Zarokê Kurd ê 13 salî rastî nijadperestiyê hat: Dadgehê qedexeya derketina derveyî welat dayê

Li dibistaneke Stenbolê xwendekarê 13 salî ku ji ber “navê wî bi Kurdî ye” ji aliyê hevalên xwe ve rastî gotinên nijadperestî hat û dadgehê jî cezayê “qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê” daye.

Parêzera malbatê Rumeysa Îlîterê diyar kir ku zarok rasterast bêyî ku bi pedegog bişêwirin hatiye darizandin ku ev yek li dijî hiqûqê ye û ew dê îtîrazê li biryarê bikin.

Li ser tora civakî hat belavkirin ku li Stenbolê zarokekî 13 salî yê dibistana navîn ji ber ku “navê wî bi Kurdî ye” ji aliyê hevalên xwe ve rastî nijadperestiya sîstematîk hatiye û ji aliyê dadgehê ve jî bi “qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê” hatiye cezakirin.

Bi gotinên “Tu Kurd î, tu ne ji me yî, tu ji ku yî Kurdê pîs” rastî nijadperestiyê hat

Parêzera malbata zarok Rumeysa Îlîterê ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re ragihand ku muwekîlê wê yê 13 salî ku xwendekara pola 8an dibistana navîn e ku nexwest navê bide, nêzîkî 23 mehan bi berdewamî rastî nijadperestiyê hatiye.

Parêzera malbata zarok Rumeysa Îlîter got:

“Muwekîlê min rastî gelek gotinên biçûkxistinê û nijadperestiyê yên wekî, tu kurd î, tu ne ji me yî, tu ji ku yî Kurdê pîs, ev der ne cihê te ye hatiye, heta jê re gotine terorîst.

Di encamê de zarok bi rêveber re hevdîtinê dike. Rêveber difikire ku bi rastî jî bi hewldana razîkirina aliyan û hişyarkirina zarokan pirsgirêk çareser kiriye. Berî 2 rojan jî zarokan nîqaşa bi gotinên xwe yên nijadperest bi heman awayî berdewam kirine.

Jê re gotine, tu li vir çi dikî, tu ne ji me yî, cihê te ne cihê me ye û alaya Tirkiyeyê ya li polê nîşanî wî daye û gotinên provokatîf ên wekî, ev alaya me ye, ne ya we ye, ev alaya Tirkan e, binêre û fêr bibe. Di encamê de, ala di aloziya di nav zarokan de diçire.”

Dê û bavê zarok jî ji rêveber re got, ev terorîst in

Parêzera malbata zarok Rumeysa Îlîterê anî ziman:

“Piştî bûyerê zarok dîsa bi rêveber re hevdîtinê dikin. Rêveber ji ber ku gotinên nijadperestî yên zarokan demeke dirêj e berdewam dike gazî dê û bavan dike.

Di vê navberê de dayika zarokê din tê dibistanê û li dijî vê çalakiyê derdikeve û nijadperestiya zarokê xwe red dike. Berovajî vê yekê îdia dike ku muwekîlê min ê zarok bi awayekî provokatîf ala çirandiye.

Rêveber av dide zarokê ji qêrîn û dengê bilind ditirsiya lê ew bi gotinên nîjadperestî jê re dibêje, tu çima avê didî wî zarokî, ev terorîst in, divê ne li vir bin. Piştre polîs tên agahdarkirin û mijar diçe dadgehê.”

Polîs zarok ji dibistanê birin

Parêzer Îlîterê diyar kir ku li ser giliya dê û bavê zarokê ku helwestên nijadperestî nîşan da, polîs hatin dibistanê û muwekîlê wê bir şaxa Zarokan û got:

“Helbet divê ev di warê perwerdehiya pedagojîk de û ji aliyê hiqûqî ve jî berî her tiştî di warê perwerdehiyê de were lêkolînkirin.

Di rewşeke wiha de her çend guman û metirsiya reva zarok tunebe û di bin çavdêriya dibistanê de jî mimkun e serî li meqamên dadwerî were dayîn, helbet gazîkirina polîsan û girtina zarok wek ku sûcekî mezin kiribe li ber çavên hevalên wî ne rewa ye.”

Rjumeysa Îlîterê diyar kir ku polîsan zarok berê bir nexweşxaneyê rapor girtin û piştre bir dozgeriyê û got:

“Em dê li dijî vê raporê jî derkevin. Zarokê ku meha Îlonê raporeke astengiya fêrbûnê jê re derketiye. Ev mijareke nakok e ku zarok di bin berpirsiyariya tawan de ye yan na.

Li gel vê jî raporeke berovajî vê tê amadekirin. Em dê li dijî vê raporê derkevin. Em dibêjin ku bêyî lêpirsîneke berfireh şandina zarok ji bo dadgeha aştiyê û cezayê ne qanûnî ye. Ji bilî vê zarok hîn ne 13 salî ye jî.”

Parêzer Îlîterê bal kişand ku di dema lêpirsîna zarok de gazî pêdagog nehatiye kirin û anî ziman:

“Ji ber ku zarokên 12-13 salî dema tawanbar bin an jî parastina xwe dikin ji bo bizanibî rastiyê dibêjin an na divê ji aliyê pedagog ve were nirxandin.

Lê belê ne rewa ye ku darizandina zarokê ku di vê dosyayê de îfade daye û zarokê din jî bêyî ku pedagogek amade be rasterast derbasî qonaxa darizandinê bibe.

Em ê li ser van xalan careke din îtîraza biryarê bikin.”

Ceza dê bandorên trawmatîk li ser zarok bihêle

Parêzer Îlîterê herwiha destnîşan kir ku dozger sûc wekî “heqareta li nîşaneyên serweriya dewletê” nirxand û got:

“Bi hinceta ku zarok bêhurmetiya sembola serweriya dewletê kiriye, bi çirandina ala bi awayekî provokatîf cezayeke wiha tê dayîn lê rewşeke ku zarok ala çirandiye jî nîne.

Li holê ne alaya çiriyayî, ne wêne û ne jî delîl hene. Tevî vê yekê jî li ser îfadeyên zarokê ku li hemberî wî nîjadperestî kiriye vê cezayê distîne.”

Parêzer Rumeysa Îlîterê diyar kir ku ew dê li dijî biryarê îtîraz bikin ku ev ceza dê bandorên trawmatîk li zarok bike.

Îlîterê herwiha diyar kir ku piştî vê qonaxê ne mimkun e ku zarok li heman dibistanê perwerdeya xwe bidomîne.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *