IOMyê: Di navbera salên 2014-2023yan de 63 hezar koçber mirine

Rêxistina Penaberan a Navneteweyî (IOM) di raporekê de ragihand ku ji sala  2014- 2023yan li tevahiya cihanê 62 hezar û 285 koçber an wenda bûne yan jî mirine.

Rêxistina IOMyê rapora xwe ya salane ya derbarê kolberan de belav kir.

IOMyê ragihand ku tenê di Deryaya Navîn de, bêhtirî 27 hezar koçberan xeniqîne.

Sala 2023yan di nava 10 salan de sala herî dijwar a penaberan bûye.

Di sala 2023yan de 8 hezar û 500 koçber di rêya ber ber Ewropayê ve de canên xwe ji dest daye.

Ji destpêka 2024an ve jî 553 koçberan di wê rêya penaberiyê de canên xwe ji dest daye.

Li gorî raporê, Efxanî ji wê canjidestdanê di rêza yekem de ne.

Piştî wê Miyanmarî û Etiyopyayî ne.

Di rêza çarem jî de koçberên xelkên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tên ku di dema 10 salên borî de, hezar û 270 koçberî canê xwe ji dest daye.

Li gorî wê rêxistina IOMyê, ji tevaya her 3 koçberan, 2 koçber ji wan xelkên wan welatan in ku şer û nakokiyên xwînawî lê heye û ji bo paşerojeke baştir, berê xwe didin rêyên metirsîdar.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *