Hemîdê Hecî Derwêş: Serokekî Civakî û Siyasî yê Rojavayê Kurdistanê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Beriya çend rojan Hemîdê Hecî Derwêş, jiyana xwe ji dest da. 

Ew serokekî Rojavayê Kurdistanê bû. 

Xebata wî ya di nav tevgera milî ya Kurdistanê de gelek dirêj bû. 

Damezrênêrê PDK a Suriyeyê bû. 

Di van salên dawî de Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Sûriyeyê bû. 

Ew dostekî min ê baş bû. 

Ez ji bona neteweya me, malbata wî, hezkir û dostên wî sersaxî dixwazim.

Jiyan û têkoşîna wî hîç şik tune ye ku hewcedarî şirove û analîzê ye.

EW DI CIWANTIYA XWE DE DIBE DAMEZRÊNÊRÊ PDK A SÛRIYEYÊ

Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesr-i Şêrînê bibû du beş. Neteweya kurd bi mejî, bi hest, bi erd, bi psîkoljiya xwe parçe bibû. Ev trajediya Kurdistanê li qonaxa dubeşbûne ranewestiya, di 24-ê Tirmeha sala 1923-an de encama Peymana Lozanê Kurdistan bû çar beş. 

Bajar û eşîreta Birêz Hemîd Hecî Derweşî jî, parçe bû, Beşek di bin bandora Dewleta Tirk de, beşek jî di bin bandora Suriyeyê de ma. Beşa eşîreta Birêz Hemîd Hecî Dewrêşî di bin bandora Suriyeyê de ma. Ew ji eşîreta Kîkîyan bû. 

Piştî Peymana Lozanê ji bona neteweya kurd pêvajoyeke nû dest pê kir. Kurdistan bû koloniyeke navneteweyî. Li hemû beşên Kurdistanê mafê neteweya kurd ya desthilatdarî nehat nas kirin û mafên milî hatin xesip kirin. 

Li hemberî ev statuya li Kurdistanê bê deng mayîn mimkun nebû. 

Piştî ku Dewleta Tirk li ser mîrasa Împeratoriya Osmanî bi alikariya desthilatdarên kurdan ava bû û xurt bû, li hemberî kurdan siyaseta xwe guhert. Dewleta Tirk, dev ji teehûdên xwe berda, hebûna neteweya kurd înkar kir, tirkbûna kurdan wek siyaseteke fermî ya dewletê eciband, hemû mafên milî yên netewa kurd xesip kir. Li hemberî ev siyaseta Dewleta Tirk û ji bona mafê desthilatdariya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê, di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî de serîhildana 1925-an pêk hat. 

Serîhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê, li Rojavayê-Başurê Kurdistanê raste rast tesîr kir. Bi taybetî jî piştî ku serîhildana 1925-an bi şidet û zora dewletê hat temirandin, serokên wê serîhildanê hatin kuştin, beşek serok û têkoşerên serîhildanê çûn li Rojavayê-Başurê Kurdistanê bi cîh bûn. 

Ew kesan di heman dem de rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê yên navdar bûn. Wan kesan li Rojavayê-Başurê Kurdistanê hem xebatên çandî û entellektuelî, hem jî xebatên siyasî ya kurdewarî meşandin. 

Birêz Hemîd Hecî Derwêşî di nav vê dîmên û atmosfera siyasî, rewşenbirî, çandî de tê dinyayê, mezin û xort dibe. Di salên xwe yên gelek biçûk de di bin tesîra nerînên kurdperwerî de dimîne. 

Suriye, piştî ku ji bin bandor û kolonyalîzma Împeratoriya Osmanî xelas dibe, di destpêkê de dikeve bin bandor û kontrola Fransayê. Piştî demekê jî Dewleta Suriyeyê, ji Fransayê azad dibe û dibe dewleteke serbixwe. Kurd, wek di demazrandina Dewleta Tirk de rolekî dilîzin, di hemandem de di avabûna Dewleta Suriyeyê de jî rolekî dilîzin. Hezar mixabin dema ku Dewleta Suriyeyê ava dibe, neteweya kurd li Rojavayê-Başurê Kurdistanê jî, ji hemû mafên xwe yên milî bêpar dimîne. 

Loma Kurd û pêşengên kurdan li Rojavayê-Başurê Kurdistanê ji bona ku mafên xwe yên milî qezenç bikin bi gelek awayan xebat dikin û bi dewletên Ewrupayê re dikevin nav pêwendiyan. 

Ev xebat û têkoşîna wan di sala 1957-an de tê qonaxeke din. Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê ji bona partiyeke kurdistanî ava bibe xebat û minaqeşe dest pê dikin. 

Ev salan ji bona muxelefeta çep ya Suriyeyê jî gelek girîng e. 

Gelek rewşenbîrên kurd bibûn endam û berpirsiyarên partiya komunîst. Lê piştî demekê derket holê ku partiya komunîst bersîva hewcedariyên netaweya kurd nade, ji bona mafên wan yên milî û desthilatdarî raste rast xebat nake. Ji bona ku muxelefata kurd bibe beşek ji tevgera komunîst hewil didin. Partiya komunîst jî wek îdeolojjî û karakter zêdetir şowenîzm û nasyonalîzma erebî dimeşand. 

Ev yeka bû sedem ku kurd ji partiya komunîst dûr bikevin, ji bona ku partiya xwe ya serbixwe ava bikin, tevbigerin.

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê partiyeke serbixwe ava bibe, tesîra avabûna Partiya Demokrat ya li Rojhilatê û Başurê Kurdistanê jî gelek girîng bû. 

Dema ku di sala 1956 û 1957-an de ji bona Partiya Demokrat a Kurdistan a Suriyeyê (PDK a Suriyeyê) xebat dest pê dike, Hemîd Hecî Derwêşî hîn gelek cîwan û xwendevan e. Ew ji Partiya Komunîst a Suriyeyê azad û xweser difikire û di wan şertan de ji bona ku partiyeke Kurdistanî ava bibe helwest nîşan dide. 

Wê demê ew jî biryar dide ku bikeve nav xebata damezrandina PDK a Suriyeyê. Bandora Partiya Komunîst, zulm û zordarî rejîmê li Rojavayê-Başurê Kurdistanê ewqas zêde ye, ku gelek kêm rewşenbîr û xwendevan û kurdperwer di nav avabûna PDK a Suriyeyê de cîh digrin. 

PDK a Suriyeyê ji aliyê çend kesan de tê ava kirin. Birêz Hemîd Hecî Derweşî jî, yek ji wan çend kesan e. Di encamê de jî dibe hîmdarê PDK a Suriyeyê ye. 

Ew heta mirina xwe wek xebatkarekî tevgera neteweya kurd tevgeriya û hîç demekê dev ji xebata rêxistinî ber neda. 

Gelek kes dikarin helwesta Birêz Hemîd ya statuparêz rexne bikin û ez jî dikim. Lê tiştekî gelek aşkere heye ku ev rexnan qerardarî û îstîkrariya Birêz Hemîd nikare ji holê rake.

ROLA WΠDI AVAKIRINA PDK A TIRKIYEYÊ (PDKT) DE…

Partiya kurdan ya serbixwe li Bakûrê Kurdistanê di sala 1965-an de ava bû. Her çiqas tê zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiyeyê (PDK a Tirkiyeyê) raste rast girêdayî PDK a Iraqê avabûye jî, ev agahdariya ne rast e. PDK a Tirkiyeyê girêdayî konsepta PDK a Iraqê ava bibe jî, bi taybetî bi alîkariya PDK a Suriyeyê ava bûye. Dema ku PDK a Suriyeyê ji bona ku ji avabûna PDK a Tirkiyeyê re dibe alîkar, Birêz Hemîd rolekî taybetî dilîze. Piştî ku partî ava dibe jî, bi PDK a Tirkiyeyê re pêwendiyên wî xurt dibin.

Bi taybetî jî pêwendiyên Birêz Hemîd û Sekreterê Giştî ya PDK a Tirkiyeyê Seîd Elçîyi her dem baş dibe. Di navbeyna wan de danûstandineke taybetî pêk tê. Loma jî dema ku Birêz Seîd Elçîyî li Başurê Kurdistanê tê kuştin, ew gelek xemgîn dibe. Ew doza Seîd Elçî wek doza xwe dibîne. Helwesta wî li hemberî kujerên wî gelek hişk dibe. Ew bûyera dibe sedem ku ew pêwendiyên xwe yên DDKDê-Partiya Şivan sar bimeşîne. 

MIN HEMÎDÊ HECÎ DERWÊŞ KÎNGÊ Û ÇEWA NAS KIR?

Dema ku ji Rojavayê-Başurê Kurdistanê qal dihat kirin, PDK a Suriyeyê ji aliyê her kesekî de dihat nas kirin. Dema ku ji serokatiya wê dihat bahs kirin, Apê Osmanê Sebrî û Hemîd Hecî Derwêş di dereceya yekem de derî pêş diketin. Loma jî dema ku ez xwendevanên zanîngehê bûm û min bi aktifî di nav tevgera kurd de cîh girt, min navê Birêz Hemîd bihîst. 

Min ew rû be rû di dawiya sala 1979-an de nas kir. 

Dema cara pêşî ez û Necmeddîn Buyukkaya em çûn Rojavayê-Başurê Kurdistanê, roja pêşî em li Qamişliyê bûn mêvanê rehmetî Îsmetê Seyda. Îsmetê Seyda, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurdên Suriyeyê bû. Roja duyemîn, bi Birêz Hemîd re danûstandina me bû. Lewra ew jî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Suriyeyê bû.

Dema cara pêşî min Birêz Hemîd dît, wî bi axevtina xwe, bi rabûn û rûniştina xwe diyar dikir ku ji malbet û eşîreteke mezin tê, di pêwendiyên civakî de jî mezinekî eşîreteyê, di heman dem de jî serok û pêşengekî siyasî ye.

Gelek xwezayî bû ku di destpêkê de wî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên Suriyeyê, min jî Tevgera Ala Rizgariyê da nasandin. Ji Program û destura rêxistinên me, nerînên me yê di derbarê Yekîtiya Kurdistanê, serxwebûn û azadiya Kurdistanê û her parçeyekî, nerîna me bi taybetî li ser Başurê Kurdistanê, li ser PDK a Iraqê û YNKê, li ser eniya milî ya Kurdistanî, tîfaqên partiyên îdeolojîkî û sınıfî nêzikî hev, nerînên me di derbarê sîstema sosyalîst, Yekîtiya Sovyetan û Çînê, di derbarê Rojhilata Navîn û Tevgera Filîstînê de, li ser Tevgera Rojhilata Kurdistanê, pêwendiyên Komeleyê û PDK a Îranê, em rawestiyan.  

Piştî danûstandineke dûr û dirêj, me biryar da ku em pêwendî û dostaniya xwe xurt bikin û pêş bixin. Ji hev re alîkar û hevkar bin. 

Pişt re jî, em bi giştî li ser pirs û pirsgirêkên kurdan rawestiyan. Wê demê li Bakurê Kurdistanê rewşa PKKê, êrîşa PKKê li hemberî hemû partî û rêxistinên Kurdistanê, partî û rêxistinên çep yên Tirkiyeyê pirsgirêkeke gelek girîng bû. PKKê li gelek bajarokên Bakurê Kurdistanê êrişî gelê kurd dikir, li ser navê li dij feodalîzme û pêşverûyê ye. PKKê gelek qedroyên kurperwer yên rêxistin û Partiyên Kurdistanê kuştibûn. PKKê li hemberî KUKê êrîşeke dijwar û ne heq dimeşand. Ji herûdu terefan bi sedan kurdperwer hatibûn kuştin. 

Em li ser vê pirsgirêkê rawestiyan. 

Di vê pirsê de, Kek Hemîd bi dilsoziya xwe li hemberî PKKê bi tolerans xuya dikir. Ez ne bi nerînên wî re bûm. 

                                             *****

Li Rojavayê–Başurê Kurdistanê tevgera milî xwediyê karaktereke kîtlewî bû. Di kîtlewîbûna Tevgera Rojavayê-Başurê Kurdistanê de wek kesayetî rola Kek Hemîd gelek mezin, girîng û tayînkirî ye.

                                               *****

Hemîd Hecî Derwêş, Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû ye; lê di heman dem de Kek Hemîd xwediyê rê rêbazekê ye, pêşengekî civakî û siyasî ye. Ew ekolek a siyasî, xwediyê ferhengeke taybetî bû. Ew li Rojavayê Kurdistanê xeteke siyasî ya statûparêz temsîl dikir.

Ew xwediyê taybetiyên civakî û şexsî yên hêja . Ew ji malbet û eşîreteke mezin e.  Lê wî hîç demekê malbat û eşîreta xwe dernexist pêş. Wî gelê kurd û mafên gelê kurd derxist pêş. Ji bona azadî û mafên neteweya kurd, xebat kir. 

Ew, 62 sal e ku kurdperwerî bi rêxistinî û domdarî dimeşîne. Ew li Rojavayê Kurdistanê mezinê siyasetê bû.

Ew bi gel re xwediyê pêwendiyeke nerm, maqul û dostane bû. Ew di pêwendiyên xwe yên gel de jî gelek mutewazî û dil sivik bû.

Pêwendiya wî, hevjîn û zarokên wî gelek demokrat bû. Ew li mala xwe ji mêvanên xwe re her demê rêzgirtî bû û ji mêvanên xwe re di xizmetê de kêfxweş bû. Wî pirr caran çay û ava mêvanên xwe bi xwe pêşkêş dikir..

Wî piştî 1975-an ji kadro û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê re, piştî Derbaya Leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-yî ji kurdperwerên Bakurê Kurdistanê re xizmet û hevkariyeke gelek mezin kiriye.

Kek Hemîd, li Rojavayê –Başurê Kurdistanê lîteratureke teybat ya çandî jî pêk anî û bi qerardarî domand. Kovara Pêşverû û Kovara Gulistanê bi salan birêve bir.

Amed, 08. 10. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *