Keça Simkoyê Şikak di 100 saliya xwe de koça dawî kir

Hedoya Simkoya keça Simkoyê Şikakê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya têkoşîna gelê Kurd kiriye di 100 saliya xwe de koça dawî kir.

Keça Simkoyê Şikak, Hediye Zîrekbîlekê (Hedoya Simko) li Wanê koça dawî kir.

Hedoya Simko demek e ji ber têkçûna gurçikan li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê dihat dermankirin.

Rewşa tenduristiya Hedoya Simkoyê vê êvarê xirabtir bû û koça dawî kir.

Cenazeyê Hedoya Simkoyê dê sibe li goristana gundê Noşarê yê navçeya Qelqeliyê were veşartin.

Şîna Hedoya Simkoyê jî dê li heman gundî were danîn.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *