Li Kurdistanê Hikûmeta demokratîk û nasnameyan; wezîfeyên wê yên bi lez…


Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Iraqa federal di gulana 2018an de hilbijartina giştî çêbû. Di hilbijartinê de PDKê bû partiya yekemîn. Partiya serok wezîr wenda kir, loma jî careke din nikarî bibe serokwezîr. Ev yeka cizakirina gel ya hiklûmeta kevn û hevalbendên wan Emerîka bû. Lewra gel gelek aşkere diyar kir ku siyaseta piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye meşandin ne rast e, îşgala Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê neheqiyek, êrîşeke mezin e li hemberî neteweya kurd.

Yekembûna PDKê prestija Serokê Milî Mesûd Barzanî zêde kir û rola wî û partiya wî PDKê di avabûna hikûmetê de kir partiya mifte. Wusa jî bû. Di avabûna Hikûmeta Federal ya Iraqê de Serokê Milî Mesûd Barzanî û PDK bû xwediyê roleke mezin.

Ev encama hilbijartina giştî ya Iraqa federal, ji bona hilbijartina giştî ya Kurdistanê jî encamên girîng nîşan dida. Hilbijartina giştî ya Kurdistanê di Îlona 2018an de hat li dar xistin. Di encama Hilbijartinê de PDKê bû partiya yekemîn, YNK bû partiya duyemîn, GORAN bû partiya sêyemîn. Di hilbijartina giştî ya Iraq a federal de jî ji bona partiyên Kurdistanê ew encama derket holê.

Yekemînbûna PDKê îtibar a wê û Serokê Milî Mesûd Barzanî bilindtir û xurttir kir. Gel baweriya xwe bi PDKê anî. Got ku “Hikûmeta Kurdistanê divê tu ava bikî.” Ew ji bona rewşa Kurdistanê jî gerentiyek û encameke gelek bi ewlekar bû.

Gel ji encama Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê gelek kêfxweş bû. Piştî hilbijartinê li hêviya bû ku hikûmet di wextekî kurt de ava bibe. Lewra li Kurdistanê him ji aliyê ewlekariyê de, him jî ji aliyê siyasî, aborî de xwediyê pirsgirêkên mezin bû. Loma dema ku PDKê ji bona Hikûmeta Kurdistanê ava bibe, bi partiyên Kurdistanê re dest bi danûstandina kir.

Bi taybetî jî dema ku PDKê Neçîrvan Barzanî ji bona serokbûna Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bona serokwezîrî namzet nîşan da; bawerî û kêfxweşî zêdetir bû. Kurdistaniyan ji van herdu şexsiyetên Barzaniyan re bawerî anîn û hêz û dewletên derve jî piştgiriya xwe ji vê namzetbûnê re nîşan dan. Diyar bû ku ew herdu şexsiyetên Barzaniyan dê Kurdistanê pêşve birêve bibin.

Lê dema ku xebata avakirina Hikûmeta Kurdistanê dereng ket, hêviya gel şikest û reşbîn bû.
Ew xeteriyeke mezin bû. Ew encama derengketinê jî ji helwesta partiyên siyasî dihat. Lê gel dîsa jî ev derengiya hikûmetê tolere nedikir û mixalefet dikir.

Dema ku ji bona serokbûna Kudistanê qanûn li parlamentoya Kurdistanê çêbû, jinûve hêvî çêbû. Dema ku Neçîrvan Barzanî bû serokê Kurdistanê hêvî geş û pêş ket. Dema ku Serokê Kurdistanê ji bona hikûmet ava bibe, wezîfe da Mesrûr Bazranî, di nav gel de xoşbînî derket holê. Dema ku Mesrûr Barzanî di nav mehekê de hikûmet ava kir û bawerî ji parlamentoya Kurdistanê wergirt, xoşbînî û kêfxweşiya kurdistaniyan û Başûrê Kurdistanê gijhîşt ewran.

Wê demê min got ku li Kurdistanê qonaxeke nû û “Qonaxa Barzaniyên Cîwan” dest pê dike.

Gor baweriya min Mesrûr Barzanî di hikûmet avakirinê de reformeke mezin kir. Bi berpirsiyarên hemû partiyên siyasî, grûbên olî û dinî, bi grûbên fikir, bi rêxistinên siwîl, bi rewşenbîr û pêşengên civatê re danûstandin kir.

Min wê demê nivîsand ku Mesrûr Barzanî demokrasiyê pêş dixe û demokrasiyê dike demokrasiya nasnameyan.

Danûstandina wî jî encam da. Hikûmeteke gelek demokratîk, hikûmeta nasnameyan, piralî ava bû.
Li dinyayê ev hikûmeta Mesrur Barzanî û Kurdistanê modeleke nû ye.

Dema ku sond hat xwarin, her miletî bi zimanê xwe û bi zimanê kurdî, bi pirtûka ola xwe sond xwar. Li tu welatan van ceribandina tune ye.

Ev modela hikûmetê bes li Belçîkayê û li Swîsreyê heye. Li Îspanyayê piştî bûyera Katalonyayê vê hikûmetê îflas kir.

Li Rojhelata Navîn jî Hikûmeta wek Hikûmeta Kurdistanê tune ye. Hêvîdar im ku neteweyên Rojhelata Navîn ji hikûmeta Başûré Kurdistanê sûd werbigirin û ji bona xwe bikin model. Bi taybetî 3 dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Sûriye, Faris) hewcedarî vê ceribandinê û modelê ye. Lewra li wan welatan çend netewe bi hev re dijîn.

Hikûmeta avabûyî, encama çanda Şêx Evdilselam Barzanî, Serokê Milî Mele Mistefa Barzanî û Mesud Barzaniyê.

Wek tê zanîn, di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de Mesûd Barzanî gelek aşkere diyar kir ku dewleta bê avakirin, dewleta Kurdan nîne. Dewleta Kurdistaniyan e. Dê ew dewleta bibe dewleteke federal.

Di dema avakirina Hikûmeta Kurdistanê de bi berpirsiyarên grûbên neteweyî û olî re danûstandin kir. Gelek aşkere got ku hûn nehindakayî ne. Hûn netewe ne.

WEZÎFEYÊN HIKÛMETA KURDİSTANÊ YÊN BI LEZ…

1-Li Kurdistanê du hêzên pêşmerge zerar digihîne Dewleta Federe ya Kurdistanê. Li dewletekê hêzeke hevbeş ya leşkerî û ewlekariyê dibe. Divê Hikûmeta Mesrûr Bazarnî bi lezûbez leşkerekî hevbeş ava bike, hêzên taybet yên PDK û YNK û partiyên din tasfiye bike.

2-Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin êrîşa grûbên terorîst de ye. Grûbên terorîst û çekdarên wan ji bona Kurdistanê û ewlekariya Kurdistanê xeteriyeke mezin e. Bi taybetî di van rojên dawî avakirina hêza çekdar ya PKKê ew xeteriyeke gelek vekirî derxist holê. Êrîşa duho li Hewlerê jî ew xeteriya nîşan da. Li dewletekê hêzên çekdar ne qanûnî, ne rewa ne. Divê Hikûmet van hêzan qedexe bike û tasfiye bike. PKK û hêzên wan yên çekdar qedexe bike.

3-Ji bona Kurdistanê û neteweya kurd pirsgirêka Kerkukê û herêmên din yên Kurdistanê gelek girîng e. Loma jî divê ev pirsa bi riya referandûmê û gor xala 141emîn a Makezagona Federal çareser bibe.

4-Li Kurdistanê hewcedarî bi reform û jinûveavakirina siyasî, civakî, çandî, aborî heye. Divê Hikûmeta Kurdistanê reformçêker be.

5-Wek serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêkê de diyar kir, divê bi gendalî re şer bidomîne.
Kurdistanî hêvîdar in ku Hikûmeta Mesrûr Barzanî van karan bi lez bîne cîh..

Amed, 19. 07. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *