Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê: Ez bang li aliyên siyasî dikim ku rêzê li destûrê bigirin

Serokê Herêma Kurdistanê bang li aliyên siyasî yên Iraqê dike ku rêzê li destûrê bigirin û got: “Iraq niha ji her demê bêhtir pêwîstiya wê heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê di merasima bîranîna terorkirina Mihemed Baqir Hekîm, rêberê berê yê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê û bavê Emmar Hekîm de gotarek pêşkêş kir.

Rewşa xelkê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî got: “Ji ber nebûna bûdce û mûçeyê, gel û karmendên Herêma Kurdistanê di rewşeke gelek xirab de dijîn. Vê yekê bandoreke gelek neyînî li ser hemû sektorên Herêma Kurdistanê kiriye. Pêwîst e ku ev pirsgirêka mezin di zûtirîn dem de were çareser kirin. Ev yek erkê me hemûyan e, ji ber ku Herêma Kurdistanê û karmendên wê beşek in ji Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû serkirde û aliyên siyasî yên fraksiyonan û hemû endamên parlamentoya Iraqê kir jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniyê bikin.

Cibicîkirina Destûra Iraqê

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ruhê destûrê, avakirina demokrasî, dadmendî, cudakirina desthilatan û sîstema federalî ye. Bicîhanîna destûrê bi vî rengî, dê paşeroja xweş a civakên me biparêze û niha û siberoja me baştir bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de daxwaz ji berpirsên siyasî yên Iraqê kir, rêzê li destûrê bigirin û got: “Destûr wekheviya hemû civak, navçe û parêzgehên Iraqê ye û aramiya welat diparêze.”

Vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê

Nêçîrvan Barzanî derbarê karkirina kabîneya Sûdanî û gefên grûpên çekdar de got: “Kabîneya Sûdanî baş kar kir û vê yekê jî pêgeha Iraqê bihêztir kir. Ev nêzîkatî dikare pêgeha Iraqê jî bihêztir bike, lê binpêkirina desthilata Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, bi êrişa li ser nûnerên dîplomatîk, hêzên hevpeyman û Pêşmerge, Ew ê karê hikûmetê têk bibe û li Iraqê gelek aloziyan çêbike.”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Wan êrîşan zerereke mezin gihandiye asayîş û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku nîgeranî li tevahiya bazara Iraqê belav bibe. Herwiha derfet daye terorîstên DAIŞê ku êrişên xwe zêdetir bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Hêzên Hevpeymanan li ser daxwaza Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatine. Divê hikûmeta federal li gorî planeke hevbeş û di rewşeke aştiyane û bê pirsgirêk, danûstandinan li gel wan bike û li ser paşeroja hevkariyê li hev bikin. Iraq Niha ji her demê bêhtir divê aramî lê têk neçe.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *