“Kurd Çi Dixwazin?”

Li Tirkîye û bi taybetî ji alî raya Tirk, van rojan vê pirsa, gelek tê kirin. Kirina vê pirsê bixwe înkara mafê Kurdan e.

Hinek rewşenbîr, doz û mafê neteweya Kurd, bi yên tirkê Qibrêsê, Bulgar û Azerîyên Qerebaxê re qiyas dikin.

Divê neteweya Kurd, bi tirkên Qibrisê, yên Bulgarîstan, Azerîyên Qerebaxê û heta bi tirkên li Tirkîye jî re neyî qiyaskirin. Çimkî wan jî bi barbarî hatîye welatê xelkê dagîr kirîye û ew kuştine û ji welatê wan qewirandine.

Hinek bi derewan xwe li xeşîmî datînin, bi durûtî û xapandin dibên; “ger Kurd qetandin û cudahîya ji tirkî bixwazin, bi mîlyonan Kurd li Tirkî dijîn, Kurd û Tirk bi hevre zewicîne, emê çawa wan ji hev biqetînin(!?)”

Gelo ji xeynî ew kesên xweperest û faşîst dibên; “Yara ku ne malê min be, ez ji kesî re nakim yar!” Kî wê bixwaze Kurd û Tirkên bi hev re zewicîne, ji hev biqetin!? Tu kes nabêje; bira Kurdek yan Tirkek, bi darê zorê, ciyê xwe jî biguhere.

Faşîstên Kemalîst ku xwe wek çep rêdidin, yên wek M. Soysal jî behsa mubadelê dikin; lê bi şertê ku Kurdan ji welatê wan biqewirîne. Qaşo, bi wî aqilê xwe yê gemarî, Kurdan tehdît dike, ji bo ku Kurd bitirsin, mafê xwe nexwazin û dengê xwe nekin.

Kurd, wek civatek kevnar li welatê xwe Kurdistan dijîn û neteweyek, di nava çar dewletan, bi hevkarîya dewletên emperyal mîna Brîtanya û Fransa, bi çar beşan ve hatiye parçekirin.

Gelê Kurd, di seranserê dîroka mirovahîyê de, ji erda xwe derneketîye, di welatên dervî xwe de bicîh nebûne û wan gelana ji heqê wan mahrûm û pêpar nekirine.

Her gel yan netewe, li welatê xwe çawa dijîn, divê neteweya Kurd jî li welatê xwe werê bijî. Wek her netewê, mafê neteweya Kurd, dewletbûn û federasyon daxil, heye ku bibe xwedîyê çarenûsa xwe.

Gava ku em behsa serxwebûna Kurdistan û azadîya gelê Kurd dikin, nayê wê maneyê ku gelê Kurd bi tu awayî nikare bi gelekî din re bijî, nayê maneya ku bila Tirk û Kurd û gelên din, li her derê ji hev veqetin. Armanca me, sînorên ku li nava gelê Kurd ketîye xistin rabin, zincîrên li îradeya gelê Kurd ketîye bên şikandin. Gelê Kurd bibe xwedîyê welatê xwe, xwedîyê dewlemendî û aborîya xwe, xwedîyê sazî, destgeh û rêvebirîya xwe.

Heta ku civata Kurd bixwe hilnebijêre ku bi kîjan gelî re, di nava kîjan statuyê de û bi çi pîvanan bijî, pirsgirêka doza neteweya Kurd jî safî nabe.

Îro partîyek Bakur yan Başûrê Kurdistan ji Tirkîye çi dixwazin yan çi hêvî dikin, nayê wateya ku ev pîvana berjewendî û mafê neteweya Kurd e. Kare ji van alîyan re pîvan û berjewendîyên sîyasî yên rojane li pêşbin. Ev daxwaz û çareserîyên demî û rojane, pirsgirêka gelê Kurd çareser nake.

Çi kesek, çi komikek û çi neteweyek be, gava mafekî wan hatibe binpêkirin û ji azadîyên xwe hatibin bêparkirin, bi çi şêweyî tekoşîna destxistina wî mafî dikin yan nakin, karin bi destxin yan na, ne rast e û ne ehlaqîye ku hinek li ser navê hinekan bêje; “Em vî mafî dixwazin û em vî mafî naxwazin!” yan jî bêjin; “Em li hember dewletê ne! Em li hember serxwebûn, federasyon û otonomîyê ne! Bila Kurdî nebe zimanê resmî! Bila li dibistanên Kurdistanê perwerdeya resmî bi Kurdî neyêkirin!” Li ser navê kê û bi çi heqî van lênerînên ne rast û ne rewa, li ser navê Kurdan tê parastin?

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir