Sebeba Derbeya Leşkerî ya 12 Îlon 1980 û encamên wê

41 sal di ser Cûnta 12 Îlonê 1980 re derbas bû. Bandora vê derbeyê, hîna zindî ye û berdewam dike. Du armancên vê derbeyê yê esasî hebû:

Yek jê leşkerên ku Komara Tirk avakiribûn, serwerî û bandora xwe ya li ser dewleta nîjadperest bidomîne; ya din jî kêmanîyên xwe yê di warê asîmîlasyona gelên Enedol û Kurdistanê bibe serî.

Dewleta kûr ku di bin kontrola leşkerên tirk de bû, ji bo ku ji derbeyê re zemîn amade bike, derbeyê bi gelê tirk û dewletên cîhanê bide qebûlkirin, dest bi provokasyon, sabotaj, sûîkast û qetlîaman kir.

Ji bo ku dewleta tirk, dewletek ji alî leşkerên dewşirme û bi hevkarîya emperyalîstên Ewropî hatibû plankirin û avakirin, zemînek wê ya civatî, çandî, sîyasî, netewî, îdeolojîk û olî ya zelal tunebû, ji bo gerek her merivek, têxista qalibekî nuh û ji rastîya xwe der, loma her kesek, potansîyel dijminê dewleta tirk ya nuh bû!

Dewleta tirk, ji destpêka avabûna xwe de, li ser gelên Enedol û Kurdistanê, li ser navê netewa tirk, yek irq, yek ziman, yek al, yek alfabe, yek mezheb, yek qiyafet, yek îdeolojî ferz kir. Lê komikên Tirk yên hebûn jî wek Elawî û Sûnî bi cemaetên cuda hatibûn parkirin.

Ji xwe cemaetên wek îsawî, Mûsewî û Êzîdî hîn ji dema îdareya Osmanî de marjînal kiribûn. Kurdên Şafîî û Elawî, li welatê bav û kalên xwe ku hîna nehatibûn bişaftin, herifandin û dewşirmekirin mabûn! Ev ji bo komara nîjadperest hîna jî xeterek girîng bû!

Ji ber nakokîya di navbêna blokên NATO û VARŞOVA de, dewlet û ordîya tirk, alîkarîyek pirralî ya sîyasî, aborî û leşkerî ji dewletên endamê NATO disitend. Loma hêzên dewleta tirk yên kûr, ji bo amadeya Derba 12 Îlonê 1980yî, berê bi rêya gladyo, îstîxbarat, emnîyet û hêzên leşkerî rêxistinên çepgir û rastgir dan avakirin, ajanên xwe yên nav sûnnîyan li dijî Elawîyan çalak krin! Li Enedolê dest bi sabotaj, sûîkast û qetlîaman kirin.

Lê ji bo Kurdistanê bernameyek taybet xistin jîyanê. Piştî derbeta 12 Adarê 1971ê, ku partîya Ataturk CHP bi Serokwezîrtîya B. Ecevit bu hukumet, ji alîkî de çûn Qibris dagîr kirin, lê ji alî din li Enedol û Kurdistanê destûr dan çepîtîyê ku bi rêxistin bibin. Li Tirkî û Kurdistanê, bi dehan rêxistin û partî avabûn. Helbet Elewîyên Tirk û Kurd, bi giranî di nav rêxistinên çep de cîh girtin.

Partî û rêxistinên Kurd yên çep, bi giranî ji partîyên Turkîyeperest cuda, rêxistinîya netewî ya serbixwe, federal an serxwebûna Kurdistanê û yekîtîya çar perçê Kurdistanê kirin armanc. Lê tevlî ku doza Kurd, dozek netewî bû, ne doza şoreşa sinifekî û guhertina rejîma dewletê bû, tekoşîna xwe ya netewî li ser bingeha îdeolojîya karker avakir û armanca xwe jî wek şoreşa gel ya avakirina rejîmek sosyalîst dîyar kir. Ji ber ku doktrînên Marks, Lenîn, Mao û Enwer Hoca rêber hatin dîtin. Her partî, blok û navendên cuda parastin û xwe yekane rast pêşkêş kir û yê din dijmin îlan kir. Her rêxistina çepgir jî vêna parast: sinifên feodal, burjuva (mîllîyetçî), komparador, burjuvayên biçuk wek dijminên şoreşê, diviyabû tasfîye bibin. Li gorî wan rêxistinan: di serî de gelê Tirk, Ereb û Faris hemu gelên cîhanê û rêxistinên wan yên mîna me difikirin bira û hevkar in. Wek neyarên cîhanî: di serî de Îsraîl û Amerîka hemû dewletên kapîtalîst, emperyalîst neyar in; gotin: bi wan re pêwendî, lihevkirin û hevkarî ne pêkan e. Ev rewşa, bû sebebê tevlîhevî, nakokî, dijminahî û şerê navbêna partî û rêxistinan.

Ji bo ku dewleta tirk, li ser van rêxistinên Kurd ne xwedî otorîte bû, nikarîbû wan êrîşkirînî hev û rêberên civatê yên bi bandor bike; A. Ocalan derxist peyasê. Dema pkk, nuh wek grup derket, bi durişmên serxwebûna Kurdistanê, dest bi propaganda bi çekê kir. Di manîfesto û belavokên xwe yê pêşî de, partî û rêxistinên dervî xwe xayin û dijmin îlan kir û dest bi şerê partîyên Kurd, qaşo feodal û `hevkarên neyar` kir! Tekoşîna gelê Kurd ya netewî û ya rizgarîyê terorîze kir û bergîya wê guhert. Tu partî û rêxistina Kurd nema ku endam û kadirên wan nekuştibe. Qaşo li dij feodalîzmê şer dikir; lê li dij eşîretekê hevalbendîya eşîreteke din dikir. Ev jî dide rêdan ku armanc derxistina tevlîhevîyê û têkbirina doza netewî bû. Gelek kadirên Kurd yên hêja û welatperwer beşdarî pkk bûn. Beşek ji wan kadirên welatperwer dewletê ew şehîd kirin. Lê beşê din jî, pkk û A. Ocalan bi xwe ew kuştin yan dan şehîdkirin.

Derbeya 12 Îlona 1980yî bi amadekirina van şertan hat kirin. Dewleta tirk, endam û kadirên rêxistinên Kurd yên ne revîyan dervî welat, girtin û li zîndana Amedê wek navendek pîlot civandin. Kurdistan kirin mîna zîndana vekirî, bi bahaneya çekan, merivên“ kaçax“ û “terorîstan“ her şêwe tade û zordarî li gelê Kurd kir.

Zîndana Amedê kirin îşkencexaneyek bêhempa ku di dîroka mirovahîyê de neyê jibîrkirin. Derbarê zulum û îşkenceyên vê zîndanê de, bi hezaran pirtûk, kovar, rojname, rapor û makale hatine nivîsîn, lê dîsa jî zulma ku li wê zîndanê li me hat kirin, nikarîbûne bi giştî îfede bikin.

Tişta ecêb ev e: ev çil û yek sal in, ji dêbla ku ji vê dewletê hesabê vê hovîtîyê bê pirsîn; bi alîkarîya pkk/hdp, meşrûyeta vê zirdewleta tê parastin, kurd bêtir esîmîle û entegre dibin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *