Serokatiya Kurdistanê bersiv da Amerîkayê: We tiştek nekir!

Serokatiya Kurdistanê bersiv da Amerîkayê: We tiştek nekir!

Ji aliyê Rûdaw 15 demjimêr berê

Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiv da Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û ragihand, ku ne Amerîka û ne jî ti welatekê din li hember binpêkirinên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê tiştek nekirin.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêr înê 29ê Îlonê derbarê referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kiribû û têde ragihandibû, ku Waşington encamdan û encamên referanduma Hikûmeta Herêma Kurdistanê nas nake.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro yekşemî 1ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da Wezîrê Derve yê Amerîkayê.

 

Di daxuyaniyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember beyannameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson radigihîne û dibêje: “Gelê Kurdistanê ku bi berdewamî û bi dilgermî piştevaniya Amerîkayê kiriye, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê û rejîma Sedam Hisên de, gelek nîgeran in ji beyannameya roja înê ya birêz Rex Tillerson Wezîrê Derve yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê. Diviyabû Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê berî hemû welatan pêzanîn û rêz li biryara Kurdistanê bo serxwebûnê bigirta, her weke çawan ku zêdetir ji %92ê gelê Kurdistanê di referandumeke azad û şefaf û aştîxwazane de di 25ê Îlonê de daxwaz kirin.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê berevanî li yasayîbûn û rewabûna referanduma serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje, ku wê referandumê derfet da gelê Kurdistanê daku mafê xwe yê diyarkirina çarenivîsê bi kar bîne. Di vê bareyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje:

 

“Referandum li gorî yasayên Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêmê ve bangewazî jê re hat kirin û parlamentoya Kurdistanê jî pesend kir. Ev prose li gorî çendîn bendên Destûra Iraqê rêpêdayî ye. Referandumê derfet ji gelê Kurdistanê re çê kir, daku mafê xwe yê diyarkirina çarenivîsê cîbicî bikin, her weke ku di Mîsaqa Netewên Yekbûyî û du rêkevtinnameyên navdewletî yên pêwendîdar ên paşê de hatiye.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de rexne li helwesta Amerîka û welatên din tê girtin, ku ti rêgirî li reftar û serederiyên neyasayî û nedestûrî yên Bexdayê li gel Kurdistanê nekirine û hatiye gotin:

 

“Zêdebarî pêzanîna me bo vexwandina Wîleyetên Yekgirtî bo bersivdana netundûtîj a referandumê, lê belê ne Amerîka û ne jî ti welatekê din rê li serederiya nedestûrî û neyasayî ya Bexdayê li gelê Kurdistanê negirt, ku ji dema pesendkirina destûrê di 2005ê de berdewam e.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê hêviya guhertina helwesta Waşingtonê li hember referandumê û destpêkirina piştgiriya wî welatî bo daxwazên gelê Kurdistanê dike û destîşan dike: “Em hêvîdarin ku di rojên dahatî de, Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê pêdeçûnê bi helwesta xwe bike û bi germî piştevaniyê li daxwazên rewa yên gelê Herêma Kurdistanê bike û di danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de beşdar be.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *