URMIYE – Ji ber ku çûne Newrozê hatin desteserkirin

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê du kes ji ber ku çûne Newrozê hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan kesên ku hatine desteserkirin Umêd Qadirnejad (28) û Muhsîn Qedirreş (30) in û ew ji gundê Hacî Hesenî Şamatî yê bajarê Miyandiwawê ne.

Navenda îstixbaratê ya bajêr 17ê Nîsanê gazî wan kiriye û her du desteser kirine.

Heta niha li ser sedema desteserkirina wan ti agahiyên fermî nehatine dayîn.

Çavkaniyên xwecihî didin zanîn, ji ber ku çûne Newrozê ew hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, Umêd Qadirnejad û Muhsîn Qedirreş şandine Girtîgeha Navendî ya Miyandiwawê.

rudaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *