NÊRÎNEK Lİ SER REWŞA ÎROYİN

Çika ku em îro di nav şerekî germ de dijîn jî, lê hinek kes hene wek di xewna mirinê de bin. Goh nadin derûdora xwe, çiqas xirabî û nexweşî hebe ji tevgera kurd dizanin û her tim dibêjin ku em ji dewleta xwe razî ne.  Komara nijadperest jî bi awayekî birçî xwe davê ser wan dîtinan. Lê gava ku em li xwedîyê wan nêrînan dinihêrin ku ev kesên hanê ji malbatên cerdewanan û nijadperestên Tirk in. Li gor wan, “gava ku em têkilîyên xwe bi dewletê ve girêdin tifltekî nayê serê me,    gava em di mala xwe de rûnin û dûrî van bûyerên civatî bimînin û jîyana xwe bidomînin tiştekî nayê serê me.” Ew dîtin dîtina nijadperestan û kûçikên wan in. Lê hinek kesên nezan û kor jî hene ew jî dibêjin “Gava ku em kor û lal bin, çawên xwe bigirin tiştek bi me nayê.” Lê dewleta dagirker  goh nade wan kesan. Pêşîyê çawê wan kesan ditirsîne. Dîsa jî dibe ku hinek bi awayî  hê jî difikirin an xwe dixapînin. Lê agirê jiyanê tu kesî gohdar nake. Rastîyan bi her awayî nîşan dide.

İro, hinek nezan û kevneperest wek tiralen bin dara xurmê rehetîya xwe difikirin û dixwazin kesên der û dora xwe jî bin tesîra xwe bihêlin. Ez bawerim yên ku rastîya vê dîtina heta îro nedîtine ji vir pê de jî nabînin. Lê belê, germîya şerê çekdarî, wê vê rastîyê ji yên serxişk û ji yên dûrî rastîyê disekinin re bide pejirandin. Lewra, ev şer roj bi roj geş dibe, bi alozên xurt der û dora xwe dişewitîne. Ev agir wilo dijwar dişewitîne ku şil û zuwa ji hewûdu cîhê nake. Ji vî agir re, îro ez sibe tu, di sibe yê din wê bibe kurban. Divê em van bûyerên ku îro tên dijîn û tişten tên kirin wekî çarenûsekî nebinin û daxwaz û armancên xwe bi dengekî bilind bigîrin. Divê em berîya her tiştî di zanabûna rastîya xwe de bin û rewşa dijminê xwe baş zanibin. Ew şerê qirêj ku li hemberê gelê me didome ne tiştekî nû ye. Li çar perçên Kurdîstanê gelê Kurd pir rojên dijwar dîtiye û derbas kiriye. İro jî, wek wan rojan em di pêvajoyekî pir dijwar de dijîn. Lê em zanin ku li hemberê vê dijwartîyê ji xêncî erê azadî tu rê tune ye li ber peşîya me. Rûpelên dîroka gelê Kurd ji alîyê dijminên wî ve bi xwînê hatîye nekşandin. Tişten do li başûr pêkdihat îro jî li bakûrê çê dibe. Tu sal derbas nabe ku dîrok û jîyana gelê Kurd ji nû ve bi xwînê neyê nekşandin. Dilê me, hê rojekî ronahî û bê êş nedîtîye. Divê hinek kes guh bidin tirsa dilê xwe û sedema vî şerî û sedema wan bûyeran bi têkoşîna gelê Kurd ve girebidin. Bi rastî, yên weha difikirindi hoyen îroyin de pir in û ew ji ber tirsa xwe ketine tayê. Lê çi heyfe ku, mirovên ku vê ramanê diparêzin li welatê me ne kem in û ew rastîya han jî êşekî me yê netewî ye. Dermanê vê êşê jî, di têkoşîna gelê Kurd de veşartîye. Ev şerê ku em dijîn û bûyerên roj bi roj zêde dibin bi tewayî sedema wî golanyalizm e. Ger em bixwazin van buyeran û sedema vî şerê fahm bikin, divê ku berê em sîstema qolanyalîzmê bafl bizanibin û li dijî hêzên qolanyalist bêperweyî (bê tirs) ser bikin. Ku em vê rastîyê bîrva nekin û her tim li ber çavên xwe bidin xuyakirin. Sekinandina me ya li hemberê dijmin wê ji çewtî û xelatîyan dûrbe. Lê gava ku, em serê xwe bixin nav xîzê (qûmê) we gavê em ê bi destê xwe nîrê bindestîyê bixin stûyê xwe.

İro rewşa welatê me bi her awayî ve eşkera ye. Yê ne korbin wê her tiştî bi çavekî zelal bibînin. Lê hinek kes hene ku her tim dixwazin di riya tarî de bimeşin. Bi kurtî, komara kontrgerîlla bi hemû dezgeh û hêzên xwe yên çekdarî li dijî gelê Kurd şerekî qirêj didomine. Roj derbas nabe ku, rewşenbîr û welatparêzên me neyen kuştin. Her roj zilma dijmin wek lehîyên biharê pêl pêl zêde dibe. Gava ku, em li hemberê zilma nijadperestan bedeng û bêmesûlîyet bisekinin û vê rewşa han çêtir bigirin wê çaxê, tu heqê me tune ye ku em gazinên xwe ji hinekî din re bikin. Lewra ew ravej (tavir) tê manê ku em razî zilma dijmin dibin. Ji bo wê yekê, dive berîya her tiştî em li dijî rojên tarî û bêdengî rawestin. Ev rawestina me ji ancax bi geş bûna agirê têkoşîn û bi bîr û bawerî çê dibe. Bi gotinên vala û bi yên rengin ve têkoşîn nayê meşandin. Gava ku em xwe bisipêrînin gotinên pûç, (dûrî pratîkê ) û gotinên “radîkal” ev tê wê manê ku em karê sîyasî wek leyîstîkekî dibinin. Lê belê, em zanin ku li welatên bindest têkoşîn ne karekî hêsan e û ne ji leyistîkekî gelêrî ye. İro bûyerên ku li ber çavê me domdikin ne tiştên hûrik in. Ez bawer nakim ku li rojhilata navînê netewekî din hebe ku mîna gelê Kurd êşên giran kişandibe. Dîroka gelê Kurd bi xwînê hatîye nivîsandin. Gava em çav li rûpelên dîrokê bigerinin em ê bibinin ku tu roj derbas nebûye ku dewletên dagirker tiştekî nû dernexistibin pêşîya gelê me. Li hembêrê têkoşîna gelê Kurd xwînmijên qolanyalist li ser axa Kurdîstanê ji nijadkujî bigrin heta dardakirina serokên Kurd gellek metodên xwînî bikaranîne. İro jî, ji alîyekî ve qetlîam, koçberî û şewitandîna gund û mal û zewîyan ji alî din ve jî, kuştin û windakirina kesen welatparêz zêde dibe.

Komara kontrgerîlla ji xencî mirinê tu rê nehiştîye ji me re. Lê rêkê ji bîrva kiriye. Ew ji, rîya şerê rizgarîya netewî û çînî ye. Di hoyên îroyîn de karê me yê yekemîn ew e, ku em li hemberê dijminên xwînmij ala şerê rizgarîya netewî û çînî hildin herî jor. Ger mirov ji dûr ve di heqê şerê çekdarî de bipeyive û pesna xwe bide him der û dorê wî û him jî yên ku di germîya şer de dijîn wê bi wî bikenin û tinazê xwe bi wî bikin. Ji dûr ve dengê zûrnê xweş tê, lê gava meriv nêzîkî zûrnê dibe we gavê dengê zûrnê gohê meriva diêşine û meriv rastîyê ji nêzik de dibîne. şerê çekdarî jî, wilo ye. İro gellek kes û komel pesnên xwe didin û derheqê şerê çekdarî de gellek rûpelên kovaran û rojnaman û pirtûkan dixemlînin. Lê belê, gava ku, em li rewşa welat dinerin tiştekî cûda dibînin. Lewra tiştên tên nivîsandin û tiştên ku di pratîkê de tên kirin dûrî hev in. Mirov meraq dike, eceb ew tiştên tên gotin û yên hatine nivîsandin gelo ji bo welatekî din in, an jî ji bo welatê me nin? iro em dinêherin ku gellek rêxistinên Kurdîstanê di derheqê şer û rewşa welat de pir tiştan dibejin. Lê rewşa wan jigotin û dîtinên wan pir dûrtir e. Ev pirsgirek ji xencî PKK ê rastîya hemû hêzên Kurdîstana Bakûr e. Ji sala 1984 an vir  ve li welatê me barê şerê çekdarî li ser milê PKK ê ye û germîya şer bi her awayî ew dijî. Dibe ku, di derheqê PKK ê û li ser pratîka wê rexnê me hebin. Dibe ku, çewtî, kêmasî û hwd. yên wî hebin. Lê belê, beriya her tiştî gere em kumê xwe deynin ber xwe û berîya em dest bi rexnên xwe bikin dive em berê şûjinê di xwe de kin û paşîyê derzî di hevalê xwe de kin. Vê gavê wê rexnên me di şopekî rast de bersîvên xwe bibînin û bigirin. Rexne û xwerexne bi hevra girêdayine. Di şerê îroyin de ciye me çî ye? Em çîqasî berpirsiyarên xwe bi çi tînin? Di şerê îroyin de serzêde kirina me çigase? Ger em bersîvên wan pirsan bi hêsanî bidin wê gavê wê rexnên me herî çêtir û bi cîbbe.

Di vê nivîsarê de min xwe xwest ku bi alîkarîya hinek pirsan ve çend bersîvên rast bidim ber çavan ji bo vê yekê jî, daxwazî û hêvîya me, ji rêxistînên me hene. Ew jî ev in: Bi pê ani di qada şerê çekdarî û di her qada têkoşînê de çi jî destê me tê, di demekî nêzik de em bi cî bînin. Wekî ku em xwedîye armancekî ne dîve em vê armanca xwe bi cîh bînin. Rîya vê bi cîh anînê jî, di hilgirtina ala têkoşîna rizgarîya netewî ya Kurdîstanê de derbas dibe. Bi dezgeh û pergalên nû, bi hêz û dengekî giran û bi şohekî sosyalîst dîve ku em berpirsîyarên xwe bi cîh bînin. Roj ne roja sekînandînê ye. Roj, roja yekîtî û geş kirina têkoşînê ye.

20.06.1995

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir