PKK, li Başurê Kurdistanê xetirtir dibe û çareserîyeke radîkal pêwîst e…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

PKK li hemû beşên Kurdistanê xeter û tehlûke ye. Lê li Başûrê Kurdistanê xetertir e. Lewra dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê têk bibe.

Xeteriya PKKê li Başûrê Kurdistanê di sala 1981-82 an piştî ku bi PDKê re peyman çêkir dest pêkir. Piştî peymana hevbeş, PKKê li Behdînanê cîwar bû. Roja yekem dest bi xirabîyan kir. Endam û berpirsiyarên KUK-SE û Partîya Komunîst ya Iraqê kûşt. Ji bona ku PDKê jî li Behdînanê tasfîye bike, plan çêkir. Biryar da ku berpirsîyarê PDKê ya Liqa Yekemîn Dr. Cercîs û hemû berpirsiyarên PDKê bikûje. Dest bide ser herêma rizgarkirî ya Behdînanê.

Wê demê di nav serokatîya PKKê de kesekî kurd û dilsoz derket ji PKKê revîya, ev plan û xeterîya PKKê deşîfre kir.

Hezar mixabin li hemberî PKKê tiştek nehat kirin û hiqûqa neteweyî bi kar nehat.

PKKê ji vê yekê cesaret girt, xirabiyên xwe domand û mezin kir.

Bi taybetî jî piştî ku bû taşeron, ket bin xizmeta Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê, li Başûrê Kurdistanê xetertir bû. Ew xeterîyan ji alîyên min de bi dehan sal e ku tê nivîsandin. Gelek kurdperwerên kurd jî ev yeka anîne ser zimên.

PKKê li hemberî PDK û YNKê şerê dijwar meşand. Bi hezaran pêşmerge kûştin. Bi sedan gundên Kurdistanê dagîr kir. Maxmûr, Qendîl, Şengal û gelek deverên din dagîr kir. Ji gundîyan xeraç girt. Îzin neda ku gundî zîraetê bikin. Ciwanên kurd revandin û da kuştin û kuşt. Bû sedem ku dewletên kolonyalîst Kurdistanê dagîr bikin.

Ev xirabiyên PKKê heta nûha dom dike. Hikûmeta Dewleta Federal û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê ji vê xeterîyê re çare nedîtin. Stratejîyek baş û nexşerêyek li hemberî PKKê nemeşandin.

PKKê di dagirkirina Kerkukê de cîh girt.

PKKê, piştî Peymana Şengalê har bû. Li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê şer îlan kir. Dest bi kûştinê kir. Li Başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de xetertir bû. Ev rewşa xetertir bi daxûyanîya Serokê Kurdistanê û PDKê Mesûd Barzanî jî hat diyar kirin.

Di 2-3 rojên dawî de li Rewandizê du ciwanên kurd yên din revandin. Di derbarê vê bûyerê de çapemenîya Kurdistanê û Bas News dibêje ku:  Li gundên Bokrîskan û Pirdeşal ên ser bi bajarokê Wertê yê navçeya Rewandizê,  berpirsên PKKê du ciwan revandin

PKKê bersiv nedane malbatên wan her du ciwanan.

Rêveberê Bajarokê Wertê Muslîh Zirar ji Kurdistan24ê re ragihand: ‘Roja duşemê 16ê Mijdara 2020an, hêzên PKKê xortekî bi navê Qareman Ebdullah Sofî ku niştecihê gundê Bokrîskan e, desteser kiriye û îro jî xortekî din bi navê Tiwana Hacî Sofî ji gundê Pirdeşal desteser kiriye ku karmendê Şaredarîya Wertê ye û pismamê desteserkiriyê duh e.”

Muslîh Zirar diyar kir: Malbata Qareman çûye cem berpirsên PKKê, lê ti bersiv nedane.”

Herwiha eşkere kir: “Weke îdareya deverê, peywendiya me ya fermî û rasterast bi PKKê re tine ye, lê bi rêya peywendiyên civakî em li pey van cûre dosyeyan diçin û em dilgiran in ji reftarên PKKê, ku bi hincetên cûr bi cûr xelkê deverê diêşînin û tûşî serêşiyê dikin.”

Gundên Bokrîskan û Pirdeşal ji aliyê îdarî ve ser bi navçeya Rewandiz in, lê ji ber hebûna baregehên wan, ji aliyê ewlehîyê ve PKK li wir serdest e. Di demên berê de jî çendîn car niştecîyên wan deveran bi sedemên cûr bi cûr hatine desteserkirin, herwiha ji ber hebûna PKKê çendîn car gundên deverê ketine ber bombebaranên Tirkîyê û zirarên giyanî û madî gihiştine xelkê deverê.”

                                                                 *****

Her kurdek xeteriya PKKê li Başurê Kurdistanê dipejirîne. Lê di statu û terîfa PKKê de û di rê û rêbaza çareserî de fikir û projeyên cûda hene. Di van rojên dawî de, di derbarê vê mijarê de fikrên cûda hîn zelaltir bûn.

Beşek kurd û bi taybetî jî rêxistinên Bakûrê Kurdistan hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê meşrû dibînin. PKKê li Başûrê Kurdistanê wek hêzeke biyanî, dagîrker, terorîst nas nakin. Loma jî di çareserî de projeyeke statuparêz pêşkêş dikin.

Lê 400 siyasetvan, nivîskar, rojnamevan, hiqûqzane, karmend yên kurd, PKKê li Başûrê Kurdistanê wek hêzeke bîyanî û dagîrker û terorîst terîf dikin. Ji bona çareserîyê proje û pêşniyareke radîkal bi civîna çapemenî ji raya giştî ya Kurd re pêşkêş kirin. Di hemandem de biryar dan ku li Herêma Federe ya Kurdistanê li pêş Meclîsa Kurdistanê nêrîn û pêşniyara xwe ji raya Başûrê Kurdistanê û rayadar û desthilatdarên Kurdistanê re jî dîyar bikin.

Ev 400 kurd dibêjin ku:  Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê, beşekî mezin yê Başûrê Kurdistanê bi alîkarîya Emerîka wek herêmeke azad hat îlan kirin.

Her çar dewletên kolonyalîst jî, ditirsîyan ku Kurdistan dê bibe dewlet. Ji bona vê yekê jî dixwestin ku destwerdana Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Emerîkayê jî ditirsîyan. Çar dewletên kolonyalîst bi riya PKKê dest bi êrîşan kirin.

Dewletên kolonyalîst piştî ku Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê ava bû û federalîzm îlan bû, zêdetir êrîşker bûn. Çar dewletên kolonyalîst ji bona desthilatdarîya Kurdistanê têk bibin, ji PKKê re bûn alîkar. PKKê jî desthilatdarî, nîzama hiqûqî ya Kurdistanê nas nekir. Di sala 1992-an de şerekî dijwar pêk hat. 3500 pêşmerge şehîd bûn. PKKê teslîm bû, got ku “ez desthilatdarî û nîzama Kurdistanê nas dikim.”

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, wê demê di derbarê êrîşkerî û terora PKKê de, ji 25 Dewletên Ewrûpayê re raporek pêşkêş kir. Wê demê jî ew êrîşên PKKê, ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagîrker hat dîyar kirin û li dij hat rawestandin.

Lê PKK, bi piştgirîya Dewleta Iraq û Îranê, li Başûrê Kurdistanê cîwar bû. Dewleta Tirk jî ev yeka ji bona operasyonên xwe sedema stratrejîk nîşan da. Heta îro jî li Başûrê Kurdistaê 30 operasyonî zêdetir pêk anî.. Li Kurdistanê qereqol û “Herêmeke ewlewî” ava kir.

PKKê, li Başûrê Kurdistanê bi avakirina “Hikûmeta Botan-Bendînanê” û “Komara Zapê” û bi hemû karên xwe yên din, hiqûq û serwerî û desthilatdarîya Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Loma gelek gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundîyên kurd xerac digire. Xort û zarokên kurdan direvîne û dide kûştin. Destwerdana sîyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Rê ji dagîrkerîya çar dewletên kolonyalîst re vedike. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Divê baş bê zanîn ku PKK li Herêma Federe ya Kurdistanê rêxistineke dagîrker e.. Li Şengalê û li Maxmûrê û li Qendîlê û li gelek gundên Kurdistanê dagîrkerîya wê bi salan e ku dom dike.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku PKKê û Haşdî Şabî ji Şengalê û li hemû deverên din derkevin di peymanekê de li hev kirin. Lê PKKê ji bona ku ji Şengalê dernekeve, li Kurdistanê şer îlan kirîye. Êrîşî pêşmergeyan û berpirsîyarên asayîşê dike.

Em armanca PKKê ya stratejîk ji nezik ve û baş nas dikin ku ew dixwaze Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Rastîyeke vekirî heye ku Herêma Federe ya Kurdistanê, di vê qonaxê de hêvîya hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê ye. Xirabîya bê serê wê, zirarê dide hemû kurdan.

Aşkere ye ku PKK, li Herêma Federe ya Kurdistanê hêzeke bîyanî û dagîrker û terorîst e. PKK, Li Başûrê Kurdistanê û li hemû beşên din yên Kurdistanê li hemberî rêxistin-partîyên Kurdistanê û kurdên welatparêz bi awayekî bêperva çalakîyên terorîstî pêk anî û pêk tîne. Bı ev taybetîyên xwe divê ji Kurdistanê bê derxistin. Bi PKKê re dîyalog, li Kurdistanê rewabûna wê naskirin dibe. Ceribandinê jî derxistîye holê ku bi PKKê re diyalog çare nîne.

Loma em ji bona ku gelê me û ciwanên me nayên kûştin û zirar nebînin, em ji PKKê daxwaz dikin ku dev ji çek berdin û bê qeyid şert desthilatdarîya Herêma Federe ya Kurdistanê nas bikin û an jî  bi awayekî aşitî ji Herêma Federe ya Kurdistanê derkevin..

Heger PKKê ev yeka nekir, divê Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Federal ya Iraqê bi hev re serwerîya xwe ava bikin. Her dewletek li dijî hêzên nehiqûqî  û terorîst û dagîrker çi dikin, divê ew li hemberî PKKê  bê kirin.

Divê rêxistinên Başûrê Kurdistanê yên ku bi PKKê re alîkar û têkildar in, divê pêwendîyên xwe bi PKKê re qût bikin.

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heger mijara PKKê û hemû hêzên çekdar tasfîye nekin, nikarin ji operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk  jî xelas bibin û serwerîya xwe biparêzin.

Em, ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê tasfîye bibe û bê derxistin, ji biryarên bên girtin re piştgir in.

Em ji ciwanên Kurdistanên yên ku di nav PKKê de xebat dikin daxwaz dikin ku ew xirabîyê li welatê xwe û neteweya xwe nekin. Li dijî siyaseta PKKê ya ku xizmetê dewletên kolonyalîst dike, derkevin. Dev ji çek berdin.

Diyarbekîr, 20. 11. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir