Nûnerê Îsraîlê: Îran êrişî Kurdan jî dike

Amerîka, Brîtanya û Fransayê, Îran û Çîn û Rûsyayê jî Îsraîl şermezar kir.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrişa Îranê ya li Îsraîlê civîneke awarte li dar xist.

Di civînê de endamên Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî yekalî neman ango li aliyekî Amerîka, Brîtanya û Fransayê, Îran şermezar kir û li hemberî wan jî Çîn û Rûsyayê êrişa Îsraîlê ya li Konsulxaneya Îranê ya Şamê şermezar kir.

Cigîrê Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood got:

“Me dît ku Îranê li Îsraîlê êrişek kir û xwest ku Îsraîlê tune bike. Êrişên wiha li hemberî dewletekî ku endamê NY ye nayên qebûl kirin û divê bersivek were dayîn.

Hêviya me ew e ku hemû endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Îranê şermezar bikin. Her wiha em hez nakin ku alozî zêde bibe.”

Rûsya jî dibêje dema ku Îsraîlê êrişî Konsulxaneya Îranê kir wan xwestibû ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrişê şermezar bike û daxuyaniyekê jî bide medyayê.

Dewletên Rojava gotin ku her tişt hîn ne zelal e.

“Amerîka, Brîtanya û Fransayê daxwaza me red kir”

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya jî anî ziman:

“Amerîka, Brîtanya û Fransayê daxwaza me ya derbarê yasayên navneteweyî de red kir ku derbarê parastina avahiyên dîplomatîk bû ku di nava peymana Viyanayê de jî cih digire.”

Li aliyê din jî Îranê Îsraîl tawanbar kir û got ku wan mafên xwe yên parastinê bi kar aniye.

Li hemberî vê jî Îsraîlê Îran tawanbar kir û bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku Îranê bide sekinandin.

Ji ber ku Îran aloziyan zêde dike û dibe sedema belavbûna şer û êrişî gelek herêman dike ne tenê Îsraîlê.

Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan da zanîn:

“Îran êrişên sîber li Arnawidistanê (Albanya) dike û herwiha li Îraqê êrişî Kurdan jî dike.”

Ji bilî endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên din jî hem êrişa Îsraîlê li hemberî Îranê û hem jî êrişa Îranê şermezar kir.

Wan bangî hemû aliyan kir ku aloziyan kêm bikin. Bi taybetî jî Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya meha Nîsanê li Maltayê got ku dem dema agirbestê ye.

Nûnera Maltayê û Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Vanessa Frazierê jî anî ziman:

“Divê hemû alî paşve gav bavêjin û aram bin. Divê her kes bala xwe bide ser bikaranîna pêşnûmeya agirbestê ya ku Konseya Ewlehiyê qebûl kiriye.”

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî di civînê daxuyaniyek da û got ku ew bangî hemû aliyan dike ku dawî li şer û pevçûnan bînin ji ber ku sûda wan ji ti kesî re nîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *