji Suka Şewitî ya Dîyarbekrê kirîne û wd.. Rêvebirên Televizyonê van şaşî û xeletîyên cidî pêwist e sererast bike.

Ju suis Charlie (Ez Charlie me)

Redaksiyona Rojnameya Magazinê Charlie Hebdo di 07.01.2015´an da rasti êrîşeke teroristî hat û di encamê da 12 kes hatin kuştin ku di nav wan da Berpirsê Giştî yê weşanê Stephanie Chorbonnier jî hebû. Kujeran aşkera kiribûn ku wan wê hewildanê li ser navê rêxistina El- Qaida çêkirine.

Stephanie Chorbonnier nivîseke kurt li ser têkoşîna Kurdan li hemberî DÎ di 22.10.2014`an da nivîsîbû. Wî di nivîsa xwe da weha gotibû: “Ez ne Kurd im, gotineke Kurdî nizanim, ez nikarim navê nivîskarek Kurd jî bibêjim. Kultûra Kurdî bo min tevayî bîyanî ye. Belê carcarna min xwarina Kurdî xwarîye. Em wana biborin. Lê îro ez Kurd im, Kurdî difikirim, Kurdî dipeyîvim, bi Kurdî stran dibêjim, bi Kurdî digirîm… Gelo ew koalisyona ku qaşo li dijî “yên serîyan jêdikin” çêbûye, jê tê bawerkirin? Ji ber semedên cuda gelek endamên wê, menfeetên xwe yên stratejik, ekonomik û politik dihesibînin. Îro yên li hemberî mirinê li ber xwe didin, tenê gelê Kurd heye. ”

Jibo seremoniya qurbaniyên li Parisê 6,8 milyon û li tevayiya Ewrupa bi dehmilyonan kes beşdar bûn. Ez wek Kurdekî vî qetlîama hovîtîyê li Parîsê bi tundî şermezar dikim û ji malbatên mirîyan û Dewleta Fransayê ra sersaxîyê dixwazim û êşa wan parve dikim.

10.02.2015-Swed
Nivîs didome

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir