Nimûneyên desdirêjîya tirkan li ser mafên kurdan

Siddik Bozarslan

2.Li Misirê di 1956an da Radyoya Kurdî dest bi weşanê dike. Dewleta Tirk gelek aciz dibe û jibo rawestandina radyoyê dikeve nav hewildanek. Rojek Sekreterê Serokê Misrê Cemal Abdulnasser, Ahmed Hassanain Haikal diçe cem serokê xwe û jê ra; ”Sefîrê Tirk hatîye bêyî ku xeber bide û ji hêrsa dikele û dixwaze te hema bibîne.” Nasser ji sekreterê xwe dipirse da ku wan di van rojan da li hemberî Tirkîyeyê tiştekî dijminane kirine yan na. Sekreter (Haikal) bersiv dide: ”Ne tiştekî, qasî ku ez zanim.” Nasser ji Haikal ra dibêje, ”Sefîrê Tirk di odeya xwe da nîvseetek an jî seetek bide sekinandin ku piçek hêrsê wî dakeve û dû ra bîne ku wî bibînim.”

Dema sefîr tê odeya Nasser, ew hê jî bi hêrs e û dibêje:

”Em tehamûlê  karên dijminane yên welatê te li hember Tirkîyeyê nakin û em dê hesabê wê bipirsin.”

Nasser bersiv dide: ”Birêz sefîr, me çi li hember welatê we kirîye?”

Sefîr weha bersiv dide: ”Tu dixwazî çi bibêjî? Ew radyoya kurdî ku we dest pêkirîye, kareke dijminane ya li hemberî me ye û dixwaze sazûmana welatê me xirab bike. Ev radyo divê bê girtin.”

Nasser bi awayekî aram ji sefîr ra dibêje: ”Ev radyo li hember welatê we nîne, ji ber ku qasê ku ez pê dizanim hukumeta we dibêje li Tirkîyeyê kurd tunene. Ma ne wusa ye?”

Sefîr bersiv dide: ”Rast e ku li Tirkîyeyê kurd tunene, lê dîsa jî ew çalakîyeke dijminane ye!”

Nasser dîsa bersiva sefîr dide: ”Fermo ji hukumeta xwe ra bibêje, eger wan rojek bi awayekî resmî qebûl kirin ku li Tirkîyeyê kurd hene, wê çaxê em dikarin li ser pirsa girtina weşana radyoya kurdî bifikirin.” (Osman Aytar, Kovara Bîrnebûn, hejmar 72, 2018, r.15-16)

3.Li Baxdayê di 14yê temûza 1958an da Derbeya Eskerî çêbû û bi vî awayî hukmê monarşîyê li Îraqê hilweşîya. Mela Mistefa Barzanî ji Sovyetê vegerîya Kurdistanê ku ew di 1947an da digel 500 hevalên xwe revîyabûn Sovyetê.  Di 7ê oktobra 1958an da Barzanî zivirî û li Baxdayê jibo otonomîya Kurdistanê digel Baxdayê dest bi gengeşeyê kir. Yek ji encamên gengeşeyan ew bû ku di Destûra Baxdayê da maddeyên hebûna Neteweya Kurd û Zimanê Kurdî hat bicîkirin ku ev jî destkeftîyeke ne biçûk bû. PDK, dest bi xebata legal kir û di hukumeta Baxdayê da cî girt. Lê ev dem zêde dirêj dom nekir.

Di heman demê da li Bakurê Kurdistanê jî operasyonên tirk çêbûn û gelek welatperwerên kurd hatin girtin (17.12.1959)  û ketin zindanê ku ew bi navê “Bûyera 49an” tên naskirin.

Balkêş e ku piştî Darbeya 27ê gulana 1960î, gelek zindanîyên sîyasî yên tirk hatin berdanê lê kurdên ku di Doza 49an da avêtibûn zindanê, ew nehatin berdan. Hukmê Eskerîyê yê Awarte qîma xwe bi wê yekê jî neanîn û 550 kurd komkirin û rêkirin Sêwasê jibo surgûnê. Ew kes bê lêpirsîn û mehkemekirin qasî 6 meh li Sêwasê man. Di nav wan da kesên naskirî wek Abûqat/parêzer (peyvik firansizî ye û  ”avocate” tê nivîsîn û ”avokat” tê xwendin) Faik Bucak jî hebû. Piştî ku 6 meh li Kampa Sêwasê man, di nav wan da F. Bucak, Kinyas Kartal û Abdurrezak Ensarioğlu jî tê da bi tevayî 55 kes jibo surgûnê rêkirin herêma rojavayê Tirkîyê û ew li wir 2 sal surgûn man. Dema YTP bû şirîkê koalisyona hukumetê, qanûnek çêkirin û ew zivirîn malên xwe. F. Bucak jî zivirî Rihayê û karê xwe yê abûqatîyê domand.

4. Di 11ê adara 1970yî da Otonomiya Başurê Kurdistanê ji alîyê rejima baxdayê ve hat qebûlkirin. Wek em pê dizanin, digel qebûlkirina otonomiyê jî hin problem (şol-gelş) di navbera Baxdayê û Kurdistanê da hebûn ku yek ji wan herêma Kerkûkê bû ku divê bihata ser coxrafya Kurdistanê. Loma hukmê otonomiyê emirdirêj nebû û careka dî di navbera du alîyan da şer despêkir. Lê balkêş e ku hukumeta Ankarayê jî tilîyên xwe xistîye nav vê gelşê û zorê daye Baxdayê da ku hukmên otonomiyê neyên pêkanîn.

Di vî warî da li xwemikurîya Fermandarê Hêzên Hewayî yê wê demê Generalê Tirk  Tahsin Şahinkaya, dinivîse ku Ankara, vala nesekinîye û bi rîya diplomatên xwe zorê dane Baxdayê ku otonomi têk biçe. (Bîranînên Tahsin Şahinkaya)

Pir balkêş e ku Dozgerê Dadgeha Eskerîyê yê Fermandarîya Sıkıyönetima Bajarên Sêrtê –  Dîyarbekrê, di iddianameya jibo gumanbarên PDK da di dadgehkirina dawîya 1971an da weha gotibû:

“Em dê muhaqqeq bibin asteng ku ew peyman nekeve jîyanê. Bila bîlasebeb moral jibo kurdan çênebe…”

Peymanek li Baxdayê çêdibe ku muxatabê wê hukumeta Baxda û kurd in; lê yên ku zêde xwe aciz dikin û di hemî qadên jîyanê da wê acizîyê nîşan didin û xwe tam dikin sosret, hukumeta Ankarayê ye û rêvebirên girêdayê hukumet û dewletê ne. Ev acizî û sosretî tê radeyek ku berpirsên mahkemeyek dikarin wê têxin nav dosyayên xwe yên dadgehkirinê li hemberî kurdan.

5. Mîsaleka destdirêjîya Ankarê jibo Kopenhagê (Danimarka) jî gelek balkêş e. Berîya darbeya 12ê îlona 1980yî ya ku li Tirkîyê çêbûye; li Danimarkayê Qurseka Kurdî jibo mamostayên kurd hatîye amadekirin. Ew qurs ji alîyê Weqfa Kultûrî ya Welatên Jorîn (bakur, yanî Skandinavya) ve hatibû amadekirin. Amanca wê qursê, jibo perwerdeya bi zimanê kurdî jibo zarûkên kurdên ku li Skandinavyayê dijîn bû. Sefîrê Tirk yê Kopenhagê dikeve nav hewildanê da ku ew qurs neyê çêkirin. Sefîrê Tirk gotîye ku ew kurdên dixwazin bi kurdî perwerde bibin, hevwelatîyên Tirkîyê ne û li gora huqûqa Tirkîyê kurdî qedexe ye û hevwelatîyên tirk jî li kîjan welat dijîn bila bijîn, mafê wan tune ku bi kurdî perwerde bibin.

6. Di havîna 1984an da li Stockholma Paytext (Swed) li taxa (mehleya) Tenstayê Hêlîna Kurdî (zarûkxane) jibo zarûkên kurdan hat vekirin. Rojnameya Rojane ya Swedî Dagens Nyheter, di rûpelên xwe da cî dabû vê hewildanê û kiribû nûçe. Li gora nûçeya rojnameyê, di despêkê da 15 zarûk (di navbera temenên 1,5 û 6 salî, 5 kur û 10 keç), di vekirinê da despêkirine. Du xebatkarên wê swedî ne û du jî kurd in. Berpirsîyara Zarûkxaneyê Birgitta Hedman gotîye ku ew dixwazin swedî û kurdî digel hev hînî zarûkan bikin di bedêla tirkî da. Ji ber ku kurdî qedexe bûye li welatê wan zarûkan; ew bi vî awayî kurdî dîyarîyê zarûkan û dê û bavên wan dikin. Loma hemî lîstik, çîrok, stran bi kurdî û swedî ne. Di payîzê da dê mamosteyeke kurdî jî jibo 30 seetî bigirin kar.

Di buharê da biryar jibo vekirina Zarûkxana Kurdî hatibû girtin. Berîya biryarê raporek hatibû amadekirin. Li gora wê raporê li herêmên Tensta- Rinkeby 100 malbatên Kurd (derdora 500 nufûs) henin û gelek ji wan kurdan êşkence li Tirkîyê dîtine û sergêjîyên wan ên psikolojik hene. Di sazgeha (dezgah) sosyalî (civatî) da asistan Nunnu Lopen gotîye:

“Komeleke malbatî li nêzîkî zarûkxanê dê were damezrandin. Em bi vê zarûkxanê, dixwazin şexsîyeta neteweyî bi hêz bikin.”  (Berbang, 6/84, r. 12-13)

Dewleta Tirk bi rîya sefîrê xwe yê Stockholmê acizîya xwe nîşan da û xwestin ku hêlîn were girtin. Wer bû ku ev hewildana tirkan ket nav rûpelên rojnameyên Swêdî. Berpirsê herêma Stockholmê bersîveke tuj da tirkan û got:

”Qey tirk difikirin ku Stockholm bajarekî Tirkîyê ye, ew ji  bîr dikin ku ev der paytextê Swêdê ye.” Piştî bersiva şaredarîyê, berpirsên tirk ji neçarîyê guhên xwe ker kirin.

7. Nuqteyeka balkêş jî ev e ku jibo têkbirina hewildana Araratê, di dawîya temûza 1930yî da 500 siwarîyên Sovyetê diçin hewarîya ordîya tirk û li hemberî kurdan şer dikin. Ev jî rezaleta diktatorîya Stalîn nîşan dide ku çawa prensibên sosyalizmê binpê dike û alîkarîya diktatorên Ankarayê dike, da ku kurdên bindest di doza xwe ya heqîyê da têk biçin. (Fikret Başkaya, Paradikmanin Iflasi, s.65, Doz Y. 1991 Istanbul)

8.Li gora nûçeyeka 21.09.2020an ku di Medya Civatî da derçû; li Fransayê jibo sefê 11an li ser dîroka kurdan û Kurdistanê di kitêba tarîxê ya perwerdeyê da haydarî cî girtîye. Ev cara ewil e ku di tedrîsata perwerdeyê da haydarîyên li ser kurd û Kurdistanê li welatekî Ewrupa wek Fransayê da cî girtîye ku ev jibo kurdan gelek giring e. Lê dîsa rêvebirên Ankarayê dîn û har bûne û hema wezareta Tirkîyê yê derve ketîye nav hewildanê û acizîya xwe nîşan daye. Ew hew qas çavsor bûne ku jibo kurdan tiştekî baş li ser hîvê jî çêbe, dê tirk dîsa xwe aciz bikin, biçirînin ku ev ji nexweşîya wan ya hovîtîyê tê.

Dewam dike…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir