Di siyaseta Tirkiyeyê de sedem(ên) erdhejê (II)

Îbrahîm GUÇLU 

Min di gotara xwe ya hefteyê bihûrî de di encamên Hilbijartinên Herêmî de guhertinên hatibûn rojevê analkz kir, di encamê de min diyar kir ku di siyaseta Tirkiyeyê de erhejek pêk pêk hat. Ew erdheja jî, ji bona ku di hilbijartinên herêmî de encamên nedihatin hêvî kirin hatin rojevê pêk hat.,  Lewra encamên Hilbijartinên Herêmî ji bona  Tîfaqa Cûmhûr -Partiya AKê û CHPê û raya giştî ya Tirkiyeyê jî bûn encamên nedihatin hêvî kirin. 

Ez di gotara xwe ya ev hefteyê de li ser sedemên erdhêja di siyaseta Tirkiyeyê de hatiyê rojevê dixwazim diyar bikim. 

Dema li encama hilbijartina herêmî bê mêze kirin: CHPê li Tirkiyeyê bi giştî karekî kiribû tune bû. Di şaredariyên ku lê desthilatdar bû de jî,  karên gelek baş û xizmetî berjewendiya giştî kiribû jî nebû. Di hemandem de ji bona pêşeroja Tirkiyeyê xwediyê projeyên girîng jî nebû. Her çiqas kongreya giştî jî lidarxist di îdeolojî û hişmendiya wê ya Kemalîst û otorîter de jî guhertinek çê nebibû. Lê  dîsa jî CHPê hilbijartin qezenç kir. Ev yeka encameke xwezayî nebû. 

Partiya AKê, 22 sal in ku ji bona Tirlkiyeyê karên gelek mezin kiribûn, bi awayekî jî di dewletê de rewîzyonek kiribû, ji bona kurdan di salên bihûrî de jî gavên avêtibû hebûn. Di covîdê de bi awayekî serkeftî bibû. Di edheja 1ê Sibata 2023-an de di destpêkê de ne lê pişt re li herêmên ku erdhej lê pêk hatibûn karên girîng pêk anîbû, loma jî di hilbijartina sokkomar û meclîsê de li wan herêman serkeftî bibû. Şaredariya di bin desthilatdariya wê de bûn, gor şaredariyên CHPê karên baş pêk anîbûn.Di hilbijartina serokkomar û meclîsê de beriya 8 mehan serkeftî bibû. Ji wê encamê jî piraniya raya giştî ne bi bawer bû. Lê hilbijartinên Herêmî wenda kir û bi giştî jî di hilbijartinê de bû partiya duyemîn. CHPê piştî 47 salan bû partiyê yekemîn. 

Hîç şik tune ye ku ew ji bona hemû partiyên siyasî û raya giştî û siyaseta Tirkiyeyê bû erdhejekê. 

Ji aliyê din de mixalefetê bi giştî bi deh salan e ku digotin ku R.T.Erdogan dîktator e û careke din îzin nade ku li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê qebûl nake, dê dîktatoriya xwe nîşan bide. Ew nêrîna jî di hilbijartinên herêmî derneket holê. R.T.Erdogan encamên hilbijartinê bi awayekî gelek xwezayî qebûl kir. Sedemên ji derveyî xwe ne, sedemên hûndir ji bona wendakirina hilbijartinên herêmî nîşan da. Di rastiyê de ew helwesta R.T.Erdoğan û desthilatdariya wî di sala 2019-an de di hilbijartinên Herêmî jî derketibû holê. Lewra R.T.Erdoğan dema hemû mixalefetê di bin pêşengiya  CHPê de hilbaijartinên herêmî li gelek bajarên mezin û bi taybetî jî li Enqereyê û Stenbolê qezenç kir, ji wan encaman re rêzgirtî bû. Di sala 2023-an de jî di hilbiajratina serokkomarî de dema ma dora duyemîn jî encamên hilbiratinê pejirand. 

Ev yeka jî, ji bona siyaseta Tirkiyeyê bû sedema erdhejê. Derket holê ku ev propagandaya darbeparêz CHPê ye. Piştî hilbijartinên herêmî jî gelek kes û dezgehên mixalîf bûn, ev rastiya anîn ser zimên. 

Dema ku erdheja di siyaseta Tirkkiyeyê bê mişnaqeşe kirin, R.T.Erdogan û Partiya AKê çi sedemên anîne ser zimên, ez ne di baweriyê de me ev dê bibin miftekê. 

R.T.Erdoğan û partriya wî dibêje ku:”Ji bona ku me kar nekir me hilbijartin wenda nekir.  Kadroyên partiyê bûn elît û burokrat ji gel dur ketin Yanî sedemên erdhej û wendakirinê girêdayî rewşa hûndir yên partiya xwe diyar kirin. Rewşa aborî, bihayîyê, kêmbeşderbûna hilbijatinan, neçûna gelek dengdarên Partiya AKê ser sendûqan jî wek sedemên sernekevtinê diyar dike. 

Ev nêrîna erdheja siyaseta Tirkiyeyê nikare îzah bike. 

Serkeftina 23 salên R.T.Erdogan û partiya wî, hîç şik tune ye di xizmetan de jırbûn.. Lê di serkeftina wan de sedema esasî li dijî “dewleta kevn” derketin û “dewleteke nû” pêşniyar kirin, bû. Li dijî Kemalîzmê û dîktatoriya Ataturk derketin bû. Hebûna kurdan qebûlkirin bû.. Gotin ku “pirsa kurd heye û dewletê neheqiya mezin li kurdan kiriye”. Ji bona vê gav avêtin.Gotin ku “li Dersîmê serhildan tune bû, DÎktatoriya CHPê-Atatirkli Dersîmê komkujî kir.” Di heman deman de ji pluralîzma fikrî û ji azadiyan re xwedî derketin. 

Dema ku ji vê senaryoyê dûr ketin û şibiyan CHPê, Kemalîzm bi awayekî vekirî parastin, vegeriyan dewleta kevn ya Kemalîst. Gel jî got ku em careke din deng bidin xwediyê dewletê û damezrênêrê dewletê. Ew jî CHPê bû.            

 Wek tê zanîn Dewleta Tirk li dijî Kurdan û gelên din ava bû. Dewleta burokratên sivîl û leşkerî bûn. Loma jî li Tirkiyeyê siyaset pêşî qedexe bû, pişt re jî di sînor û çerçowaya ku xwediyê dewletê tespît kiribûn de domand. Kurd her demê ji derveyî siyasetê man. 

Siyaseta Tirkan jî piştî salên 50yî li ser du lingan, lingê Kemalîst û lîngê mihafazakarên olî – mihafazakarên nasyonalîst-nîjadperest meşiya. 

Nûha jî ew sîstema dom dike. Loma jî sistema siyasî wek tehterawalî ye. 

Di hilbijartrinên Herêmî de erdhej a di siyaseta Tirkiyayê de çêbû, encama ev sîstem-dewleta ûnîter, otorîter, nedemokrat, kolnyalîst e. Wê erdhejê di gelek qoxaxan de qewimiye. Lê sîstem ji bona nehatiye guhertin dubarebûn wek rewşekî û opsiyoneke mitleq derketiyê holê. 

Diyarbekîr, 16. 04. 2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *