CIVîNA PARTİYA DEMOKRAT A KURDİSTANÊ A TIRKIYEYÊ (PDKT)…

PDKT, di sala 2014an de ava bû. Piştî avabûna PDKT cara yekem di 27ê Gûlan a 2016-an de civînek giştî pêk anî. Ew jî wek civîneke recepsîyonê hat bi nav kirin.

Beriya civîna, agahdariya di nav raya giştî de dihat bîstîn ew bû ku PDKT dê di civînê de yekîtiyekê bi raya giştî re parve bike. Lewra di nav raya giştî de gelek agahdarî û reyên cûda di derbarê vê pirsê de dihatin belav kirn. Loma jî agahdariyên rast dê di civînê de raste rast ji rayadar û berpirsiyarên terefên yekîtî dê bihata pêşkêş kirin. Her kurdperweerek jî li benda vê agahdariyê bû.

Ez jî bi vê mabestê beşdarî civînê bûm. Ji aliyekîı din ew kesên civîın amade kiribûn û berpirsiyarên PDKT, dostên min bûn û kurdên dilsoz bûn.

Recepsiyon, an jî civîn di otela Mitanniyê de pêk hat.

Ji Başûrê Kurdistanê di serokatiya Ehmed Kanî de heyetek fireh beşdarî civînê bûn. Endamê Komîteya Navendî PDK Iraqê Elî Ewnî, berpirsiyarê PDK a Iraqê li Enqereyê Emer Mîranî, Serokê Gruba PDK a Iraqê di parlamentoya Kurdistanê de û çend berpirsiyarên din yên PDK Iraqê beşdarî civînê bûn. Ji Bakûrê Kurdistanê jî, gelek siyasetmedar û rewşenbîr, berpirsayarên partî û rêxistinan: HAK-PAR, PAK, PSK, Tevgera Azadiyê, HUDA-PAR, Peyama Kurdistanê, Komelaya Tevgera Cîwanên Kurdistanê beşdarî civînê bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê jî berpirsiyarên PDK a Sûriyeyê û ENKS beşdarî civînê bûn.

PDK Bakûr, ez dizanim ku hatibû vexwendin, lê beşdarî civînê nebibû.

Ez dikarin bibêjim ku beşdariyek zêde/qelebelix û bi qelîte beşdarî civînê bibûn. Elîta sinıfa siyasî ya kurd bi piranî li wir bûn.

Civîn bi esasî ji aliyê Mehdî Mûtlû û beşek jî ji aliyê Nîlufer Akbalê de ve hat meşandin. Ew du kesên hêja nasadar bûn. Lê dîsa jî rêveberina civînê gelek bi awayekî qels hat meşdandin. Lewra rêvebirên civînê PDKT û beşdarên civînê baş nas nedikirin.

Ji aliyê din de jî organîzeke bir problem hebû.

Di civînê de di destpêkê de Parêzer Neşet Bîlek axevtin kir. Li ser pêvajoya hiqûqî ya avakirina PDKTê rawestiya.

Serokê Giştî yê PDKTê M. Emîn Kardaş axevtinek kurt û ji dîroka partiyên demokrat qal kir. Got ku “PDKT mala her kurdekî ye. Divê her kurdek bê dawet û vexwendin were mala xwe.”

Neşet Bîlek û M. Emîn Krdaş kurdî qise kirin.

Berdevikê PDKTê Rojhat Amedî bi tirkî qise kir. Axevtina wîfirehtir kir. Li ser qerektera partriyên demokrat, li ser xebatên wan ya dîrokî, li ser pirsgirêk û mijarên rojane rawestiya û nerînên xwe anî ser zimên.

Wîzyona hersê axevrtevanan jî ne xerab bû.Hersê kes jî bi ruhekî milî axivîn. Axevtina Rojhat Amedî vîzyonek firek pêşkêşi civînê kir. Di axivtina wî de li ser gelek mijaran terîf û şirove hebûn. Rexne bi awayekî li PKKê hebû. Lê terifeke û sînorek diyar di derbarê PKKê de nehat pêşkêş kirin.

Di her sê axevtinan de jî bona yekîtiyê nêrînên zelal tune bûn. Kî û çewa yekîtî çêkiriye agahdariyek nehat dayin. Bes di peyamê hatibûn xendin de dihat fahm kirin ku PDKT û KADEP yekîtî pêk aniyê. Axevtevanan hîç qala KADEPê nekirin.

Serokê Giştî yê KADEPê Lûtfî Kivanç û berpirsiyarên partiyên di civînê de amade bûn wan jî axevtin nekirin. Beriya civînê di derbarê KADEPê de hatibûn diyar kirin ku KADEP di vê yekîtiyê de tûne ye, civînê ev yeka jî zelal nekir. Ez bawer dikim ku di serê beşdarên civînê di derbarê yekîtiyê pirsên nehatine bersîv kirin, man.

Yê girîngtir ew bû ku nûha şûnda di partiya heyî PDKTê de piştî ev yekîtiyê dê çi guhertin çê bibin, ji wê yekê jî qal nehate kirin.

Lê dihat zanîn ku gelek kes bûne endamên PDK-ê. An jî dê bibin endamê PDKTê ye.

Li ser navê şanda/heyeta PDK Iraqê Ehmed Kanî axevtinek dirêj kir. Li ser rewşa Rojhelata Kurdistan û Kurdistanê bi firehî rawestiya. Ji pêvajoya referandûmê jî agahdarî da. Lê helwesta partiyên Kurdistanê (yên ji derveyî PDK Iraqê) çi ne, ev yeka zelal nekir. Ji aliyê din de li pirsa PDK Bakûr û PDKTê çewa dinêrin û çi pêşniyar dikin, ji bona vê jî nêrînek pêşkêş nehat kirin.

Piştî axevtina Ehmed Kanî, Nilûfer Akbalê stran got. Di wê navberê de civîn bela bû. Kesî jî ev yeka zêde fahm nekir.

Gelek berpirsiyarên partiyan nikarîn axevtin bikin. Ji bona vê yekê eciziyek derket holê. Bi taybetrî jî hevalên ji Rojavayê Kurdistanê gelek eciz bûn.

Organîzasyona civînê gelek qels bû. Ez hêvîdar im ku di civînên pêşerojê de ew kêmasiyan nebin.

Îbrahîm GUÇLU

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir