Mêvanên Berfê

Qeşaya  ku ji êvar ve domdikir di banga sibê de xwe bi dijwatir xuya dikir (nîşan dida).  pûsî li ser berfa çil û qerqaş pûlîpûlî bûbû û wek elmasên heft reng di bin tîrêjên rojê de,  pirr xweş dibiriqî.

Duyên pixêrîyan,   duyê  soban hêdî hêdî li ser xanîyan  bilind dibû û mîna reqs bin  li hev gerîyan bûn (hevdû helmêz kirin bûn) û ber bi ezman ve  hildikişîyan.  Hinek gundî berfa ber derê xwe paqij dikirin, hinekan jê jî,  bêr di dest da, serê xanîyên xwe paqij dikirin. Zarok di nav berfê de dileyistin û hevdû digevizandin. Haya wan ji tiştekî tune bû,  her tim qîra qîra wan bû. Ne serma ku goh û poz ditevizand ne jî birçî bûn û tengasîya malbatên wan tê de bûn  bala wan dikişand.  Hebûya  tunebûya leyistik û qîra qîra wan bû. lê ev serma û seqama dijwar neyarê çokên kal û pîran bûn.  Wekî di nav berfê de bimînin,  te digo qey xwîn nemaye ku di laşê wan de biherike.  Ji ber wê yekê, her tim em ji lome û gazinên wan xilas nedibûn. Gava ku devê wan vedibe, dest pê dikin; “xwezîya ev sibatika dîn  zû derbas buya ku laşê me piçekî germîya rojê bidîta..”

Bi banga sibê re ku li derva “hewta hewta”  kûçikan bû,  serma û qeşa han goh û pozê mirov wek gezêr sor dikir.  Pışti ku me taştêya xwe kir,  ez û birê xwe,  yên ku salekî ji min biçûcik bû, me kincên xwe li xwe kir û em derketin derva. Wek her roj, me lepikên xwe yên herî xist dest xwe û ber bi kadînê ve meşîyan.  Tavûka me li kêleka kadînê di ma. (Li herema me  gava ku berf dibare, piranîya gelê heremê  kar û barên xwe bi saya tavîkan pêk tînin.  Tavûk ji daran çê dikin û zivistanan li ser berfê gelek xweş di şemite,  ji ber vê yekê piranî li hemû malan tavûkekî heye.)  Em li dora tavûkê çûn û hatin, bi balkêşîyekî girîng me kêmasî û lazmatîyên xwe di çaw re derbas kir, pişt re me werîs, bivir û tûrikê xwarinê  bi kêleka tavûkê ve girêda û bangî hundir kir: Bavo, em amadene, tu têyî an na? Ger tu yê dereng bimînî, em dixwazin bi meşin… Rewşa  bavo dide xuya kirin ku ewê piçekî dereng bimîne.

Di lingê me de lekan hebûn lê dîsa jî,  berf ji me re astengî derdixist.  Me carekî biryar girtibû,  êdî tu asteng nikaribû rêya me bigire. Berfa qeşa di bin lingê me de dipilçiqîya… Di rengîtîya berfê de dar û dewî;  kendal û newal;  çiya û deşt hemû wek asîmanekî sipî  bê aso bû! Rûyê ezman wilo sipî bû, ku mirov nedixwest li wê saya sipehî, li kûraya zelal binihêrîya. Ev sayîya han çawên mirov diqemişrand. Lê ew zembelîyên bi gulîyên daran û kêlekên xanîyan de,  wekî meşlûrên nav rezan hatibûn dalqidan mîna sedefan dibiriqîn. Dengê çivîkan hêdî hêdî zêde dibûn û em jî bi hevalbendîya dengê çivîkan ji Gohermê “dûr” diketin.  Gohermê, mezrayekî biçûcik û pirr cîhekî taybet e. Di nav çiyayên asê de veşartîye, li hêlekî çiyayên Andokê, li hêlekî çiyayê Sipî û Berbihiv; Li kêleka din jî Çiyayê şerafedînê heye. Kesên ku Gohermê nasdikin jê re dibêjin hêlîna teyran! Bi rastî jî cîhê Gohermê û derûdorên wê wek warên teyran e.  Di nav  herema (sînor) Mûş, Çewlêg û Amedê de cîh digire. Zivistanan pirr dijwar derbas dibe, berf gellek  dibare û sê  çar mehên zivistanê  têkilîyen mezrayê  bi gund û navçên herêmê ve qutdibe.  Rûniştîyên mezrayê bixwe xwe dimînin. Di rojên şahî û şînê de tu kesê xerîb nayê dîtin. Ji ber vê yekê,  her tim malbatên mezrayê lazmatîyên xwe ji berê ve peyder dikin. Ji bo ku piranî pez xwedî dikin,  ji payizê ve hejmara lodên çilo û giya zêde dikin.  Me jî,  wê salê gellek çilo û giya komkiribû.  Lê komên giya nêzikî gund nebûn.  Piranî,  komên çilo,  komên gûnîyan û lodên giya dûrî gund bû û herkes diçû,  bi qasî lazmatîya xwe çilo û giya dianîn.  Bi qasî ez dizanim ji bav û kalan vir de,  her tim zivistanan ev karê hanê tê domandin. Ji ber vê yekê,  me bixwesta an nexwesta divê çilo,  giya û  gûnî bihata.  Lewra,  gava ku ev tiştên hanê nehatina wê kerîyê pez ji birçîbûnê kir bibîya. Yanî em mecbûrbûn herin çilo û giya bînin.

Xanîyên gund  li qeraxê çem hatibûn avakirin û cihê gund pirr asê bû. Pêşîyan,  ji bo ku nêzîkê avê bin, him jî xwe ji afat û aşîtan, ji zilma zordar û dagirkeran biparêzin mezra li cîhekî asê hatibû avakirin. Li heremê  mehên zivistanê her tim dijwar derbas dibû.  Ji wan sedeman gundîyan her sal lazmatîyên xwe yên zivistanê,  di mehên payizê de tedarik dikirin.  Di nav wan lazmatîyan de,  him tiştên xwarinê; kinc, fêkî, ar û hwd.   him jî,  ji bo pez û dewaran giya,  çilo,  ka,  gûnî û kizin peyder dikin. Hinek jê jî gund  gund digerin û van lazmatîyên xwe dicivînin serhev…

Her sal,  gava meha sibatê tê, giya û cilo diqede an jî kêm dibe.  Wê salê,  giya û çiloyê me zû qedîya. Ji ber wê yekê, ez û birê xwe em her tim rêvîyê berfê bûn wê salê.  Pirsa rastî wê salê zivistana zordar ne tenê  bîna malbata me, bîna hemû malbatên gund  qutibandibû.  Bi banga sibêre herkes berê xwe dida Kendalê Sor.  Lewra Kendalê Sor,  çar_penc seet ji gund dûrbû û lodên çilo û giya li wir bûn.  Ji bo mirov bigihîşta wir,  divê mirov çend newal û mil paşta bihişta!  Ev jî tê wê manê ku tahlûka aşîtê divê mirov bida çav.

Aşît, piranî gava ku berf zêde dibare û germîya rojê lê dixe, berf dihele û nerm dibe çê dibe. Piranî jî bi giranîkekî, bi qêrînekî, bi teqandina tifingekî an jî bi rê çûna rêvîyekî çê dibe. Gava  dengê kora kora aşîtê tê,  hemû jîndar direcifin dicîhê xwe de.  Wê  wektê, kesên ku rêvîne eger xwedîyê siûdekî sipehîbin tu tiştekî tune ye.  Lê siûda wan xirab be,  ev tê we manê ku, ew  û siûda xwe ma ne bi hev re,  yanî siû li wan xeyidîbe,  ew kes mêvanên berfê ne.

Rojekî ji wan rojên bêbext, min û birê xwe, me berê xwe da çiya û  li pey meşa siûdê de meşîyan… Me dizanibû ku em destê xwe zû negirin û lingê sivik navêjin,  dibe ku em îşev bibin mêvanê gur û hirçan an jî  a berfa cemidî…!   Lewra ew ciyayên hanê pirr mêvanên ewha dîtinbûn.

C. Amedî,   15.9.1998

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir