Mêrdîn- Perestgeheke 11 hezar û 300 salî hat dîtin

BasNews- Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê perestgeheke dîrokî hatiye dîtin ku tê texmînkirin 11 hezar û 300 salî ye.

Navçeya Kerboranê Sumer, Akad, Babîl, Hîtît, Asûr, Urartu, Roma, Ebbasî, Selçukî û Osmaniyan jî di nav de bi tevahî mazûvaniya 25 şaristaniyan kiriye.

Li taxa Ilisuyê xebatên kolanên arkeolojîk yên ku ji hêla Midûriyeta Muzeya Mêrdînê tên kirin dewam dikin.

Di encama xebatên li herêmê tên kirin de perestgeheke dîrokî ya ku li gor texmînan 11 hezar û 300 salî ye hatiye dîtin.

Akademîsyena BeÅŸa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Artukluyê Dr. Ergul Kodaşî derbarê perestgehê de ji nûçegihanê AAyê ya Tirkiyê re axiviye û wiha gotiye: “Perestgeha me dît xwedî 4 steleya ne. Li gor texmîna me perestgeh 11 hezar û 300 salî ye. Xebatên kolandinê didomin. Ji van stelan 3yê wan saxlem in û bi tenê yek ÅŸikestiye. Ev perestgeh îhtimaleke mezin ji heyama Neolîtîkê maye. Taybetiyên vê perestgehê û yên li Girê Mirazayê eynî ne.

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/dirok/557789

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *