Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, October 22, 2018

HEVAL Û DOSTÊN HÊJA, 

DIVÊ EM BI HER AWAYÎ RASYONEL, BI AQIL, GORA BERJEWENDIYA MİLETÊ XWE, MILETÊ KURD TEVBIGERIN. DEMA EM MESELEKÊ ŞIROVE DIKIN, DIVÊ EM DEH CARAN BIFIKIRIN…

Ez, 50 sal e ku di Tevgera Milî ya Kurdistanê ya tevayî de û bi taybetî jî di Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê de xebatkarek û çalakvanek im.

Xebatkariya min bi gelek rengan û babetan bûye.

Ez bûm sempatîzanê tevgera milî.

Ez bûm milîtan û çalakvanê tevgera milî.

Ez bûm damezrênêre rêxistinên sivîl û siyasî.

Ez bûm damezrênêre weşanxanan û kovaran.

Ez bûm berpirsiyar û nivîskarê kovar û rojnameyan.

Ez bûm serokên rêxistinên sivîl.

Ez bûm endamê seroktiya partiyên siyasî.. Dema ku min di serokatiya partiyan û rêxitina de cî jî girtiye, ez kesekî çalakvan, xebatkar, jêhatî bûme.

Dema ez serok û endamê serokatiyê rêxitinên sivîl û siyasî jî bûm, min wek mîlîtanekî belavokên rêxistinê belav dikir, ez wek milîtenekî li cem hevalê xwe beşdarî çalakiyan dibûm.

Ez beşdarê xwepêşandana dibûm.

Ez di hamandem de bûm pêşmergê.

Di van 50 salên min yê xebata milî de gelek demên min bi xebata rêxistinî derbas bûn.

Ez, piştî salên 1974-an di tevgera milî de wek şexis û wek rêxistinên min avakiribûn û min jê re berpirsiyarî dikir, bûn aktorên girîng.

Di tevgera milî de ji gelek mijarên nû re rê vekir.

Di tevgera milî de ronesansa fikrî çêkir.

Dema ku min/me xebat dikir, ji derveyî me jî rêxistinên gelek bi qelîte, çalak, milî li Bak3urê Kurdistanê ava bû.

Me, ji hevdu re rexne û nirxandinên tûj û tund dikir. Lê em tu dem ji hevûdu re nabûn dijmin.

Me ji hevdu re nedigot ku hûn ajan (sixûr) in.

Bes me bir lîteratûra siyasî ya sosyalîst hevûdu rexne dikir.

Hîç şik tune ye ku dem-dem me hevûdu jî diêşand û me ji hevdu re neheqî jî dikir.

Dewleta dagirker ya Tirk, ji ev helwesta me û rÊxitinên me gelek ne rehet û eciz bû. Diviya bû ku ew hevrengî û hevdengî û xarmoniya xerab bibûya, dijminitî bikete nav tevger û kesên welatparêz.

Di demek kurt de diyar bû ku Dewleta dagirker di vê mijarê de xwediyê stratejiyeke gelek kûr û vîzyondîrêj in.

Encama ev stratejiya dewleta dagirker, PKK derket holê. Di nav tevgera kurd ya milî ya Bakûrê Kurdistanê bû kûrmekî xeter.

PKKê, hemû rêxistinên Kurdistanê sixûr (ajan) û dıjmin qebûl û ilan kir. Got ku “divê rêxistinên li Bakûrê Kurdistanê hene, tasfiye bibin. Him jî fizîkî û bi laşên xwe ve tasfiye bibin.”

Loma jî li hemberî hemû rêxistinên Kurdistanê dest bi şer kir. Bi sedan kurdperwer kûşt. Zêdetir jî endam û qedro û berpirsiyarên KUKê kûşt.

Di civatê de, berpirsiyar û karbidestên Kurdistanê jî bi tevayî dijmin îlan kir. Li hemberî van şerê îdolojîk ne, şerê fiîlî û fizîkî meşand.

Li gelek herêmên Kurdistanê axa, mîr, serok eşîr kûştin.

Li Swêregê, li Niseyb3ınê, li Serêkaniyê û gelek herêmên din şerek li hember gel meşandin. Bi hezaran kes hatin kûştin.

Rêxixtinên çep yên tirk jî dijmin îlan kir, ji wan jî gelek kes kûştin.

Ew helwesta xwe li hemû parçeyên din yên Kurdistanê jî domandin. Zerara dane wan parçeyan nayê hesap kirin.

PKKê dema bi dewletên dagirker re bûye yek û heval, li dijî kurdên wê parçeyê şer kiriye.

Ew bûne leşkerên wan dewletan.

PKK ketiye bin bandora kîjan dewletê, berjewendiya wan dewletan meşandiye. Gora wan berjewendaiyan awayê çalakiyan tesp3ıt kiriye.

Ew hesap û karên PKKê bi kurdan re hîç eleqeder nebûye.

Em kurd encama manîpûlasyon, derew, mêjîşûştinê, bûne qurbana berpirsiyarên PKKê yên ku ruhên wan nexweş.

Berpirsiyarên PKKê ji bona xwe, an jî ji bona deweletên jê re taşeronî dikin, li ser navê wan şerê wekaletê dimeşînin, miletê kurd jî divê ji wan re piştgiriyê bike.

Gelo em kurd mecbûr in ku ji nexweşî, maceraperestiya PKKê, ji hesabên dewletên dagirker re piştgirî bikin?

Şerê xendekan ku ev şera, şerê wekaletê ya dewletên dagirker e, ne di berjewendiya miletê kurd de ye. Gelo kurd çima jê re piştgirî bikin?

Gelo çima kurd şerek ne şerê xwe be piştgirî bike?

Di vê merheleyê şerê Menbiçê divê di vê çerçeweyê de bê dîtin û şirove kirin.

PKK, ji bona menfeaata xwe ya elîtîk û teng, menfeata dewletên dagirker, kurdan tujî xeteriyan dike.

Ji kurdan re dijminan zêde dike. Dibêje bila kurd ji ev siyaseta min ya şaş re jî bibin alîkar.

Dema ku ev tespît û rexneyan tên kirin jî, grûbekî mejiyê wan hatiye şûştin, mûrîd in (bi gotina rehmetî BirÊz Melîk Firat mirdîyan), êriş dikin. Heqeret dikin. Tehdîdan dikin.

Gelo kurdperwewr û bi giştî kurd mecbûr in ku piştgirên berpirsiyêren PKKê yên ku ruhên wan nexweş bin.

Kurd mecbûr in ku li dû mecaperestiya û xerabiya PKKê biçin.

HEVAL Û DOSTÊN HÊJA LOMA EZ DIBÊJİM KU
EM BI HER AWAYÎ RASYONEL, BI AQIL, GORA BERJEWENDIYA MİLETÊ XWE TEVBIGERIN. DEMA EM MESELEKÊ ŞIROVE DIKIN, DIVÊ EM DEH CARAN BIFIKIRIN…

Ibrahim Guçlu

Hinek nivîsên din:

Nerîna te