Mihemed Îsmaîl: Eger Îran dixwaze bergiriyê ji Xezzeyê bike, rêya wê diyar e

Sikirtêrê Parta Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê radigehîne, “Ya ku Îran li beranberî Herêma Kurdistanê dike veşartina şkestinên xwe ye”. Herwesa dibêje, “Îran dixwaze wan şkestinên xwe veguhêze Kurdistanê. Eger Îran dixwaze bergiriyê ji Xezzeyê bike, rêya Xezzeyê diyar e”.

Sikirtêrê Parta Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê Mihemed Îsmaîl doh (Duşem, 22.1.2024) di derheqa êrîşa bêbehane ya Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragehand, “Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê êrîşeka nerewa ye, cihê nerazîbûna tevaya hêzên siyasî yên Kurdî û Îraqê û biyanî û hemî wan aliyan e yên ku ji bingehên demokratiyê û mafên mirovan hez dikin”.

Herwesa got, “Herêma Kurdistanê li ser deverê nebûye gef, belkî herdem destê dostîniyê ji bo hemiyan dirêj kiriye. Yên ku êrîşî wan hatiye kirin jî xelkê sivîl in û dixwast welatê xwe avedan bikin”.

Sikirtêrê Parta Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê wesa difikire ku, “Îranê pê xweş nîne Kurdistan avedan bibe. Zêdebarî wê yekê jî propagandayên nerast li ser wê êrîşê belav dike, tevî ku lijneyên lêkolînê bi xwe hatin û piştrast bûn ku ew cihê hatiye moşekbarankirin bingeha sîxuriyê û Mossadê nebû”.

Mihemed Îsmaîl herwesa amaje da, “Îran şkestinên xwe li welatan û Herêma Kurdistanê pirt û belav dike. Eger Îran dixwaze bergiriyê ji Xezzeyê bike, rêya Xezzeyê diyar e, bila biçe bergitiyê jê bike. Îran dixwaze ji gelên xwe re bibêje ku ew şerî bi neyarên Îranê re dike”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *