EM BI HAWEK ŞIMITANDÎ DIKEVIN QIRNÊ NÛ XWE LI BEXTGIRTIN JI BÊHÊVÎBÛNÊ YE

EM BI HAWEK ŞIMITANDÎ DIKEVIN QIRNÊ NÛ
XWE LI BEXTGIRTIN JI BÊHÊVÎBÛNÊ YE
Qirnê bîstan seranser jibona gelê Kurd her şer û pevçûn bû, her şîn û xwîn bû. Di nav xwe de perçebûnî û dijberîtîya êl û dîn û malbatî bûnî tim bû egerê hemberîyek şûndatîyê, bû egerê şer birakujîyên kambaxîyê, bûn egerê perçebûn û şûndamayînîyê.
Ji alîyê din ve; em di seranserê qirnê nozdan de bi dijminre li navçên welatê xwe yên cuda cuda, di demên cuda cuda de bi daxwazên cuda cuda, lê bi hevîyek yekser, bi têkoşîn û berxwedanek dijwar û bê rawestan şerê xwe yê bi rûmet, şerê xwe yê netewî, şerê azadî ya welatê xwe domand.
Welatê me jî di vî sedsalî de carek din hat parvekirdin. Kurdistan du perçebû, mixabin di vê sedsalê de kirin çar perçe. Pelçiqandina gelê Kurd, zordarî ya li ser gelê Kurd bi gurkirinîyek bêhempave û bênavber hat domandin.
Van buyer û kiryarên vê sedsalê ku bi gelê Kurd ve girêdayî pêkhatin; ger meriv dinav pêwendîyên cî, dem û rewşa herêm û dinêve binêre heta deverek meriv dikare bêje ku ewçend nexerîbe. Kiryar an buyerek dinav mercên xwe de normal bûn nayê vate ya ku meriv pêraye. Wek kesek di xanîyekde be û xanî birûxe wê ew kes têkeve bin xurba wî xanîyî. Ev nexerîb e, normale lê nexweşe, meriv neligele ûhwd.
Carek di destpêka qirnê bîstan de Dewleta Osmanîyan gelek bêzar bû û her roj deverên ku dibin destan de bû hunda dikir. Yanê gelên dibin nîrên Osmanîyande hinek şîyarbûbûn hestên wan yên netewî geşbûbûn û xwe ji nîrên Osmanîyan rizgar dikirin. Osmanî li hember wan gelên şîyarbûyî bêhêz, bêçare û pehetîmayî bûn. Li gel vê bêhêzî û bêçaretîyê Dewleta Osmanî li hember gelên nêzîk û hindik şîyar zordarîyên xwe xwurttir kirin û ji bona pêşîgirtina şîyarî û azadîxwazî ya wan dek û rêyên nû û dijwar dixistin jîyanê. Yek jiwan gelên şûndamayî û yê herî mezin û girîng jî em Kurd bixwebûn. Egerên şûndamayînî ya gelê Kurd, egerên kêmbûyînîya hestên netewî girîngin, lê ev bi serê xwe mişarek dine; gereke meriv cuda bîne ziman. Ev rewş her çend wek Dewleta Osmanî wê hinde cî hunda nekiribe jî, di warê buyerên dinê û metirsa rewşa dinê û metirs a ji gelên bindestên xwe Dewleta Pers jî dinav tevgerek vê rewşa hevbeşde bû.
Carek Dewleta Osmanî bi hovîtîyek pir dijwar û hejmarek pir mezin ciwan mêrên Kurd çi di şerên li hember dewletên cîran, çi li hember şerê gelên azadîxwaz û çi di nav şerê dinê yê yekemîn de qirkirin. Di vê rewşê de deverên Kurdistanê ku serîhildidan jî ji alîyê Dewleta Osmanî ve qirkirin û wêrankirinek bê hemba didomandin. Jixwe di vê demê de qirkirina zilaman bi hawek xwezayî birçîbûnî yanê xelayê bixwer hanî. Ji alîyekve pêşîya pirbûnîya gel hat girtin; û ji alîyê dinve jixwe bi rêya xelayê jî, birçîbûnî û nexweşîyan kambaxîya mezin ser gelê Kurd de barandin. Yên ji gelê me xirabtir jîyan jî hebûn û yên wek gel û netewe neman jî hebûn.
Piştî di şûna Dewleta Osmanî de çêbûna Tirkîyê û dewletên din çi dibin nîrê Fransa de û çi dibin nîrê Ingilîzande polîtîka li dijê gelê Kurd wek xwe û meriv dikare bêje dijwartir hat domandin û ev rewşa dijwar li hember gelê me heta roja îroyîn jî hatîye û tê domandin. Gelê Kurd her firsendek piçûk jî dîtîye ji bona azadî ya gel û welatê xwe serî hildaye, berxwe daye. Hêvî ya xwe bo doza xwe, bi gihîştana azadî û serxwebûnê qet hunda nekirî ye. Di her serîhildanek de him di navxwe de yani rewşa navxweyî jibona serkeftinê amadenebuye û him jê rewşa navnetewî neligel serhildan û şoreşên Kurd buye. Fêda şoreşên Kurd û hêzên xwurt yên dinê, yan jî hêzên herêmê tu carî lihevnekirîye. Ji xwe Kurdistan bêyî alîyek ji alîyê dewletên Kurdistanwêrankeran ve hatîye rapêçandin. Mixabin alîyê vekirî jî ne dema Çarîtîyê, ne dema Sovyetê û nejî piştê rûxandina Sovyetê tucarî çi jiber berjewendîyên sîyasî be, çi ji ber bêhêzî be, çi jiber tirsa hêzên navnetewî be, her çend ji alîyê me Kurdan ve hertim berjewendî hevbeş hatine dîtin jî lê ev yan nerast buye yan jî ji alîyê hember me ve weha nehatîye dîtin. Ji ber van egeran jî tim şoreş û serhildanên Kurdistan ê ji alîyê dijminan ve hatine pelçiqandin. Pêre jî qirkirin û wêrankirin û kavilkirinên hov û bêhempa li ser gelê me û welatê me hatine pêkhatin. Ev rewş cî bi cî, herêm bi herêm li tevahîya welatê me pêkhatîye. Mixabin li hember van kambaxîyan, ne hêza gelê Kurd têra pêşîgirtina vê hovîtîyê û serxwebûna Kurdistan ê dikir û ne jî tu hêzek dinê li hember van hovîtîyan deng derdixist.
Ji ber vê rewşa hanê; gelek caran ji bêçaretîyê be jî serhildan û berxwedanên gelê Kurd dibin bandorên dewletên mêtinkar ku wan bixwe welatê me peçe kirine, parvekirine û vê hovîtî û zordarîyê li ser Kurdistan ê pêkhanîne de diman. Her çend van serhildanan heta deverek ji dubendîtîyên mêtinkaran berjewendîyên demî didîtin jî, lê tucarî van dewletên mêtinkar rêya ber nêzikbûnîya derdora azadîyê jî nedipejirand û napejirînin jî.
Ez bêçaretî dibêjim û wer bawer jî dikim. Ji ber ku tu kes nikare min bide bawerkirin ku ew çend serhildanên Kurdistan ê ku çêbûn haya wan ji serhildanên berya wan tunebin. Kes nikare min bide bawerkirin ku serkêşên wan serhildanan hayî ji dek û pîlanên van dewletên mêtinkar tunebûn. Yan jî van serkêşên serhildanên Kurdistan ê hayî ji pelçiqandinên serhildanên berya wan tunebûn. Wek nîşana serhildanê Serokê nemir Mustefa Barzanî bi xwe li hember mêtinkar yên cuda Serkêşîya serhildanên Kurdistan ê kiribû. Çawa ewê hêza van mêtinkaran, dek û pîlan û hovîtîyên wan nizanibe, yan jî jibîr bike, yan emê karibin bêjin wek me bîrnebirîye?!… Bi rastî ev şerme. Lê tevî van rastîyan jî piranîyên serhildanên me heta niha li her perçên Kurdistan ê divê rewşêde buhurîne yan jî xwestine bubuhurin. Ev vekirî ye ku; li hember êrîş û zordarî yên demî, ji ber neçarîyê buye, ji ber rêyek nedîtinê buye.
Ji ber ku berjewendîyên wan dewletan di bingehde li hember tevgera rizgarîxwaz ya gelên urdistan ê yek e. Heta ev dewlet liser vê bingehên xwe bin ev qet nayê guhertin. Yan wê van mêtinkaran biguherin ji mêtinkarîyê derkevin, yan jî tevgerên rizgarîxwaz yên Kurdistan ê wê bi têkoşînên xwe yên her cûreyî ve dawî li berjewendîyên wan yên li Kurdistan ê bînin da ku ew ji Kurdistan ê birevin. Navbera vê rewşê çareserîyek din pir û pir dûre. Vatinî ya me rêdîtin û pêkhanîna rewşa duduwan e, yanê birîna berjewendîyên dijmin ji Kurdistan ê ye.
Tevî vê rastîya hanê gelê Kurdistan ê, bi serhildanên xwe ve, bi rêkxistin û partîyên xwe ve û bi rewşenbîrên xwe ve tu carî dev ji doza Kurdistan ê, wek netew, wek welat, wek mafê çarenûsî bernedaye. Herçend di rêya çareserkirinê de, di bizimankirina daxwaza pejirandina çareserîya çarenûsî de ji hev cudabuye, lê tim Kurd netewe, Kurdistan welat hatîye dîtin, hatîye pejirandin, tucarî Kurd û Kurdistanwek gotinek “bêbuha û sembolîk, dikare bê rakirin jî” ji alîyê tevgerên Kurd ve nehatîye pejirandin!…
Mixabin tevî ku di salên dawîyên sedsala (û hezarsala) buhurî de tevgera serhildanê li seranserê Kurdistan ê li hersê perçên mezin, li hember mêtinkarên cuda û tevgerên di yek demî de pêkhatin jî, pirsa Kurd û Kurdistan di nav Kurdistan ê û dinê de vejandinek berfire pêkhanîbe jî, berhemek ji vê rewşê bidestxistinê em li alîyek bihêlin, bi daxwaz, ramanên xwe ve em şûndatir ketin. Ji dijmin lome nayê kirin, nav li ser e dijmin e. Wan çend hezar Kurd kuştin, çend milyon koçber kirin, çend hezar îşkence kirin, çend hezar hunda kirin, çend milyon sêwî hîştin, çend hezar gund û bajarên Kurdistanê şewitandin, xirabkirin, kavilkirin. Lê tucarî wek dawîya vê sedsalê ewçend Kurd bi destê Kurd nehatîye kuştin, talan kirin, wêrankirin, koçberkirin. Tucarî herêmên welatê me ewçend di warê mêjî û raman de ji hev dûrneketî ye.
Li Rojhilatê welatê me rêkxistinên me yên herî xwedî dîrok xwe ji navçên din yên welat dûrdixin xwe perçek Îran ê dibînin, li Başûrê welat em Kurd bi destê xwe navça demazad bi destên xwe li ser navê Kurd û Kurdistan ê perçe û parve dikin. Li bakur ji berêkî ve lê bi hawek taybet jî piştî komplo û revandina Serok ê PKK Abdullah Ö. Gelek vekirî û bi dengek gelek bilind ji gotin û daxwazên bingehîn yên tevgera Kurdistan ê revîn destpêkir. Wek “biratî ya kole û xwedîyê xwe” ji nişkave Kurd û Tirk bûn birên hev yên dîrokî. Gotina Kurdistan bû sembolek bêbuha, gotina Kurd bû mafê kesayetî ya ziman (xebitandina wê bi kesayetî), parastina Komara Tirkî yê bû parastina “biratî” û “aştî” yê. Gotinên wek serxwebûn, yekîtîya Kurdistan ê, li dijê Komara mêtinkar, hov, xwînxwar gotinên tûj gotin bûn helwestên dij “aştî û biratî” yê, peyvên doza xwînrêtinêne, îxanete. Aştîya yekalî ne aştî ye, aştbûn e. Aştbûn bixwe jî bêhêztî ye. Kes di tu rewşî de xwe navê je bextên bêbextan. Nav li ser e bextên bêbextan tune ye ku meriv xwe bavêje. Ji xwe xwe li bext girtin ji bêhêvîtîyê ye. Ta hêvîya meriv hebe meriv bêyî bidestxistinek aştnabe û jibona bidestxistiek jî xwe navê je bextan, tew ger meriv zanibe ku bêbexte jixwe qet nabe.
Li tu demî û li tu deverî di nav tevgerên gelên bindest de ew çend norm û mercên welatparêzî û îxanetê têkilhevnebuye. Ji her deverî bi navê rewşenbîrî, bi navê polîtîkbûnî, li ser navê xwe zelal kirinê û li gor demê gavhavêtinê; dev ji serxwebûnê berdan, dev ji parastina yekîtîya Kurdistan ê berdan, dev ji dijberîtî ya dewleta mêtinkar berdan tê xwestin. Heta parastina berjewendî yên dewleta mêtinkar tê daxwazkirin!…
Me sedsala xwe heta hezarsala xwe dinav vê tevlihevîyê de, dinav vê mij û tofanê de bi hawek ‘roj li me geryayî’ nigê me li erqelek ketî û bi ser deverek şayikve ketî ve teva kir û em gêrbûne û şimitîne vê sedsal û hezarsala nû. Tevî hêvîya nigek zûtir belavkirina vî mij û dûmanî ve, rêgirtina domandina vê tofanê ve, ji serxwe havêtina hêz û tirsa ‘roj li me geryanê” ve bi pêkhanîna yekîtî û hêzên xwe yên netewî ve sedsal û hezar sala nû pîroz be.

01-01-2000
B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *